31 december 2015

Li ser heqareta tirkekî li Diyarbekrê li kurdekî kiriye



Şêxmûs Sefer şair e, nivîskarekî kurd e û ez bawer dikim serokê Komelaya Nivîskarên Kurd e jî.
Bîstek berê min ev nivîsa wî ya jêr xwend û ez pir û pir pê aciz bûm, wek kurdekî gelkî li ber xwe ketim.
Di binê nivîsê da min ev şirove kir:
” Şêxmûs Sefer, tu merivekî tirsonek û ne hêjayî navê xwe û ciyê xwe yî.
Piştî ku te ev heqaret dît û bi te hewqasî zor hat, dibê du gotinên mêrane ji wî segbavê kemalîst ra bigota.
Tu ferq di nabêna te û wî kurdî da tuneye, te jî dîtiye û dengê xwe nekiriye.
Û di ser da jî bêyî ku tu şerm bikî tu vê heqareta tirkekî li we kiriye dinivîsînî û min jî diqeherînî.”
Wî jî ev bersîva da min:
”Merheba, ji kerema xwe şîroveya xwe ji wir rake, bila tirsonekiya min ji min re bimîne û mêraniya te jî ji te re.”
Helbet min nivîsa xwe ranekir û ev bersîv dayê:
”Ji bo çi ezê rakim?
Min fikrê xwe gotiye. Tu jî bersîva min bide, bê çima te dengê xwe nekir?”
Destpêkê min ji bîr kir navê ”tirkê navdar” jê bipirsim.
Dû ra gava min xwest bipirsim û bibêjim çima te navê wî nadeya, min dît efendî ez bloke kirime.
Nivîsa Şêxmûs Sefer ya bû mijara minaqeşeyê.

”Îroj gelek nivîskar, rojnameger û hunermendên Tirk ji bo pistgiriyê bidin Kurdan hatibûn Amedê. Ez jî çûm cihê çalakiyê. Li wir alaqeyeke mezin ya çapemeniyê hebû. Çavê hin ji "me Kurdan" li hin Tirkên navdar digeriya ku em çend kelama ji wan re bêjin. Dibe ku me dilê wan xwes bikira an jî derdê xwe ji wan re bigota!
Welhasil atmosfereke nexwes bû. Dilê wan îroj çi qas bi me sewitî nizanim. Lê tistekî bala min kisand û dilê min bi me sewitî, pir jî...
Yekî dosyayek di destê xwe de anî û xwest pês Tirkekî navdar(!) bike, di wê navberê de lingê wî li îskaneke çayê ket û çay rijiya erdê. Li ber xwe ket Kurdê me, soro moro bû, çû gelek selpak (destmalên kaxizî) anî û dest bi paqijiya wir kir. Tirkê rûnistî, lingê wî li ser hev qet xwe adiz nekir. Destê Kurdê me heta ber lingê wî paqij dikir, lê wî rewsa xwe qet xera nedikir. Ez di hundirê xwe de dihatim bibeecim û benda bûm ku ew Tirk jî destê xwe dirêj bike û ew çaya li ber lingê wî rijiya ye bi hev re paqij bikin. Hîn ez wisa difikirîm camêr lingê xwe yê rastê ji ser yê çepê daxist û destê xwe dirêjî destmala kir û xwest paqijiyê bi wî Kurdê li ber lingê wî daqûl bûye bike. Çend saniya min serm kir ku wisa fikirîbûm û min neheqî li wî camêrî kiribû!
Lê... Camêr bi du tiliyên xwe yê ku rahistibû wan destmalên kaxizî avêt ser wê çayê û mîna postala leskerekî (ew hate ber çavê min) bi qundereya lingê xwe bir û anî. Pasre bi sopa qundereya xwe ku li ser kaxizê mabû ber bi destê Kurdê me dahf da, bi lingê xwe...
Min careke din dev lêva xwe kir ji qahra...
Rast e ji bo hevkarî û pistgiriyê hatibûn cem me...
Mirovên basbûn û nedixwestin Kurd wisa li ber çava bimirin, bên kustin, wicdanê wan jî hebû û dawiya dawî ew jî însan bûn.
Welhasil îroj jî bi pistgiriya "biraderên" me me hewara xwe gihand çend tv û rojnameyan.
Heta komkujî û koçberiyeke din xwedê mezine!..”
///Şêxmûs Sefer



30 december 2015

Ji ber ku kurd ne li hev in tiliya dijmin di nava me da ye



Sebebê ku kurdên Kurdistanabaşûr  jê hinek ketine bin bandora Îranê û hinek  jî ketine bin bandora Tirkiyê ji ber dijminatiya wan ya li hemberî hev e; heger li hev bûna, ne perçe perçeyî û bi tifaq bûna bi vê derecê bi Tirkiyê û Îranê ra nediketin nava hevkariyên li dijî hev.
Geva ez viya dibêjim  ev nayê maneya bira hukûmeta Kurdistanê bi Tirkiyê û Îranê ra dijminatiyê bike, tîcaretê neke û têkiliyên xwe yên dîplomatîk qut bike.
Tiştê ez dibêjim ne ev e, têkiliyên zirarê didin yekîtiya kurdan, kurdan bera pêxîla hev dide, dilê wan li hev sar dike.
Berberî û dijminatiya kurdan ya xwe bi xwe, pir hindik wan nêzî Tirkiyê û Îranê dike, tesîra van herdu dewletên dijmin li ser kurdan zêde dibe.
Yanî ji ber ku kurd ne li hev in tiliya dijmin di nava me da ye, dijmin vê îmkanê dibîne.
Ev yek li zirara hemû partiyan, hemû kurdan e…


Lema jî heger kurdên başûr dixwazin tesîra Tirkiyê û Îranê li Kurdistana başûr nemîne û ev herdu dewlet nikanibin di nava kurdan da nerindiyê û fêsadiyê bikin, berî her tiştî dibê kurd gelşên nabêna xwe zû çareser bikin.
Bêtifaqî û şerê wan li kara dijmin e.
Û PKK…
PKK di nava kurdan da di warê kîtlewî, aborî, medya, eskerî û coxrafîk da, yanî bi hebûna xwe ya li her çar perçeyên Kurdistanê partiya, hêza herî mezin û herî xurt e.
Bi dehhezaran çekdarên wê hene. Li her çar perçeyên Kurdistanê xwedî hêz e, dikane 10-15 milyon însan mobîlîze bike, rake ser piyan.
Dil dixwest ku ev hêza hewqasî mezin û xwedî gelek îmkan bi partî û hêzên başûr ra, bi taybetî jî bi PDKê û YNKê û Goranê ra di nava hevkariyê û têkiliyên dostane da bûya.
Lê çi heyf ku têkiliyên PKKê û PYDê jî bi kêmanî bi qismekî hêz û partiyên başûr ra ne baş e.
Piştî ku PKK nikane pêşengiya yekîtiya kurdan bike û cepheyeke netewî ava bike, lema jî ji dêlî vê bar û bepirsiyariyeke mezin dike ser milê PDKê û serok Mesûd Barzanî, dibê Mesûd Barzanî  ji bo hevkariyeke bi PKKê, PYDê ra miheqeq riyekê, çareyekê bibîne.  Di demeke hewqas krîtîk û dîrokî da nabe du hêzên(PKK û PDK)kurdan yên herî xurt, herî mezin ne li hev bin û heta carnan têkevin gewriya hev. Dibê saha û li hundur, di siyaseta navnetewî da  da ev herdu hêz miheqeq li hev û bi tifaq in û bi hev ra hêzên din jî bikişçnin ba xwe.
Şertê serketina kurdan yê yekem, tifaqa kurda ye, di dema sînorên û xerîteyên nuh tên danîn, xerîteyên nuh tên çêkirin dibê hêzên kurdan yên mezin û xwedî desthilat ne li dijî hev bin, di nava hevkarî û yekîtiyeke netewî da bin.
Bi dijminatiya bi PKKê ra bêyî zirarê tu feydeyeke kurdan tuneye. Ji xwe qet ne rast e û karê aqil e ku meriv dijminatiya hêzeke hewqasî mezin bike.
Dibê hemû kurd ji PKKê, PYDê û PDKê tim û tim têkiliyên dostane û hevakriyê bixwin. Dema PKK û PDK li hev bin, dijminatiya hev nekin, ewê hêzên din jî bikşînin ba xwe.

29 december 2015

Ji tirkan tu mêranî hasil nabe

Parlamenterê HDPê Sirri Sureyya Onder, nîhayet qebûl kiriye ku ji tirkan tu mêranî, tu gû çênabe.
Lema jî  Onder gotiye:
”Min ji tirkan êdî hêviya xwe qut kiriye. Li vê coxrafyayê heger ewê çi çê bibe ancax ji terf kurdan çê bibe. Çimkî ew êvîndarê azadiyê û şerefa xwe ne…”
Ji bo ku meriv bizanibe ji tirkan, ne çepên wa, ne ji rastê wan û ne jî ji dîndarên wan tu tişt hasil nabe, ne hewce ye meriv hewaqa sal gunê tirkan miz de.
Ji roja roj da ye em ji PKKê ra dibêjin werin dev ji tirkan û projeya ”tirkiyebûnê” berdin û wek partiyeke, tevgereke netewî berê xwe bidin kurdên din û bi wan ra li tifaqê bigerin.



XXX
Li gorî Davutoglu yên derbasî rojavayê Ferêt bûne ne kurd in, ne PYD ye, ereb in…
Serokwezîrê Tirkyê, xatibê bi nav û deng, Prof û Dr. heft ilman Ahmet Davutogluyê panturkîst, li ser derbasbûna PYDê ya rojavayê Ferêt gotiye:
”Li gorî agahiyên ji me ra hatine ne PYD, ereb derbasî rojavayê Ferêt bûne…”
Yanî gava ereb derbas bibin ne problem e, Daîş derbas bibe ne problem e, El- Nusra derbas bibe ne problem e, Cêşa Îslamî derbas bibe ne problem e.
Welhasilî kelam dibê tenê kurd derbas nebin!
Bêyî kurdan kî derbas dibe bira bibe, ji bo wan ne promlem e…
Çima?
Ji ber ku li Sûriyê tenê kurd neyarên Davutoglu ne.
Lema jî bêyî kurdan kî derbas dibe bira bibe.
Yanî derdê Davutoglu, kula wî, mereza ser dilê wî, kelema di çavê wî da tenê kurd in…
Û ne Davutoglu tenê, hema hema hemû tirk wiha difikirin. Dibê meriv viya jî bizanibe…

Xewa min nayê


Xew li min geriya, dikim nakim xewa min nayê.
Diyar e gava li welatê mervi şer û ceng be,
gava bajarên meriv di bin agirê topan da be,
xewa meriv nayê.
Xwe bi çep da bor dikim nabe,
xwe bi rast da bor dikim nabe,
geh li Sûrê difikirim,
geh li Silopiyê,
geh li Cizîra Keleha Mîrê Botan.
Geh diçim Nisêbîna rengîn,
geh diçim Şirnexa xemgîn,
geh silaveke fedyok didim Dêrika çiyayê Mazî ya dilbixwîn.
Girregirra kelişînkofan û dengê gurmîna topan ji guhê min dernakevin…
Û tiştek ji destê min nayê…
Ne kanim herim hawara gelê Cizîrê û ji wan ra bibim per û bask
û ne jî kanim leşker û polîsên îşxalkar ji welatê xwe derxim…
Xwe bi çep da bor dikim xewa min nayê,
xwe bi rast da bor dikim xewa min nayê…
Ez fêm nakim çima rojekê roj li me kurdan jî hilnayê ?
Û dikim nakim tiştek ji destê min nayê.

28 december 2015

Hin kurd carê fêrî bindestiyê bûne

Hin kurd carê fêrî bindestî, zilamtî û xulamtiya tirkan bûne.
Lema jî azadî, veqetandina ji tirkan, serxwebûna kurdan qet nayê bîr û bala wan.
Gava hin kes li ba wan qala azadiya kurdan û serxwebûna Kurdistanê dike gurûzî digre bedena wan, ji tirsan diqutifin, bi xwe da dimîzin.
Naxwazin peyv û fikrên wiha tahlûke bibihîzin.
Ji bo wan ya harî baş, rast û xweş berdewamiya bindestiyê ye, dibê her tişt wek nuha dom bike. Çimkî kursiya wan saxlem e û bêrîka wan jî tim tije ye.
Dixwazin kurd bindest û tirk jî serdest bin, tim serok, mîr û begên kurdan bin.
Bira tirk xwedî dewlet û kurd jî heta û heta xulam û rêcberên wan bin…
Kesên îro hîn jî hevalên AKPê ne, kesên îro hîn jî mebûs û wezîrên AKPê ne û li pişt Erdogan û Davutoglu dikevin hazirolê çi derewê û demagojiyê bikin jî di esasî xwe da wiha difikirin, yanî dixwazin kurd tim bindest bimînin.
Heger wiha nefikiriyana nedibûn hevalên hêzeke îşxalkar, wan jî wek mêran ji bo gelê xwe micadele bida û daxwaza tiştekî bikira.

XXX


Tiştekî pir ecêb e, her sal ya berî Noelê(Julê)ya jî piştî wê, yanî çend rojan berî serê salê ez tim bi bapêşê dikevim.
Himjî bapêşeke(harsim, zekem)pir xerab dikim û bi kêmanî hefteyekê dajo.
Ji do da ye dîsa ez bi vê quzulqurta bapêşa dawiya salê ketime, halê min ji ber tuneye.
Ji çavên min hêsir kêm nabin, ava pozê min wek çironekê diherike, çi, çip dilopan dike.
Serê min diêşe, dengê min ketiye, dikuxim û bi şev nikanim xweşikî bîna xwe bigrim û berdim…
Yanî kurt û kurmancî halê min ne tu hal e, canê xwe digerînim, geh dikevim nava nivînan û geh têm li ber vê bêxwediyê rûdinim û bîstekê bala xwe didim hal û hewalê kurdan, tirkan û dinyayê…
Di nava hewqas xeberên tahl û bi êş da, xebera herî xweş li Kurdistana rojava kurdan xeta sor ya ku Davutoglu û Erdogan bi boyaxa sor xêz kiribûn derbas kirin.
Dema Davutoglu xeta sor xêz dikir, gerîlayên PYDê pê li xeta wî kirin û derbasî wî aliyê Ferêt bûn.
Yanî xeta wî kişandibû xera kirin û boyax jî çû ji kîsî wî…
Heta nuha camêr negotiye we çima pê li boyaxa min kir û xeta min danîbû xera kir.
Belkî jî fedî dike bipirse.

Roboskî, jan û birîna di dilê kurdan !


Vaye saleke din jî derbas bû, vaye dîsa 28ê kanûnê hat û qetlîama Roboskiyê, birîna dilê kurdan dîsa jan da.
Di ser qetlîama Roboskiyê ra 4 sal buhurîn, lê heta nuha ne qatil û ne jî sûcdar hatin girtin.
Û dewletê heta nuha ji miletê kurd, ji dê û bavên zarokan lêborîn jî nexwestiye. Lê belê Erdogan piştî qetlîamê serokerkanê wê demê Necdet Ozel pîroz kir.
Kes nehat girtin ji ber ku 34 zarokên hatibûn kuştin kurd bûn, dewletê bi zanîn, ji bo ku mezinayî û qudreta xwe nîşanî kurdan bide bi balafirên cengê 34 zarokên kurd û heywanên wan bombebaran kiribû.
Qantirên ji ber bombebaranê xelas bûbûn jî leşkerên tirk dû ra yek bi yek, bi kêf û zewqeke mezin gulebaran kiribûn.
Vê zulma dewleta tirk di dilê miletê kurd da birîneke kûr vekir. Kurd tu carî ewê vê qetlîama dewleta tirk ji bîr neke.
Ez hemû zarokên di qetlîamê da hatin kuştin bi hurmet bibîr tînim û ji dê û bavên wan ra sebrê dixwazim.

XXX
PKK mesela kurd ne hil dike, ne heram dike, kiriya gêrmiya gavana û berdaye.
Meriv rindikî nizanin ji dewletê çi dixwaze?
Kongreya DTKê jî bi xêr û xweşî qediya, meriv ji daxwaza DTKê jî xweşik tiştekî fêm nake.
Gelî bira, gelî serokan, ji xêra xwe ra meselê hinekî sivik bikin, tiştekî bibêjin ji bo ku gelê kurd, em kesên zêde ne întellektuel jî bizanibin hûn ji dewleta tirk çi dixwazin?
Ya serxwebûnê ya federasyonê ya otonomiyê bixwazin, ji bo ku hemû kurd jî, tirk jî û dinya jî bizanibe hûn ji dewleta tirk çi dixwazin…



XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Prof. Dr. Ahmet Davutoglu, ji bo ku dinya alem bibihîze ew serokwezîr e, li Anqerê çûye meydana Kizilayê û bi qîrînê gotiye ”ez serokwezîr im, ez serokwezîr im”!
Yên li der û dorê, her kes keniya ye…

27 december 2015

Tirk baş dizanin ew dikanin çawa bi me bilîzin




Piştî ku serokwezîr Tirkiyê Ahmet Davutoglu wek taktîkeke li gorî şert û mercên îro qedexeya(yasaxa)li ser ala Kurdistanê bi rengekî nîvçe rakir, hin kurd ji kêfa difirin.
Hin sîteyên kurdî di her ziyareta Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serok Mesûd Barzanî da vê yekê dikin manşet:
-Nêçîrvan Barzanî bi ala Kurdistanê hate pêşwazîkirin!
-Serok Barzanî bi ala Kurdistanê hate pêşwazîkirin!
-Ala Kurdistanê di pêşwaziya Barzanî da!
Ala Kurdistanê û ala Kurdistanê!
Wek zarokê bi şekirekî şa bibe û were xapandin.
Ezbenî, ji xwe yasaxa Tirkiyê ya heta nuha zorbatî bû, ji ber rebeniya me bû.
Wek her miletî helbet nûner, serokwezîr û serokê kurdan jî ewê bi ala xwe werin pêşwazîkirin.
Ne hewce ye hûn viya hewqasî mezin bikin, ya normal ev e. Heger heta nuha ev yek nebûye şaş e, kêmasî ye.
Hukûmeta AKPê heta nuha li Tirkiyê di hevdîtinan da qebûl  nedikir hukûmeta Kurdistanê, aliyê kurd di civînên resmî da ala xwe hilde.
Ev yek helbet zorbatî bû, çavbirîn bû, ji ber kîn û nefreta wan ya ji kurdan bû.
Û ya herî girîng jî qebûlnekirina statuya Kurdistana başûr e, naxwazin bi rengekî resmî Kurdistana federe qebûl bikin.
Esas Erdogan hîn jî qebûl nake ala Kurdistanê di meqam, civîn û huzûra wî da were hildan.
Yanî hukûemta AKPê hîn jî ala Kurdistanê bi temamî qebûl nekiriye, dibê ev yek were dîtin.
Mesla di civîna Nêçîrvan Barzanî û Davutoglu da ala Kurdistanê û Iraqê heye, lê belê di hevdîtina bi Erdogan ra ala Kurdistanê tuneye, tenê ala tirk xuya dike.
Ev jî tê maneya ku hukûmeta AKPê bi temamî ala Kurdistanê qebûl nekiriye, wek taktîk, ji bo xapandina hin kurdan nuha ”nîvçe” qebûl kiriye.
Dibê Nêçîrvan Barzanî ev pêkenîn û durûtî qebûl nekira û bêyî ala Kurdistanê bi Erdogan ra rûnenişta.
Lê ez bi xwe şêleke, sekneke wiha ji birêz Nêçîrvan Barzanî napêmproblem. Çimkî heta nuha îtîrazî  ”hesasiyên”  tirkan nekiriye û ez bawer nakim nuha jî îtîraz bike, bike problem.
Ji xwe dibê ji serêserî da kurdên başûr ev çavsorî û irqçîtiya dewleta tirk qebûl nekirana û di hildana ala kurd da israr bikirana.
Ji ber ku ala Kurditanê aleke resmî ye û ji alî dewleta Îraqê ve jî hatiye qebûl kirin.
Bêyî zorbatiyê û nîjadperestiya li hemberî kurdan ji bo yasaxkirina ala kurd tu argumentekî tirkan yê bi heq û mantixî  tuneye.
Heger Tirkiyê heta nuha kanîbûye ala Kurdistanê li kurdên başûr yasax bike, ev hinekî  jî ji ber pepûkî û rebeniya kurdan e.
Heger kurdên başûr li hemberî vê zorbatiyê hustuyê xwe xwar nekirina, hukûmeta AKPê nikanîbû demeke hewqasî dirêj ev çavsoriya xwe bidomanda.
Li dinyayê tenê Tirkiyê ala Kurdistanê li kurdan û li hukûmeta Kurdistanê yasax kiriye. Dibê kurd bi dengekî bilin viya ji tirkan ra bibêjin û yasaxa li hemberî ala xwe ebeden qebûl nekin.
Ev ne şêleke dijminane ye û dibê ev yek ji tirkan re were gotin.
Netîce, ji dêlî ku hin kurd bi vê taktîka hukûmeta AKPê  ya nuh, bi rabûna yasaxa li ser ala Kurdistanê wek zarokan  hewqasî şaş bibin û vê yekê di sîteyên xwe da bikin manşet, dibê zorbatiya dewleta tirk û hukûmeta AKPê rexne bikin, bibêjin ji bo çi we heta nuha nehîştiye kurd alaya xwe hildin?
Û dibê sebebê ji bo çi Erdogan hîn jî ala kurd qebûl nake ji hukûmetê û ji Erdogan bi xwe jî were pirsîn.
Dibê rojnamevanên kurd sebebê vê yasaxa Erdogan ji wî û ji Davutoglu bipirsin.
Ji ber ku serokwezîrê hukûmetekê di hevdîtinan da dihêle muxatabê wî ala xwe hilde meriv pê nafira, vê yekê nake manşet.
Çimkî tiştê herî normal ev e, di civînên resmî da her dewlet, her alî bi ala xwe beşdar dibe. 

Him hevalên neyar in û him jî zimandirêj in

Ji ber ku PKK şaşiyê dike, siyaseteke şaş dimeşîne, bi xendekan û şerê nava bajaran zirarê dide gel meriv nabe hevalê dewletê, hevalê hêzeke îşxalkar, hêzeke ku mirovên meriv, zarokên 3 mehî  qetil dike.

Meriv vê yekê ji PKKê ra dibêje, rexne dike, lê belê nabe hevalê dewleta tirk, nabe parêzvanê hêza bajarên meriv topbaran dike û dibêje hutul batil hûnê bibin tirk.

Erdogan her roj ji me ra dibêje, wek kurd  dibê hûn yek dewletê, yek alê, yek welatî, yek miletî û yek zimanî, yanî tirkbûnê qebûl bikin.

Ya hûnê bi rehetî viya qebûl bikin ya jî emê bi zor û bi kotek bi we bidin qebûl kirin.
Dewleta tirk welatê me îşxal kiriye, bajarên me topbaran dike, rojê çend zarok, kal û pîrên me dikujin.

Bi hezaran însanên me mecbûrî koçberiyê kirine.
Jiyan li hemû kurdan kirine zindan.

Lê hin kurd hîn jî li dijî vê zulma dewleta tirk dernakevin, terora ku dewlet li Kurdistanê li hemberî gelê wan, zarokên wan dimeşîne protesto nakin.

Tew bira lidijderketin û protestokirina terora vê hêza îşxalkar li wir bimîne, di ser da di telewîzyonên tirkan û ya vê dewleta xwînxwar TRTê da abûqatiya dewletê dikin, wek berdevkên dewletê êrîşî PKKê dikin, here were PKKê neheq dibînin, şaşiyên PKKê rêz dikin.

Lê ji dewletê ra, ji vê vê hêza zebelih ya ketiye ser dilê gelê xwe ra qet tiştekî nabêjin, rexneyeke herî biçûk jî li dewleta, hukûmeta bajarên wan wêran dike nagrin. 

Hemû xerabî ji PKKê da ye, fena ku dewlet pur û pak e, zulmê li kurdan nake, bajarên wan topbaran nake.

Xwedêgiravî akademîsyen, robakbîr û siyasetmedar in, ji dêlî ku li dijî îşxala welatê xwe derkevin, azadiya gelê xwe biparêzin, tenê PKKê rexne dikin.

PKKê jî rexne bikin, şaşiyên wê jî bibêjin, dibê meriv bibêje jî, ev temam. Ev mafê ye…

Lê belê ji bîr nekin ku yê welatê we îşxal kiriye, yê bajarên we topbaran dike, yê zarokên 3 mehî qetil dike leşker û polîsên dewletê ne, bi qasî ku hûn PKKê rexne dikin, dibê hûn wek kurd, wek însan ji vê hêza îşxalkar û xwînrêj ra jî tiştekî bibêjin.

Kurd ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar in, hûn wek akademîsyen, wek ronakbîr, wek siyasetmedar  ji dewletê tiştekî naxwazin.

Tenê PKKê rexne dikin. PKKê rexne bikin, lê hûn jî ji bo gelê xwe tiştekî bixwazin û  li tijî vê zulma dewletê du gotinan bibêjin. Hukûmetê bi çend qurişên pîs dengê we biriye û hûn kirine havlên xwe.

Lema jî hûn li dijî terora dewletê dernakevin, ji ber ku bi wera ne exlaq û ûjdan maye û ne jî heya.

Heger piçek exlaq, ûjdan û heya bi we ra hebûya piştî  zulmeke hewqasî barîz hûn hîn jî nediçûn di telewîzyonên vê deleta zalim û îşxalkar da rûnediniştin û we abûqatiya dewletê nedikir.




Dewlet ji Kafkasan mahciran tîne li Kurdistanê bi cî dike

Omer Ozmen, li ser cîwarkirina tirkên Ahiska li Kurdistanê tespîteke pir rast û di cî da kiriye. Ozmen, bal kişandiye ser planên dewleta tirk ya koçberkirina kurdan û di dewsa wan da cîwarkirina mahciran.
Ev meseleyek pir muhîm û heyatî ye, dibê hemû kurd û partî li hemberî vê plana hukûmeta AKPê û dewleta tirk dengên xwe bilind bikin.

”LI SER BINGEHÊ DEMOGRAFÎK PÊKANÎNÊN NİJADPEREST
Di navbera Tirkên Ahıska yên ku lı Ezirganê hatine cihbicîhkirin û Kurdên jı Şirnex u Amedê tên koçkirin pêywendi heye.
Her weha, Dewleta Tirk ji nijadperestîya xwe nebuhurîye û wekî dî derfet nîne ku demografya bakurê Kurdistanê biguherîne.
Rewşa Navnetewî û konjoktora heremî rê nade ku wekî demên borî cardin Qanuna Dersimê û Qanûna İskanê ya Mecburî derxin.
Divê sîyaseta kurd lı hember vê lîstika xeternak hişyar be û bi lezgînî xwe sererast bike !”
///Omer Ozmen

XXX
Hêzên kurd bi alîkariya hêzên koalîsyona navnetewî çemê Ferêd derbas kirin.
Yanî derbasî rojavayê Ferêt bûn.
Hêvî dikim xeber rast be û hêzên kurd xwe bigihînin Efrînê û wê korîdarê bi hev ve girê bidin.
Çend hefte berê Erdogan û Davutoglu digotin em qebûl nakin PYD derbasî wî aliyê Ferêt bibe, heger tiştekî wiha bikin emê midaxele bikin.
Wa ye heta nuha ”pel pel” li derbasbûna kurdan temaşe dikin, hîn agir bera erdê nedane, hîn dinya bi ser serê kurdan da nehedimandine.
Lê heyfa Sûriyê û PYDê ji kurdên bakur, ji Diyarbekrê, Cizîrê, Nisêbînê û Silopiyê digre, wan bajaran wêran dikin ji bo ku nebe Kurdistana rojava.
Li gorî pêşniyazpirseke mebûsê Dêrsimê Alî Can Onlu ya ji serokwezîr Davutoglu, hukûmetê di îlona 2014a da biryara kuştina li dora 15 hezar kurdî û koçberkirina 300 hezar kesî daye.
Û îro jî li wan bajaran vê plana xwe tetbîq dikin. Ji bo ku li Kurdistana bakur jî rewşeke wek ya Sûriyê û rojava peyda nebe…
2015.12-026

XXX


Bi dewleta tirk ra çareseriya herî rast û aştiya herî baş tirk ji Kurdistanê biteqizin. 

26 december 2015

Heta ku mahcirên tirk nûnerên me bin emê tim wiha bindest û kole bin

Nursel Aydogan mahcireke ji Bûlgarîstanê ye, xwe tirk qebûl dike, li Bûrsayê mezin bûye û dû ra ketiye nava tevgera PKKê ya legal û demokratîk û ev 3 car in ji Diyarbekrê dibe mebûsa kurdan.

Vê jina mahcir heta nuha gelek caran tiştên li dijî yekîtiya kurdan, li dijî  PDKê û malbata barzaniyan û li dijî çêbûna Kurdistanê gotiye.

Herî dawî jî du roj berê li Diyarbekrê ya jî li Batmanê di civînekê da dîsa hestên xwe yên li dijî çêbûna Kurdisyanê aniye zimên û gotoye, "Em rast nabînin kurd dewleteke cûda damezirînin" û wiha domandiye:

”Rojhilata Navîn şiklekî nuh digre. Li vir tenê birêz Ocalan nahêle kurdên her çar perçeyan werin ba hev û dewletekê ava bikin.(…)
Yanî çareseriyê di nava yekîtiya Tirkyê da, di nava sînorên Mîsakî Millî da tê fikirîn.
Bawer bikin heger îro PKK dev ji vê berde, bi dîtina min Emerîka û Îngilîstan ewê Kurdistanê çêkin. Astenga li hemberî vê, paradîgmeya birêz Ocalan bi pêş xistiye…”

Nûrsel Aydogan pir vekirî dibêje, ”heger ne Ocalan û PKK be Kurdistan ewê çê bibe, astenga li hemberî çêbûna Kurdistanê tenê PKK ye.”

Ji bo partiyeke ku ev 30 sal in şerekî çekdarî dike, bi dehhezaran şehîd dane şerm û trajediyeke pir mezin e ew wek hêzeke li dijî avabûna Kurdistanê were nîşandan.

Lê kes buhtana li PKkê nake, Nûrsel Aydogan, parlamentera HDPê li paytexta Kurdistanê, di nava bi sedan xortên kurd da dibêje ”heger ne ji PKKê û Ocalan be Emerîka û Îngiltere ewê Kurdistanê çêkin, hêza rê li ber vê digre PKK ye, pardîgma(modela) Ocalan e…”

Em HDPê bidin aliyekî, ji ber ku ew ne partiyeke kurd e û Kurdistanî ye, belhazir partiyeke Tirkyê ye.

Lê PKK ne wek HDPê ye, ew tevgereke kurd e, li Kurdistanê şerekî çekdarî dide.
Lema jî heger PKK van gotinên Nûrsel Aydoganê rast nabîne dibê tavilê li dij derkeve û eksê wê bibêje, eksê wê biparêze.

Li ser van gotinên Nûrsel Aydogana tirk û mahcira bulgar,  lê nûnera kurdan ya meclîsa Tirkiyê heta nuha ne PKKê û ne jî KCKê tu beyan nedaye û di heqê van îdîayên Aydoganê da tu berpirsiyarekî  PKKê tiştek negotiye.

Gava kes dengê xwe neke wê demê tiştê Nûrsel Aydoganê gotiye tê qebûlkirin.
Û heta ku beyanek li dijî van gotinên Nûrsel Aydoganê neyê gotin û Aydogan neyê rexnekirin emê van gotinan wek îdîayek rast qebûl bikin.

Ya din jî şêl û bêdengiya kurdên rayên xwe dane vê mahcira bûlgar ya dijmina Kurdistanê ye.
Bêdengiya kurdên, parlamenterên HDPê  yên ku xwedêgiravî  Kurdistaneke serbixwe diparêzin, ne li dijî çêbûna Kurdistanê ne. Çima ew dengê xwe nakin, çima ew newêrin fikrên xwe bibijêjin?

Nursel Aydogan, diwêre û di her fersendê da jî dibêje ew li dijî avabûna Kurdisneke serbixwe ye, ew li dij e ku kurd ji Tirkiyê veqetin û bibin xwedî dewlet.

Baş e kurdên HDPê yên serxwebûnxwaz û Kurdistanparêz çima newêrin wek Nûrsel Aydoganê dîtinên xwe bibêjin?
Ma qey azadiya firkiribeyankirinê ji Nûrsel Aydoganê û ji tirkên li dijî Kurdistanê tenê ra heye?

Heger ne derew e, heger ew jî wek Nûrsel Aydoganê nafikirin bira ew jî fikrên xwe bibêjin, bira bibêjin Nûrsel wiha difikire lê belê em eksê wê difikirin, em dixwazin Kurdistan çê bibe û kurd jî bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Heta nuha Nûrsel Aydoganê û tirkên wek wê gelek caran li dijî Kurdistanê  beyan dane û  gotine ew li dij in ku Kurdistan ava bibe...

Lê heta nuha ji nava HDPê yek însan li dij van beyan û gotinên van kesan derneketiye û negotiye hûn naxwazin lê belê ez Kurdistanê dixwazim, ez dixwazim kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Diyar e di nava PKKê û HDPê da kesên Kurdistanê dixwazin ya tunene ya jî newêrin wek van tirkên kemalîst dîtinên xwe bibêjin. Heger hene û bi rastî jî Kurdistaneke serbixwe dixwazin dibê îro dengê xwe bilind bikin.

Netîce, ji bo partiyeke ku ev 30 sal in li hemberî dewleta tirk şerekî bêhempa dike û bi dehhezaran şehîd dane, trajediyeke pir mezin e ku Nûrsel Aydogan  wê wek hêzeke li dijî avabûna Kurdistanê nîşan bide û bibêje heger ne PKK be kurdên her çar perçan ewê bibin yek û Kurdistanake serbixwe ava bikin...
Di nava tevgera PKKê û HDPê da hebûna Nûrsel Aydoganê û kesên wek wê bi xwe trajedî û şermeke mezin e, tevgereke netewî van kesên kemalîst di nava xwe da nahêle.

25 december 2015

Ji bo dewleta tirk PDK jî bi qasî PKKê dijmin e

Hin kes wisa bawer dikin ku hukûmeta AKPê dijminê PKKê û dostê PDKê ye....
Ev hesabekî sedîsed şaş e.
Hukûmeta AKPê, dewleta tirk li dijî hemû partiyên kurd e, heger ji destê wan were dixwazin hemû partiyên kurdan ji ortê rakin.
Lê mesele bi dor e, îro dibê PKKê ji ber xwe da bixînin. Ji ber ku PKK ji bo xwe wek strî dibînin.
Lema jî dixwazin berê ji vî strîyî xelas bibin.
Gava PKK nema, îcar ewê dor were PDKê û hêzên din. Hêdî hêdî, yek bi yek.
Hukûmeta AKPê, dewleta tirk naxwaze Kurdistaneke serbixwe li tu derê çê bibe.
Ji bo ku li tu derê Kurdistan çênebe hukûmeta AKPê her tiştî dike.
Piştgiriyê dide Daîşê, El Nusrayê û her hêza li dijî kurd û Kurdistanê.
Nahêle dinya alîkariya kurdan bike.
Dibêje gerek Îraq û Sûriye perçe nebin.
Dema ev jî têr nake ew bi xwe, bi leşkerên xwe sînoran derbas dike û li Kurdistana başûr û rojava herêmên nuh îşxal dike.
Yanî ji bo dewleta tirk PDK jî bi qasî PKKê dijmin e û gava roja wê were ewê li hemberî PDKê jî eynî şerî bike û heger ji dest were nehêle Kurdistan çê bibe.
Heta nuha kurdan çiqasî bi tirkan bawer kirine tim û tim li zirarê derketine.
PDK jî nuha ewê ji vê poşmaniyê tahm bike û careke din bibîne ku tirk nabin dost, ew li dû xerabiya kurdan û berjewendiyên xwe.
Çara û riya xelasiyê û çêbûna Kurdistanê ne dostiya bi Tirkiyê û Îranê ra ye, yekîtiya netewî ye.
Heger PDK, PKK, YNK, Goran û PYD di serî da hêzên kurd yekîtiya xwe çêkin û bi vê yekîtiyê derkevin hemberî dinyayê ewê bikanibin li Îraqê û Sûriyê azadiya xwe, dewleta xwe bi dest xin. Ya na, bi vê perçebûnê ne ew yek bi yek dikanin tiştekî bikin û ne jî kes wan digre cidiyê…

XXX
Cemîl Bayik gotiye, ”li Wîetnamê çi bûbe li Kurdistanê jî ewê ew bibe…”
Viya tiştekî nuh e.
Wîetnamiyan ji bo ku leşkerên emerîkî ji Wîetnamê derxin û serxwebûna xwe îlan bikin şerekî milî dididan, ne ji bo ”xweseriya demokratîk”!
Îcar ji bo ku meriv bibêje ”li Wîetnamê çi bûbe li Kurdistanê jî ewê ew bibe”, berî her tiştî dibê PKK dev ji siyaseta ”tirkiyetiyê” berde û dû ra jî termînolojiya xwe, daxwaz û hedefên xwe yên siyasî biguherîne.
Yanî eşkere bibêje em dixwazin ji Tirkiyê veqetin, em dixwazin leşker û hêzên tirk ji Kurdistanê derxin.
Heta ev yek neyê gotin, hemû peyv û slogan laf û guzaf in…

XXX


Di medyaya civakî da li ser navê însanan, li ser navê vî serokî û wî serokî derew, tazwîrat li bin guhê hev dikevin.
Yên viya dikin ne tenê tirk û dijmin in, kurd jî dikin, kurdên hevalê partiyekê li dijî partiyeke din, li dijî siyasetmedar û serokekî din derewan belav dikin.
Ev tiştekî pir ne xweş e, şerm e.
Bêexlaqiya herî mezin li ser navê xelkê belavkirina derewan e, însan piçekî ji xwe fedî bike li ser navê xelkê xeberên vir belav nake...

24 december 2015

Zarokên îro "terorîstên" sibe

Hîlal Kaplan jinek tirk ya dîndar e û şerfaneke AKPê û Erdogane. Xwedêgiravî jin e, însan e û xwedênas e.
Ka binêrin vê jina tirk, misilman û çaqokêşa Erdogan li ser kuştina zarokên kurd di twîtteke xwe da çi peyveke bi merhamet û însanî kiriye (!)
Hîlal Kaplanê, ji bo zarokên ku li Silopiyê, Cizîrê, Nisêbînê û Diyarbekrê ji alî leşker û polîsên dewleta tirk ve tên kuştin gotiye baş e ku hîn zarok in tên kuştin, heger nuha neyên kuştin, sibe dema mezin bibin ewê jî bibin terorîst…
Hîlal Kaplan:
”Li hin deran ji ber ku zarok tên kuştin hin kes xwe diçirînin. Ji bîr nekin terorîstê îro jî do zarok bû, teşhîsa zû jiyanê xelas dike…”
Tirkên misilan û xwedênas ev in, dixwazin kurdan ji zaroktî da bikujin, ji bo mezin nebin û nebin terorîst !
Li gorî Hîlal Kaplana xwedêgiravî jin, însan û misilman "teşhîsa zû jiyanê xelas dike", yanî diyar e ku zarokên kurdan dema mezin bibin ewê bibin terorîst, lema jî baştir e tirk wan hîn zarok in bikujin...

Not:
Hîlal Kaplanê gotiye, wê tiştekî wiha ne gotiye û ne jî nivîsî ye, ev buhtan e.
Dibe ku Hîlal Kaplanê tiştekî wiha negotiye, tiştê li ser navê wê hatiye kirin bi rastî jî buhtan e. Lê em dizanin tirkên tiştên wiha û heta ji wê jî zêdetir dibêjin hene. Leşker û polîsên li Diyarbekrê, Cizîrê, Silopiyê û Nisêbînî zarokên me, jinên bi himil dikujin wiha difikirin.
Di nava  20 salên dawî da vê dewletê bi sedan zarok kuştin û gelek caran jî sîlehek jî danîn kêleka zarokê qetil kirin.
Lema jî Kaplanê ev gotinên jor negotib jî  lê dewlet û hukûmet û bi milyonan tirk eynî wiha difikirin.

XXX


Demirtaş li Moskowayê gotiye ”xistina balafira rûs şaş bû”, dibê wiha nebûya.
Davutoglu, serokwezîrê komîk ji vê peyva Demirtaş pir aciz bûye û gotiye,"ev peyva Demirtaş îxaneta bi Tirkyê ra, heta îxaneta bi însaniyetê ra ye !".
Biçirîne, berde binê te erd e !
Di dîroka dewleta tirk ya panturkîst û faşîst da heta nuha tu serokwezîr bi qasî Davuoglu ne komîk bûye. Rutba wî prof e lê aqilê wî bi qasî bi qasî yê çûkekê jî tuneye, carnan tew nizane çi dibêje…
Îcar “ îxaneta bi însaniyetê ra” !
Ji bo we ji xwe her kurdê ne zilamê we xayin e.
Lê xiyanet, hevaltî û piştgiriya bi we ra ye, zilamtiya neyar e...

Ev dîmen ji trajediyê jî wêdatir e.


Sezgîn Tanrikulu parlamnenterê CHPê ye, wek kurdekî, wek însanekî xwedî ûjdan dixwaze zulma dewlet li Cizîrê, li Silopiyê û li derên din li kurdan dike limeclîsê bîne zimên.
Ji bo vê jî dixwaze meclîs deqîqeyekê bi riya telefonê li kurdekî ji Silopîyê guhdarî bike.
Tanrikulu ji meclîsê ra dibêje, ez nikanim zulma li wir li kurdan dibe bînim zimên, ancax yekî ji wir zulma li wan dibe bi we bide fêm kirin, deqîqeyekê lê guhdarî bikin.
AKP yî protesto dikin, nahêlin yê kurd bipeyive, gotinan davêjin ji Tanrikulu da.
Lê ya herî trajîk, parlamentera HDPê Perwîn Buldan jî wek seroka civînê mudaxeleyî Tanrikulu dike, destûr û nîzama meclîsê bi bîra Sezgîn Tanrikulu dixe û destûrê nade kurdê cizîrî bi riya telefonê halê gelê xwe bigihîne dinya yê.
Ez, bêbavî û zalimiya AKPyiyan fêm dikim, helbet ewê nexwezin
dinya dengê kurdan, hawara kurdan bibihîze.
Lê gava parlamentereke HDPê, jineke ku peyê wê jî ji alî vê dewleta qatil ve hatiye kurştin jî bi AKPiyan ra hereket bike, ew jî dengê Sezgîn Tanrikulu bibire ji şermê wêdatir, rûreşiyeke mezin e.
Dewleta tirk ne li gorî qanûnan me dikuje û bajarên me dişewitîne. Dewleta tirk ne li gorî qanûnan 21 rojan nahêle kurd ji malên xwe derkevin, 21 rojan kurdan di malên wan da hefs dikin.
Ev meclîs jî tê da, her tiştê dewleta tirk ji bo kurdan xeyrîmeşrû ye, ji bo bêdengkirina kurdan parastina qanûn û nîzama meclîsa tirk ji alî parlamentereka HDPê şermeke mezin û trajediyeke bêemsal e.
Ez Sezgîn Tanrikulu ji ber vê camêriya wî, ji ber vê hewildana wî ya însanî pîroz dikim û Perwîn Bûldanê jî şermezar dikim.
Dibê Perwîn Bûldan ji ber vê kirina xwe ji gelê kurd uzrê xwe bixwaze...

XXX
Gava serfermandar ne tu serfermandar be, artêşa herî xurt jî nikane bi ser keve, mahkûmî têkçûnê ye.



XXX
Li Diyarbekrê di nava Sûrê da şerekî giran heye.
Li gorî xeberên medyaya civakî leşkerekî giran girtiye ser Sûrê.
Ji taxên din gel diçe hawara gelê Sûrê, ji bo ku rê li ber qetlîameke mezin were girtin.
Tiştê Daîşê li Kobanê kir dewleta tirk îro li Diyarbekrê dike...

23 december 2015

Navê wira ne ”Rojhilatê Tirkiyê” ye, Kurdistan e !


Selahedîn Demirtaş, berî ku here Moskovayê civîneke çapemeniyê çêkir.
Demiertas di axaftina xwe da ji bêdengiya ”dost û hevalbendên” HDPê û bi taybetî jî ji ”Gezîciyan” gazin kir û got,
”Rojavayê Tikiyê li hemberî bûyerên rojavayê welêt bêdeng e. Eynî tişt li Îzmîrê bibe emê li gel Îzmîrê bin. Li Qeyseriyê bibe emê li Qeyseriyê bin. Dibê însan dengê xwe bilind bikin. Kesên li Geziyê digotin me dewlet nas kir, wisa xuya dike ku dewlet nas nekirine. Dibê rojavayê Tirkiyê êdî dawî bide vê bêdengiyê û xemsariyê û ji bo guhertina parlamentoyê û siyasetê însîyatîfê bigre…”
Berî her tiştî navê Kurdistanê ne”Rojava” ye, Kurdistan e. Dibê meriv navê welatê xwe wek tirkan telafuz neke.
Dibê kurd êdî dev ji termînolojiya ”rojhilat” mojhilat berdin, piştî hewqas xwîn û malwêranî hîn û hîn jî ji dêlî navê Kurdistanê, bikaranîna gotina ”rojhilat” û ”rojhilatê welêt” ne xweş e, şerm e.
Meriv ji bo ”rojhilatê” welatekî bi salan şerê çekdarî û bi dehhezaran şehîd nade, ”xweseriya demokarîk”(qey qest otonomî ye) naxwaze û ji bo rojhilatê welatekî ” xendeka nakole.
Heger hûnê ji Kurdistsnê ra hîn jî bibêjin ”Rojhilatê Tirkiyê”, wê demê ev şer û teşxele ji bo ci ye ?
Tu siyasetmedarê kurd dibê ji dêlî navê Kurdistanê, navê ”Rojhilat” û filan û bêvan bi kar neyne, navê welatê xwe wek camêran rast bibêje.
Ya din jî mesela çepên tirk û bêdengiya Gezîciyan e.
Di nivîsa xwe pêr da min qala vê meselê kiribû. Dibê em kurd êdî hinekî biaqil bibin û bizanibin ku tirk tu carî nayên hawara me.
Ne Gezîcî tenê, çepên tirkan jî, rastên tirkan jî û dîndarên tirkan jî di rojên teng da tu carî nebeziyan e alîkariya kurdan û nabezin.
Kurdan heta nuha bi dehan çepên tirk yên bêkes bi rayên xwe kirin parlamenter. Hemû nuha nuha xwedî meaşekî bilind in. Lê em bala xwe didinê ji wan qet deng dernakeve, belkî jî kurd ji zû da ji bîr kirine.
Gelek kurdên Stenbolê ji bo ”Geziyê” xwe kuştin, digotin ev wacibekî însanî û enternasyonalîst e.
Nuha jî hewcedariya kurdan bi alîkariyê heye, çima ”Gezîciyên” me naçin Cizîrê, Nisibînê û Silopiyê.
Bavo bira neçin Cizîrê û Nisibînê, bira li Stenbolê, li Anqerê zulm û terora dewletê protesto bikin. Em bi wê jï razî ne.
Lê em dibînin wê jî nakin.
Tirkan her tim li pelçiqndin, serkutkikirin û qetilkirina kurdan temaşe kirine. Ji sedî yekê tirkan jî li dijî terora dewletê dernakeve, kesên li dij derdikvin pir hindik in, ne ji sedî yek in jî.
Di hemû serîhildanên kurdan da jî wiha bûye, piraniya miletê tirk, medyaya tirk, siyasetmedar û ronakbîrên tirk ji teror û qetlîmên dewleta xwe ra li çepikan xistine û piştgirî dane dewleta xwe.
Îro jî piraniya tirkan, medyaya tirk piştgiriyeke pir xurt dide terora dewlet li Kurdistanê dimeşîne. Medyaya tirk ji dewletê bêtir dixwaze dewleta bînê li kurdan biçikîne û heta jê tê bikuje.
Him piştgiriyê didin dewleta xwe û him jî bûyeran tahrîf dikin, qetlîamên dewklet dike dixin hustuyê PKKê. Li hemberî kurdan şerekî psîkolijîk dimeşînin.
Dostê me yê roja teng baş xerab dîsa em kurd xwe bi xwe ne…

22 december 2015

Welatekî dixwazim navê wî KURDISTAN !

Dewleta tirk li hemberî kurdan herbeke nuh ya mezin daye destpêkirin. Bi tank û topan ketiye gelek bajarên kurdan û bajaran topbaran dike.
Ji ber van êrîşên hêzên îşxalkar Cizîr, Nisêbîn, Dêrik, Lice, Gever, Silopî, Diyarbekir, Şirnex wêran bûne, bi hezaran kurd koçber bûne, bi sedan kuştî û birîndar hene.
Bi kurtî Kurdistan dişewite û kurd di nava agir da ne. Şer û êrîşên dewletê berdewam in.
Di rojeke wiha da kurdekî tirkiya ev teksta jêr parve kiriye

”Welatekî tenê dixwazim navê wî ”DINYA.”
Nîjadekê tenê tenê dixwazim navê wê ”ÎNSAN.”
Kayniyekê tenê dixwazim navê wê ”HEZKIRIN.”
Sloganekê tenê dixwazim navê wê ”BIJÎ BIRATIYA GELAN!”

Min xortê ev nivîs parvekiribû  ji hevaltiya xwe derxist.
Min jê ra nivîsî:
”Ji ber ku te nivîsa "Bir ulke istiyorum adi dinya" filan û bîvan, belav kiriye ez te ji hevaltiya xwe derdixim.
Kesên ji kurdatiya xwe nerehet in, kesên dixwazin ji kurdayetiya xwe xelas bibin teorî û qulpên wiha dibînin.
Ji dêlî ku tu bixwazî wek her kesî bibî xwedî welat, tu xewna bira her kes wek te bibe bêwelat dibînî.”

Hin kesên kurdayetiyê ji bo xwe wek barekî, wek gelşekê dibînin ya eslê xwe înkar dikin, ya xwe vedişêrin ya jî dibin ”enternasyonalîstên” herî bi heraret.
Dinya tu carî nabe yek welat û yê her kesî.
Hemû însan tu carî nabin yek milet, yek nîjad.
Û hemû miletên cîhanê jî tu carî nabin birayên hev.
Lê miletên bindest dikanin ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî welat.

Nîjadên cihê, miletên cihê, dikanin bi hev ra bijîn, ne şert e zulmê li hev bikin û hev û du qir bikin.
Yanî problem ne di hebûna welatan û miletan da, di îdeolojiyên nîjadperest, faşîst, emperyalîst da ye, di çavnebariya însan da ye, di xwestina kedxuriyê da ye.

Di hebûna rîjîmên dîktator û faşîst da ye.
Lema jî dibê meriv ji dêlî ku li dijî hebûna welatan û miletan be, dibê li dijî îdeolojiyên faşîst, îşxalkar derkeve û cîhaneke demokratîk,  adil, wekhev  û xwedî heq û huqûq biparêze…

Karl Marx jî di wexta xwe da bi enternasyonalîzmê dinyayeke bêsînor xeyal kiribû, lê praktîkê nîşan da ku ew ne mimkûn e, tenê xeyal e.

Lê Theoder Herzlê(1860-1904) bavê nasyonalîzma cihuyan û dewleta Îsraîl li dijî vê teoriya Marx derket û got ne mimkûn e em her kesî bikin wek xwe,  çare dibê em wek her kesî bibin xwedî dewlet.

Û ji bo vê jî 50 sal da ber xwe, got dibê di nava 50 salî da em cihû jî wek miletên din bibin xwedî dewleteke netewî û ji vî halê perîşan xelas bibin.

Rewşa me kurdan jî eynî wek ya cihuyan ya sedsala 20 ye. Em nikanin sînorên dinyayê rakin, dewletan belav bikin û hemû miletan bikin yek milet.

Em kurd jî ya emê bibin xwedî dewleteke netewî û ji vê bindestiyê xelas bibin û ya jî emê hêdî hêdî bihelin û bibin ereb, faris û tirk.

Wekî din tu çare û tu xelasiya me tuneye, dibê em dev ji teroriyên dinyayeke bêsînor û yek milet(însan)berdin û ji bo tiştên mimkûn  bixebitin.

21 december 2015

Tirk bi kuştina kurdan destên xwe hine dikin

Medyaya civakî û rojnameyên tirk bi dilşadiyeke mezin dinivîsînin bê leşkerên wan li Cizîrê, Silopiyê û li Sûrê çiqas kurd kuştine. Mizgîna qetilkirina bi sedan kurdî didin tirkan.
Medyaya tirk, civata tirk û hukûmeta AKPê bi kuştina kurdan pir û pir kêfxwes xuya dikin.
Serokwezîr û berdevkên hukûmetê dibêjin ewê heta dawiyê herin, heta ku yek ”terorîst” nemînin ewê bikujin û bajaran yek bi yek wêran bikin.
Rast dibêjin, dijminekï xedar in û heta ji wan were ewê bikujin û wêran bikin.
Ji ber ku ancax bi vî hawî kanin kurdan û Kurdistanê di bin destê xwe da bihêlin.
Ji xwe heta nuha jî bi kuştinê îşxala xwe parastine.
Çimkî îro ew xurt in, di destê leşker û qatilên wan yên profesyonel da sîlehên giran hene, tank û topnên wan hene, lema jî ewê qetlîamên xwe bidomînin.
Çawa nebe dinya bêdeng e û bi hezaran kurdên zilamên dewleta tirk û hukûmeta AKPê li hemberî vê barbariyê kerr û lal in, kes îtîrazî vê zulmê nake û li hemberî hukûmeta AKPê ranebe. Heta nuha yek kurdî jî ji AKPê îstîfa nekiriye.
Ev yek jî bêguman cesaretê dide hukûmetê. Bi rengekî bêtirs ewê bikujin û wêran bikin.
Seddam jî pir kurd kuştin, lê aqübeta wî her kes dizane. Ev zulm ewê ji Erdogan û Davutoglu ra jî nemîne

XXX
Gelê Şirnexê lek bi lek dihere gazî û hawara Cizîra botan, kela mîran û egîdan.
Bira parlamenter, wezîr û kurdên hevkarên AKPê ji xwe fedî bikin.
Dijmin bajarên wan wêran dike, zarokên wan qetil dike, lê ew dîsa jî bêdeng in, dîsa jî dev ji hevaltiya neyarê xwe bernadin...
Bijî liberxwedana gel ya li hemberî îşxala dewleta tirk !
Bimre hevkariya bi neyarên miletê kurd ra !

XXX
Nêta vê hukûmetê tuneye zirnîqekî jî bide kurdan, heger hebûya bajarên kurdan yek bi yek wêran nedikirin.
Ji bo ku kurd bibêjin "TESLÎM" ewê hîn gelek xwîn birjînin.
Dibê em jî nîşanî vê dewleta faşîst û îşaxalkar bidin ku kurd ewê tu carî teslîm nebin û dev ji doza azadî û serxwebûna xwe bernedin...



XXX
Bi dehan generalên tirk li hev civiyan e li ser xerîtê plan û amadekariyên îşxala Cizîrê û Silopiyê dikin.
Hin kurdên bêxîret hîn jî li hemberî vê hêza îşxalkar bêdeng in, hîn jî hevalên dewlet û hukûmeta wan in.

20 december 2015

Dewletê di sala 2013a da biryara vî şerî daye


Davutoglu di rojnameya Hurrîyetê da ji Akîf Bekiyê xwefiroşê bîngolî ra gotiye ”şer û operasyonên li hemberî van bajaran di sala 2013a da hat plankirin.”
Ji bo ku careke din xendek neyên kolan û barîkat çênebin ewê her tiştî bikin, tedbîrên mezin bigrin, gelek qereqolên nuh çêkin û leşkerekî mezin li wan bajar û herêman bi cî bikin.
Yanî ev operasyonên li hemberî Licê, Silîva, Cizîrê, Nisêbînê, Kerboranê, Geverê, Bazîdî û hin derên din ne ji ber xendekan bûye, dewletê du sal berê haziriya vî îşî kiriye û li bende mahneyekê, hincetekê bûye. Hincet jî xwediyên xendekan ji dewletê ra amade kirin. Û dewletê jî ev yek kir bahane û li hemberî bajarên kurdayetî lê xurt bû dest bi şerekî wêrankir kir.
Lö dibê em bizanin xendek mendek hemû bahane ne, dewletê berê birayara xwe dabû ku li Kurdistanê hêza xwe qaîm û xurttir bike. Ji bo ku Kurdistan ji dest wan dernekeve ev yek lazim e, dibê tim xwe nuh bikin.
Davutoglu gotiye:
”Di nirxandina xwe ya sala 2013a ya meha mijdarê/kasimê da me 12 qeza hedef girtibûn. Heger hûn li micadeleya du sê meh berê binêrin Lice, Silîva, Warto, Qulp heye, Cizîr dom dike. Gever, Bazîd heye. Li piraniya van qezeyan kontrol hat pêkanîn. Nuh 4-5 qeza mane. Sûr, Cizîr, Silopî, Nusêbîn, Kerboran. Nuha me giraniya xwe daye wan deran. Qereqolên nuh ewê werin avakirin û daimî bin.”
Ji van gotinên Davutoglu jî diyar dibe hukûmeta AKPê du sal berê biryara vî şerî daye. Ji bo ku bajarên kurdayetî li xurt e bepelçiqînin, kurdan ji hev belav bikin û hêzên xwe yên leşkerî li Kurdistanê xurttir bikin li bende hincetekê bûne. Heger ne xendek bûna ewê bahaneyeke din bidîtana, çimkî biryara xwe dabûn.



Dewleta tirk Kurdistanê ji nuh ve îşxal dike

Dewleta tirk bi leşkerekî giran girtiye ser gelek bajarên Kurdistanê û qeweta xwe li serê kurdan diceribîne, mêraniya xwe nîşanî me kurdan dide, dixweze me serkut û çavtirsiyayî û qudûmşikestî bike.
Tirk bi kêmanî ev 150 sal in ji bo ku Kurdistan ji bin îşxala wan dernekeve û kurd azad nebin vê barbariyê li me kurdan dikin. Her carê bi hincetekê êrîşî kurdan dikin, gund û bajarên me dişewitînin.
Yanî xendek filan û bêvan hemû bahaneyên ji bo ku hêzên xwe li Kurdistanê zêde û xurttir bikin.
Çawa ku heta nuha kurd teslîm nebûn, bi vê sefera wan ya dawî jî ewê teslîm nebin û van hovan poşman bikin.
Her kurdê welatparêz û xwedî ûjdan dibê berî hertiştî li dijî vê îşxal û barbariya artêşa dewleta tirk derkeve, vê terora dewleta tirk protesto bike û ji bo gelê xwe doza azadî û serxwebûnê bike.
Bijî kurd û Kurdistan!
Bijî azadî û serxwebûna kurdan!
Bijî liberxwedana li dijî îşxalê!
Bimre barbarî, teror û îşxala dewleta tirk!

XXX
Demirtaş tiştekî xweş bi bîra Davutoglu xistiye.
Davutoglu her cara çûye Sûriyê tirm şîret li Esad kiriye, gotiye ”bi tank û topan êrîşî gelê xwe neke”!
Davutoglu şîretan li Esad dike, jê ra dibêje bi tank û topan êrîşî gelê xwe neke, lê belê ew bi xwe eynî tiştî dike, artêşa wî bi tank topan êrîşî kurdan dike.
Davutoglu, êrîşên Esad şaş, lê yên xwe rast dibîne.
Ji ber ku ew êrîşî kurdan dike, li hemberî kurdan bikaranîna her sîlehê mubah dibîne…
Ne xêra Demirtaş be kes tiştên wiha bi bîra van faşîstan naxe…

XXX


Heta ku kurd bi xwe bi hev nekevin, yek zora yekî nebe, yek yekî ji dijmin ra navêje ji erdê da kurd tu carî têk naçin, wenda nakin.
Yanî dijmin bi tena serê xwe tu carî zora kurdan nebiriye û îro jî nikane bibe.
Heger îro jî bêtifaqî nekve nabêna kurdan, kurd bi hev nekevin, kurdan zora dijminên xwe birine.
Lê tirsa min ew tirs e di nuxteya dawî da hêzên kurdan dîsa têkevin gewriya hev û dijmin jî ji vê teşxelê feydê bibîne û îcar jî zora kurdan bibe..
Her kurd, her kesê welatparêz dibê li dijî şer û pevçûna hêzan kurdan yên xwe bi xwe derkeve.
Îro roj ne roja berberiyê, şer û teşxeleyan e, roja tifaqê, hevkariyê, dostî û biratiyê ye. Ev tunebe emê hemû li zirarê derkevin.
Heger îcar jî em wenda bikin, heger îcar jî em ji van fersendan sûdê negrin bi Xwedê çû ji me da, careke din em nikanin werin ser xwe...

19 december 2015

Kertalo ma warê te li ku ye?

Ji kertal ra gotin, ma warê te li ku ye?
Got weleh ba dizane.
Cî û warê hin siyasetmedarên kurd jî ne ba, lê pere dizane. Kî perê wan bide warê wan wir e...
Yên do li TRT6 bûn îro transeferî rojnameya Zamanê bûne.
Rojnameya Zamanê dest bi weşana malpereke kurdî kiriye.
Hin kurdên ji TRT6ê hatine bidûrxistin îcar li Zemanê cî ji xwe ra dîtine, îcar Zeman ji xwe ra kirine war...
De ser xêrê be…

XXX
Ez bi xwe tu maneyekê nadim bêtehamuliya PYDê û PKKê ya li hemberî ala kurd û Kurdistanê.
PYDê li Kurdistana rojava di merasimekê da dîsa nehîştiye xelk ala Kurdistanê hilde.
Bi rastî eyb e, ew bi xwe ala kurd hilnadin ev biryara wan e, kes wan îcbarî hildana ala kurd nake.
Lê dibê ew jî midaxeleyî xelkê nekin. Wê demê tu ferqeke wan ji dewleta tirk namîne.
Dewleta tirk jî li dijî ala kurd e, nahêle kurd ala xwe li her derê û bi azadî hildin. Lê hûn vê şêla Tirkiyê rexne dikin, dibêjin ev ne demokrasî ye. Bes hûn bi xwe jî eynî tiştî dikin.
Ev tiştekî ne xweş e, ne rast e.
Dibê PYD û PKK vê meselê di nava xwe da çareser bikin, kurd hildana ala kurd li hev yasax bikin eyb e, ne xweş e.
Ala kurd ne ya tu partiyê, tu hêzê ye, ala miletê kurd e, li her çar perşên Kurdistanê jî ev al ya miletê kurd e.


XXX
Ez îdîa dikim, di nava 500 milyon ereb da yek erebê wek Mazhar Bagli û Mehmet Metîner li dijî gelê xwe û dostê dewleta Îsraîl tuneye.
Di nava 500 milyon ereb da yek erebê micadeleya filistîniyan neheq(çi çekdarî, çi ne çekdarî) û dewleta Îsraîl biheq nîşan bide û biparêze tuneye...
Lê di nava kurdan da bi sedhezaran kesên wek Mazhar Bagli û Metîner hene, li hemberî gelê xwe abûqatiya dewleta tirk dikin, bindestî û koletiya gelê xwe diparêzin
Ji bo gelê xwe qet tu mafî naxwazin
Û ji ber vê şêla xwe ya hevkariya bi dijmin ra jî qet şerm nakin.