26 januari 2015

Bawermendî dibê meriv ji însaniyetê dernexe

Tirkiye bi gelek tiştên xwe, bi gelek aliyên xwe ve welatekî anormal e, civateke ne bi sihet e, naşibe tu welatekî Ewrûpa.

Li Tirkiyê merivên dîndar li djî kesên ataîst, komunîst, çep, lîberal û sosyal demokrat in.

Esas bêyî xwe, bêyî dîndarên wek xwe, ya jî bêyî kesên nêzî xwe li dijî herkesî ne, dijminê her dînî, her fikrê û her îdeolojiyê ne.

Bêyî kesên wek xwe nikanin bi însanên din ra, bi însanên ji fikir û baweriyên din ra dostaniyê, hevaltiyê bikin, bi wan ra rabin û rûnin. Ji bo têkiliyênê însanî, dostî û havaltiyê dibê însan ya wek wan bifikire ya jî îtîrazî fikirê wan, baweriya neke.

Çimkî hurmet û tehamula wan ji tu bawerî, fikir û dînekî din ra tuneye. Ew tenê rast in, bêyî fikir û baweriya wan hemû bikir û bawerî şaş in, pîs in.

Lê Swêd ne wiha ye, li Swêd dîndar qet wiha nafikirin. Li Swêd ji xwe tu însan, tu partî û tevger wiha nafikire.

Carê kes îşê xwe ji dînê hev û ji baweriya hev nayne. Li Swêd kesên em bibêjin dîndar û partiya wan bêyî rasîstan bi hemû partiyên din ra, bi însanên ji fikir û baweriyên cuda ra tu gelşeke wan, tu neyartiyeke wan tuneye.

Kesên dîndar dikanin bi herkesî ra bidin û bistînin, bi hev ra rabin û rûnin û hevaltiyê bikin. Kes îşê xwe ji baweriya kesî, ji dînê kesî,  ji fikrê kesî zêde nayne.

Gava were rojevê jî însan bi rengekî medenî fikrê xwe dibêje. Ji bo însan dînekî din dihebîne, fikreke din diparêze kes serê kesî jênake.


Dîndar ji yê nedîndar ra nabêje tu çima ji Xwedê bawer nakî?
Yê diçe dêrê ji yê nebawermend ra nabêje tu çima naçî dêrê ya jî tu çima diçî mizgeftê?


Kes ne pirsên wiha ji hev dike û ne jî ji ber ferqiyetên dînî, fikrî û siyasî neyartiyê bi hev ra dike.


Lê li Tirkiyê ji bo yekî dîndar, yekî îslamîst MHP û faşîst qet ne problem e, bi wan ra dikane têkiliyê deyne û bibin dost.


Lê eynî dîndar bi çavê dijmin, bi çavê neyarekî dibê ji ortê were rakirin li yekî nebawermend, li yekî çep, komunîst, ataîst, sosyaldemokrat û liberal dinêre. Li gorî dîndarekî tirk, însanên çep, nebawermend, lîberal însanên xerab in û ji riya Xwedê da ketine.


Qismek dîndarên kurd jî wiha ne. Mesela yekî Huda-Parê di jiyana rojane da nikane bi kurdekî ataîst ra, bi kurdekî çep ra rabû û rune, pê ra dostiyê û hevaltiyê bike.


Dîndarekî temam ji bo ku bi yekî ra hevaltiyê bike, dibê ew kes ya wek wî bifikire ya jî ne li dijî fikir û baweriya wî be.


Dîndarê swêdî, ataîst, çepê û lîberalê swêdî wiha nafikire, kes îşê xwe ji fikir û baweriya kesî nayne.


Roja hilbijartinê herkes bi rengekî medenî dice raya xwe dide û vedigere mala xwe. Ji bo ku ne ji partiay wî ye, wek wî ne dîndar e ya jî ne çep e ne kes li kesî dixe û ne jî xwe jê dixeyidîne.


Dîndar jî, çep jî  û lîberal û muhafazakar jî tenê xwe ji rasîstan dûr dixin, bi rasîstan û partiya wan ra nadin û nastînin.


Yanî bêyî bi hêzên rasîst ra di nabêna tu hêzê, fikirê û îdeolojiyê da neyartiyeke wek ya Tirkiyê û Kurdistanê tuneye.


Lê li Tirkiyê û li Kurdistanê dîndarên temam neyarên hemû partiyan in, hemû fikir û îdeolojiyên din neyarên xwe dibînin. Kes nikane bêyî heval û kesên ji fikrên xwe, bi kesên din ra têkeve nava têkiliyeke însanî û sosyal.


Dibê tu dîn, tu bawerî, tu îdeolojî û tu siyaset însanan, ferdên yek miletî hewqasî neke neyarên hev, bi hev nede kuştin. Heger dike wê demê di wî dînî, di wê baweriyê da, di wê îdeolojiyê û di wê siyasetê da şaşiyek heye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE