04 december 2014

Hin kes ji tembelên Bexdayê jî tembeltir in lê zimanê wan dîsa jî hirinekê dirêj e

Hin kes ji tembelên bexdayê jî tembeltir in, di 50-60 salên jiyana xwe da 31 herfên kurdî rindikî fêr nebûne lê dîsa jî zimanê wan hirinekê dirêj e û xelkê jî naecibînin, bi kar û xebata kesên wek mûriyan(gêrikan)dixebitin nayên serî, heta bêqîmet dibînin.
Ê wiha ye, hin kes mexlûqatên ecêb in, him tembel in û him jî zimandirêj in. Mixabin herkes hedê xwe nizane. Xwezî herkesî li gorî xebata xwe deng bikira…

XXX
Gotineke şair Necîp Fazil ya xweş heye, dibêje, ”Dara ne di derdê xwençeyê(goncayê, bûtikê)da be êzing e.”
Bawer bikin gelek kes hene bi rastî jî êzing in. Tew hinek ji êzingan jî bêkirtir in. Ne ji defê ra dibin , ne ji zurnê ra, ne başî ji wan tê û ne jî xerabî. Çimkî êzing in…

XXX
Merheba gelî hevalan!
Belê, piştî konferanseke du rojan bîstek berê ez gihîştim mal. Gerra me bi giştî baş derbas bû. Me kêf kir. Trosa bi rastî jî bajarekî pir xweşik bû. Lê ji ber ku ne havîn e gelek der girtî bûn. Sêzde hezar nufûsa bajêr e. Dibê meriv havînê here lê bigere. Bi xêr havînê ez û xanimê rojekê bi hev ra herin.
Bajar di sala 1719a da ji alî Petirê Mezin yê rûs va ji kok da hatiye şewitandin. Bêyî Dêra Sor û xaniyekî, hemû avahiyên bajêr pişştî 1700î hatine lêkirin. Li bajêr xaniyê bilind tuneye, hemû avahî nêzî 300 salî kevn in.
Tiştê xerîb di dawiya konferansê da mafê axaftinê dan min û ez bi kurtî li ser jiyan, xebat û kitêbên xwe û gerra xwe ya Stenbolê peyivîm. Min ji Fûara Stenbolê û ji gerra xwe çend risim jî nîşan dan. Pir kêfxweş bûn.
Gotineke şair Necîp Fazil ya xweş heye, dibêje, ”Dara ne di derdê xwençeyê(goncayê, bûtikê)da be êzing e.”
Bawer bikin gelek kes hene bi rastî jî êzing in. Tew hinek ji êzingan jî bêkirtir in. Ne ji defê ra dibin , ne ji zurnê ra, ne başî ji wan tê û ne jî xerabî. Çimkî êzing in…

XXX
Tu hêz, tu kes nikane kesê jiyana xwe fedayî armanca xwe dike rawestîne..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE