23 december 2014

Ez bi zor xwe radigirim !

Min nuha di telewîzyona Swêd da li xebera li ser jinên kurd yên li Şengalê ji alî bêşerefên erebên Daîşê ve hatine revindin guhdarî kir.
Tiştê ereban û  bêşerefên Daîşê li Şengalê li hemberî miletê kurd kirin sûcekî pir û pir giran e û ebeden nayê jibîrkirin û efûkirin.

Di dîroka me da gelek zulm û neheqî li me hatiye kirin, em gelek caran marûzî koçberiyan û qetlîaman bûne. 

Lê tu carî, tu kesî heqareteke wiha ya derî însaniyetê li me nekiriye. 
Heta nuha tu kesî bi vî rengî, bi vê şiklê kîtlewî tecawizî namûsa me nekiriye.
Tu kesî di şeran da bi hezaran jinên me ji me nestendine û ji xwe ra nekirine kole û wek heywîn li mazatan nefrotine.

Kîn û nefreta min ya li hemberî  bêşerefên Daîşê û ereban, ya li hemberî  bawerî û îslamiyeta wan bi qasî çiyayê agirî mezin e bûye. Ez bi zor hestên xwe qontrol dikim.

Ji nuha û pêva kîjan kurd bi çavê ”birayên dînî” li ereban binêre, wan wisa qebûl bike ew ji hov û tecawizkarên Daîşê jî xerabtir in.
Zulmek ji viya mezintir nabe, mêrikan jinên me, xwehên me, dayikên me bi zora tivinga xwe ji me stendin û ji xwe ra kirin kole û cariye.
Ma pîskirin û rezîlkirineke ji viya mezintir heye?
Kesê vê bênamûsiyê, vê bêşerefiyê xweş bibîne, jê ra qulpên siyasî û îdeolojîk bibîne ne însan e, kurdekî pîs e, bêxîret e.

XXX
Camêrekî gotiye, di jiyanê da sê tişt meriv bextewar dike; hebûna tiştekî meriv bike, yeka/yekî meriv jê hez bike û tiştekî ku meriv hêvî bike.
Yê min ev hersê tişt jî hene, lê ez dîsa jî xwe bextewar û şadîman his nakim û nabînim.
Ez dibêjim ji ber ku ev gotin ne ji bo her kesî, tenê ji bo kesên azad û xwedî dewlet rast e loma. 
Kesên bindest û bêdewlet xwediyê van hersê tiştan bin dîsa bextewar û dilşa nabin. Ji ber ku ew wek ferdên miletên din ne azad, ne xwedî dewlet û al in. 
Di kutuk û coxrafyaya dinyayê da bi sembol û bi navê miletê xwe tunene, tim wek zêdayiyekê li ser hinekên din tên hesibandin



XXX
Çima li Kurdistana rojava hewqas partî hene?
Nufûsa kurdên Kurdistana rojava(Sûriyê) ji nufûsa kurdên Kurdistana bakur gelkî hindiktir e. Lê partiyên kurdên Sûriyê ez dibêjim belbî sê çar qatî ji yên kurdên bakur zêdetir in. Ne nuha, ji berê da ye li Kurdistana rojava enflasyona partiyan heye.
Berê, di dema Esed da piraniya van partiyan hevûdu bi zilamtiya rejîma Esed îtaham dikirin, gotinên pir giran ji hev ra digotin.
Lê nuha jî hevûdu bi zilamtiya hin derûdorên din îtaham dikin. Yanî eynî kultur, eynî îtham berdewam e. Li Kurdistana bakur partî wek bi gotinên kurdên Sûriyê hevûdu îtham nakin. Ez nizanim çima li Kurdistana rojava hewqas partî hene û çima bi vê uslûbê hevûdu rexne dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE