15 december 2014

Hilbijartina jiyaneka çawa di destê meriv da ye

Kes nizane ewê kînga û çawa bimre, di vî warî da meriv ne xwedî biryar e û nikane hilbijartinekê bike. Mirin tê, kînga dilê wê bixwaze ya jî bi gotineke din dema ku roja meriv temam bû.
Lê derbarê jiyanê da, derbarê jiyaneke çawa da meriv dikane tercîhekê, hilbijartinekê bike. Loma kurd dibêjin çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro. Ji ber ku şiklê jiyana meriv, hevalên meriv, bîr û baweriyên meriv netîceyên tercîhekê ye.
Îro kî li ku ye, hevalê kê ye, bi kê ra kar dike tercîheke şexsî û hilbijartineke bi zanîn e...

XXX
Bi tirkî gotinek heye, dibêjin, ”Zulum ile abad olanin sonu berbat olur.” Yanî însanê bi zulma li kesên din bextewar bibe zû dereng jiyana wî jî ewê berbat bibe.
Hûnê bibînin taliya Erdogan û malbata wî ewê ”berbat” bibe, xerab biqede. Ji ber ku Tirkiyê wek şîreketeke xwe îdare dike. Êdî meriv li Tirkiyê nikane qala dexgeh û meqamekî serbixwe û azad bike, hertişt ketiye bin destê Erdogan; wezîr, hukûmet hemû fasafîso ne, hemû bûne emirerî, emirqûliyên wî.
Herdu serî(Cimat û Erdogan) jî xerab û zalim in û gorra kurdan dikolin. Tiştên Erdogan ji tevgera Gulen ra dibêje piranî rast in, lê herduyan bi hev ra kirine. Gulen bêyî haya Erdogan ew sûc nekirine. Bira hinekî hevûdu basko bikin, bi dîtina min ji me ra baş e.



XXX
Li Şirnexê pûlisên dewleta tirk Elî Yorgunê zava di daweta wî da, ji kêleka bûkê rakirin û birin avêtin zindanê.
Elî Yorgun berê bi îdîa tevî hin protestoyên li dijî dewletê bûye, li ser îfada muxbîrekî veşartî hatibû girtin û 10 mehan di zindanê da mabû û nuh hatibû berdan.
Lê bêyî ku haya Elî Yorgun jê hebe mahkimê 6 sal û 3 meh ceza lê biriye daweta xwe çêkir. Û di şeva dawetê da pêlisan girtin ser dawetê û Yorgun girtin.
Ji viya zêdetir dewleteke nikane dijminê miletekî be. Dewleta tirk bi hemû dezgehên xwe, bi pûlis û sîstema "edaleta" xwe ve neyarê miletê kurd e. Ev yek îspata wê neyartiyê ye.
Rakirina zavê ji kêleka bûkê zulm û zalimiyeke derî hemû norm, exlaq û nirxên mirovatiyê ye, barbarî, kîçiktî ye…
Dibê em kurd vê dewleta zalim, îşxalkar û bêbav ji welatê xwe biqewirînin. Dibê tirkên mahcir, pîncên kafkasî û balkanî hew vê zulmê li me bikin.
Heger meriv ne neyarekî pir xedar be meriv xortekî di daweta wî da ji kêleka bûkê ranake.
Lê tirk dikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE