25 december 2014

Serpêhatiya du kewan

Dibêjin di wext û zemanekî da nêçîrvanekî du kew girtin û xistin qefesekê. Û rojê çend caran av û qûtên(êmên) cûr be cûr da ber wan. Herdu kewan demekê tiştek naxwirin û venexwarin, li ber xwe dan.
Lê piştî demekê yekê dev ji liberxwedanê berda  û dest bi xwarinê kir. Nêçîrvan di qût(êm) da qet texsîr nedikir, her roj qûtên (êm, xwarin) xweş û babet babet dide ber wan. Qût(êm) bi rastî jî xweş bûn û kewê jî  dixwar û dixwar.
Lê kewa din dev ji liberxwedanê berneda, di nexwarinê da israr kir. Ji bo ku ew jî  bixwe, hevala wê çiqasî li ber geriya jî qebûl nekir.
Lê wê xwarina xwe domand. Û her ku xwar qelaw bû, di ser hev ra geriya, giran bû. Û di vê nabênê da ji ber hebûna xwarinên gelkî xweş û pir, êdî ji qefesê jî aciz nedibû. Heta jê hez kir, êdî nedixwest jê derkeve û azad bibe. Ji xwe ra digot, ma ezê derve çi bikim, vira ewletir  û baştir e, min ji xwe ra rehet kiriye, xwarin û vexwarina min tê ber min. Ma ji vê çêtir ?
Lê kewa din înat kir û tiştek nexwar, devê xwe bi tu qûtî nekir. Loma jî roj bi roj heliya, zeîf  û biçûk bû. Hewqasî zeîf û biçûk bû ku rojek hat di nava caxên qefesê ra got pirt û firiya, ji qefesê xelas bû û gihîşt azadiya xwe.
Lê kewa bêsilî ya ku zû teslîm bû, heta taliya jiyana xwe di wê qefesa biçûk da êsîr ma…
Liberxwedan tim ji teslîmiyetê baştir e.
Ji ber ku kurdan jî wek vê kewa bi xîret li ber xwe dan loma heta nuha neqediyan, loma her ku diçe nêzî azadî û serxwebûnê dibin…
Bêhêvî nebin, serketin ya me ye, em gelkî nêz bûne…

XXX
Dibê meriv nebêje ”ev mesele ewê çawa biqede, ev îş ewê here bigihîje ku derê?, serê xwe zêde bi vê yekê ra neêşîne. Hesabekî wiha dikane rê li ber avêtina gava pêşî bigre. 
Di her karî da ya muhîm gava pêşî ye, dibê meriv gava pêşî baş hesab bike, serê xwe bi vê yekê ra biêşîne…
Kurd li Kurdistana başûr û rojava ketine xaçeriyeke nuh, riya azadî û serxwebûnê. Ji hesab û kitabên şert û mercên sibe û dusibe bêtir, dibê şert û merc û îmkanên îro bigrin ber çavên xwe, hesabên xwe li ser van avantaj û dezavantajên mecûd yên îro bikin, li gorî wan taktîk û stratejiya xwe tekûz bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE