07 december 2014

Dîtina xortekî li ser pêşeroja PAKê


Li Diyarbekrê di civîneke PAKê da lawê hevalekî bi henek ji bavê xwe ra gotiye:
-Bavo ev partiya we 5 salên din ewê were girtin.
Bavê gotiye, ”Çima?”
Lêwik gotiye:
-Hemû 50-55 salî ne. Sibe dusibe ji sedî heyştêyê van ewê bimrin û bêyî ku hewcedarî bi girtina dewletê hebe partî ewê were girtin.
Henekeke xweş û rast e. Bi rastî jî heger kadroyên xort neyên nav tegerê pêşeroja PAKê tuneye.
Helbet hevalên PAK avakirine jî vê rastiyê dizanin û ji bo ku keç û xort bibin pêşengên PAKê çi ji destê wan tê dikin û ewê bikin jî.
Asasê dezgeheke kurdî, netewî ji alî kalan ve hatibe avêtin jî lê derî li ber keç û xortan heta dawiyê vekirî ye, ji bo ku werin dîwarên wê bilindtir û qewîtir bikin.
Destpêkirin tim karê herî zor û zahmet e. Ev beş temam bûye, nuha dor hatiye pêşdabirinê û xurtkirinê û qezenckirina xortan.
Ji bo vê jî xebateke bi sebir, bi îstîkrar û hinekî jî hostayî lazim e. Ev yek jî ne karekî hêsa ye. Lê di micadelê da daxwaz û îstîkrar hebe hertişt mimkûn e.

XXX
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd ban serokên Federasyonê yên kevn kirne. Civîn saet di 15.00a da ye. Hela em binêrin dixwazin çi aqilî ji me bigrin…)
Ez bawer dikim ez dereng mam. Ereba min tuneye û rê jî pir dûr 

XXX
Spas ji bo Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û seroka wê Sosin xanimê. Me bi gelek dost û hevalên kevn ra ku ev serê salan bû hevûdu nedîtibû rojên borî yad kir.
Keçeka xort ya 25 salî, Sosin xanim bûye seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê. Serokeka bi temenê xwe biçûk lê bi fikir, tahsîl û terbiya xwe pir hêja û pir maqûl. Ez ji Sosin xanimê û hemû hevalên wê ra serkeftinê dixwazim.
Ji civînê bi çend hevalan ra...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE