31 december 2014

Xwendin û nivîskarî

Dibêjin nivîskar ji nivîskaran, kitêb ji kitêban derdikve. Gotineke pir rast e, bala me dikşîne ser girîngiya xwendinê. Dibêje bêyî xwendin, bêyî zanîn meriv nabe nivîskar û xuliqandina edebiyateke bedew jî ne mimkûn e.
Civatên xwendin lê kêm be nivîskarên mezin jî jê dernakevin. Sebebê kêmbûna nivîskarên kurmancî ev e, kurd pir kêm dixwînin. Û yên dixwînin jî piranî bi zimanekî din dixwînin.

Meriv bi kîjan zimanî bixwîne dikane bibe nivîskarê wî zimanî. Xwendina bi zimenekî meriv nake nivîskarê zimanekî din. Heger bike jî nake nivîskarekî baş e.Çimkî edebiyat berî her tiştî û ji hertiştî zêdetir ziman e, gava ziman bi pêş nekeve, gava nivîskar di zimanê xwe da her roj rastî bi hezaran gotin, form û fantaziyên nuh neyê nikane bibe nivîskarekî mezin, nikane tiştekî nuh û cuda bibêje.


Bi xwendinê qesta min ne mekteb û zanîngeh e, qesta min xwendina berhemên edebî yên bi zimanê xwe ye. Ez bawer nakim nivîskarekî bi kurdî nexwîne, ji edebiyata kurdî baş ne haydar be bikanibe zimanê xwe bi pêş bixe û bikanibe bi kurdî berhemên baş bixuliqîne.
Yanî ez dibêjim nivîskarekî nivîskarên kurd nexwîne, nekeva nava cîhana wan, nikane bibe nivîskarekî temam, mezin.
Dema ez viya dibêjim bêguman ez xwendina edebiyata cîhanê, zanîna zimanên din biçûk nabînim û nadim aliyekî. Ji xwe bêyî xwendina edebiyata cîhanê, bi kîjan zimanî dibe bira bibe, (bi zimanê meriv be helbet baştir e) qet nabe.

Ev xerc e, lê kevirê avahiyê zimanê me ye, zanîna zargotin, dîrok û edebiyata me ye. Bi saya wan meriv kane kultur û şiklê jiyana miletekî nas bike. Bi xwendinê qesta min ev e.


Yekî kurdî nexwîne, tenê bi erebî û tirkî bixwîne, çavkaniya ziman, xeyal û numûneyên wî nivîsakrên ereb û tirk be, edebiyata erebî û tirkî be nikane bibe nivîskarekî baş...
Ji bo ku meriv bibe çîrokbêjekî kurd, dibê haya meriv ji çîroka kurdî hebe, li wê guhdarî kiribe, wê ji nêz ve nas kiribe


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE