10 januari 2015

Berfa Stockholmê ez birim bîranînên zaroktiyê


Li Stockholmê berfê baş dayê. Hewşa me, darên me, sêncên dora hewşê kerasekî spîboz wek yê bûkaniyê li xwe kirine.
Li ber ronahiya lampeyên hewşê kuliyên berfê kêf û zewqeke bêtarîf dide min. Ez bîstekê bêlibat lê temaşe dikim…
Bayekî honik ruyê min radimîse… 
Di bin kuliyên berfê da ez bi kêfxweşî cixareyekê dikşînim û bîstekê diçim salên zaroktiya xwe û berfa li bajarê min dibarî.
Bi barîna bi berfê ra dilopkirina xaniyê me, derketina ser xênî, bi bêrê avêtina berfê, kakirin û loxkirina xênî û ya herî xweş jî di hundur da guhdarîkirina li xirtexirta dengê bêra ferfê…
Diya min satil dida ber dilopan. Çipeçipa dilopan carnan li ser hev û carnan jî bi nabên rehetî nedida me. Me dest pê dikir dengê dilopan dijmart…
Ev hemû hîn di bîra min da mane..
Bavê min gelekê caran ne li mal bû, lê li mal bûya jî tu carî dernediket ser xênî û xanî lox nedikir.
Ya me yê yek bigirta, ya jî gava wê rojê me kes nedîta, feqîra diya min ji mecbûrî ewê derketa ser xênî û berf bavêta, xanî lox bikira.
Û di ber ra jî ji bavê min gazin bikira, bigota peyên xelkê giş li ser xaniyên xwe ne yê min….
Bi barîna berfê ra hin kes darlox û bêra wan di destên wan da û li mehelan digeriyan û bi heqên xwe berfa ser xaniyan davîtin, xanî ka û lox dikirin.
Bi barîna berfê ra ji me zarokan ra dibû dawet. Heta ku em ji serma diqefilîn me xwe li ser befê bor dikir, berra hev dida û herba berfê dilîst.
Dû ra bedenên me yên ziîfokî ji sar û sermayê dilerizîn, dev û diranên me li hev diketin û ji bo piçek em xwe germ bikin, me bazdida hundur malê...
Li hundur, çûk û mezin me xwe radida bin kursiya orxan li ser û me dest û lingên xwe germ dikir…
Li hemberî wan bîranîn û rojên min yên zaroktiyê evîna di dilê min da bi qasî berfa serê çiyayê Qerejdaxê spî û pir e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE