13 december 2014

Gelo edebiyata me jî bi civata me ra guherî?



Evîn û guhertinên, serobinbûnên civakî û kulturî ji mijarên edebiyatê yên serekî ne. Em dizanin di van 30 salên dawî da li Kurdistana bakur di warê civakî û kulturî da guhertinên pir mezin çêbûne. Di civatê da gelek têkiliyên nuh peyda bûne. Jin ji hundur, ji ber kulînê derketine û daketina qada siyasî û di civatê da bûne xwedî gotin.
Meriv bi rehetî dikane bibêje guhertinên di sed, dused salî da nedibûn di van 30 salên dawî da çêbûn.
Û bi van guhertinên civakî û kulturî ra, di evînê û di têkiliyên jin û mêr da jî guherînên nedîtî, şoreşeke pir mezin çê bû.
Li Kurdistana bakur êdî ne kurd kurdên 30 sal berê ne û ne jî kultur û evîn û têkiliyên jin û mêr dişibin yên 30 sal berê.
Gelo edebiyata me jî xwe bi vê guhertina civakî ra guhert?
Ez vê yekê nizanim.
Di civatekê da li hemberî guherînên hewqasî mezin bêguman dibê edebiyatê jî xwe biguheranda, xwe nuh bikira û bi tema û qehremanên van guherînên nuh derketa pêşberî xwendevanên kurd.
Yanî dibê van guherînên civakî û kulturî yên ku di civata kurd da peyda bûne ji gelek berhemên edebî, ji roman û çîrokan ra jî bibûna mijarên sereke û xwendevanan ev guherînên civaka xwe di edebiyata xwe da bidîtana.
Şirovekirin, analîzkirin û liserrawestina guherînên civakî û kulturî bi qasî dîroknasan karê edîban e jî, dibê ev guhetinên civakî û kulturî xwe di edebiayta me da jî nîşan bide.
Ji ber şertên min yên şexsî ez edebiyata kurdî pir ji nêz ve taqîb nakim, nikanim taqîb bikim. Loma jî haya min zêde ji berhemën nuh tuneye. Ez baş nizanim gelo bi van guhertinên di civata me da rû dane gelo edebiyata me jî xwe nuh kiriye, xwe guhertiye û edebiyateke van guherînan tîne zimên xuliqandiye ya na?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE