23 december 2014

Weleh ev ne tu aqil e

Dema tu li medya PKKê temaşe dike tu dibêjî belkî dehhezar pêşmerge bi çekên giran ne di nava şer da ne, balafirên mitefikan qet li Daîşê nadin, yên şer dikin tenê gerîla ne, Şengal ji alî gerîlayên PYDê, HPGê û PYJê tenê ve hate rizgarkirin û ew tenê li wir şer dikin.
Heger carnan ji mecbûrî bi gotinkê qala pêşmergeyan bikin jî, ew jî pêşmerge tim piştî ku şer diqede yanî dawiya şer tê.
Medya nêzî PDKê jî ne bi qasî ya PKKê be jî, lê ew jî eynî tiştî dike, ew ya qala gerîla nakin û dema qal dikin jî, ew jî di ser ra, hema bi çend gotinan, fena ku tunebin.

Ev terefgirî û partîzanî pir beloq xuya dike û meriv him diêşîne û him jî xemgîn dike û ditirsîne. Dil dixwest herdu seriyan jî tenezulî vê yekê nekirana. 
Bi çavê artêşa kur li gerîla û pêşmerge binêriyana û herdu serî jî wek hev bigirtana. Lê maxabin nakin.

Heger li Kurdistanê medyayek serbixwe hebûya wiha nedibû. Li herçar beşên Kurdistanê jî medyayek serbixwe tuneye. 

Hemû telewîzyon, rojname û malperên hene ya raste rast yên partiyan in ya jî yên heval û kesên nêzî wan in. Loma jî weşaneke objektîv, bêteref tuneye. 
Herkes yê xwe derdixe pêş û pesnê yê xwe dide.

Lê terefgiriya medyaya PKKê pir zêde ye, meriv nerehet dike. Ez bawer dikim di nava medya PKKê da hin kesên çep, hin çepên tirk viya bi zanetî dikin. Ji xwe bi qasî meriv ji derve dibîne hertişt di destê van tirk û çepan da ye.
2014-12-22

XXX


Hin kes xwe mecbûr dibînin, dibê wek şelafan pesnê hin serokan bidin. Belkî jî wiha difikirin: heger ez têra xwe pesnê filan serokî, filan partiyê bidim û baş halanan di wan hildim, miheqeq rojekê ewê dengê min bibihîzin û bivênevê ewê xêrekê bi min bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE