18 december 2014

Çima hin kurdên dîndar dibin neyarên qewmê xwe?

Wezîrê Diyanetê yê herêma Kurdistanê Kemal Muslim, ji telewîzyona Rûdawê ra gotiye 48 karmendên wezareta wan tevî DAIŞê bûne.
Meriv naxwaze bawer bike lê çi heyf ku rast e. Îslamiyetê qismekî zarokên me kiriye neyarên qewmê xwe.
Dîndarên tirk, faris û ereb ne bes bûn, yên kurd jî lê zêde bûn, wan jî rahîştine çekên xwe û dest bi şerê li dijî kurdan kirine.
Tu dibêjî qey ev dînê îslamê li hemberî me kurdan çê bûye, ji bo ku me bindest bihêle, ji bo ku me bi çete û qatilên îslamîst û zarokên me bide kuştin çê bûye. Îdeolojiya îslamî zarokên me kirine neyar û qatilên qewmê xwe, qatilên dê û bavên xwe.
Tiştekî dûrî aqilan e, meriv nikane bawer bike….
Bêyî dîndarên kurdan tu kes li dijî qewmê xwe şer nake, tenê îslamîstên kurd rahîştine çekên xwe bi ereb û tirkan ra gelê xwe qetil dikin, serê birayên xwe jê dikin, bi çeteyên biyanî ra tecawizî xwişk û dayikên xwe dikin. Bi neyarên xwe gelê xwe mecbûrî bindestiyê û koçberiyê dikin, dibêjin gerek hûn wek tirk, ereb û farisan azad nebin, nebin xwedî dewlet.
Çima hin kurdên dîndar dibin neyar û qatilên qewmê xwe? Dibê meriv li ser vê gelşê bifikire û serê xwe pê ra biêşîne. Dibê siyasetmedar, alimên dînî, sosyolog û psîkolog bersîva vê pirsê bidin.

XXX
Dema totik vala be netîce zilamtiya xelkê ye
Kurdên Kurdistana bakur pir rehet ji xelkê bawer dikin, pir rehet dibin murîdên îdeolojiyên biyanî û merivên xelkê. Pir rehet xwe ji bo xelkê dirûçikînin, pir rehet ji bo xelkê digrîn û li serê xwe dixin.
Pir rehet ji xelkê bawer dikin. Ji ber ku bêşiûr in, ji ber ku ji dîroka xwe bêpar in. Ji ber ku hestên wan yê netewî zeîf e. Loma jî zû û rehet dikevin bin tesîra xelkê.
Tirkek, erebek, fariske tu carî wek kurdekî rehet nakeve bin tesîra fikrekî, îdeolojiyekê, wek kurdekî rehet nabe meriv û şûrkêşê xelkê. Lê kurd dibin.
Ji ber ku totik vala ye, loma jî kî çi têxê, kî çi bidê tavilê qebûl dike û dikeve bin tesîra wî. Çimkî serî wek tûrê vala ye, kî çi têxê wiya dixwe…
Loma jî bi rehetî dibin piştgir û hevalên filistîniyan, îslamîstan, rast û çepan. Loma jî pir bi rehetî dibin propagandîstên ermeniyan, asûrî û suryaniyan. Welhasil bi rehetî dibin merivên her kesî, lê pir kêm dibin merivên qewmê xwe û doza xwe.



XXX
Rejîma melayên Îranê bi rengekî bênabên kurdan qetil dike, roj tuneye ku 2-3 kurdî îdam nekin. Di zindanên Îranê da 45 kurd di bin tahlûkeya îdamê na. Heger kurd û dinya reaksiyoneke xurt nîşan nedin melayên xwînxawar û faşîst ewê wan jî îdam bike.
Dibê gelê kurd li herderê vê barbariya Komara Îslamî şermezar bike ü azadiya hemû girtiyên kurd bixwaze.
Li alî din dibê hukûmeta Kurdistanê jî ji bo azadkirina hemû kurdên di zindanên Îranê da bixebete û çi ji destan tê bi lez bike.
Bimbre Komara Îslamî, rejîma qatil û xwînxwar!
Bijî azadî û serxwebûna Kurdistanê!
Bijî têkoşîna miletê kurd ya li dijî rejîma melayên faşîst….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE