08 december 2014

Bi vê giraniyê êdî siyaset nabe


Heta nuha me bi giranî siyaset ji bo liberxwedanê, ji bo xweparastinê û wendanebûnê dikir. Me hewil dida em neqedin û li ser nigan bimînin.
Lê êdî me ew merhele li pey xwe hîştiye, dibê êdî em siyasetê ji bo biserketinê û qezenckirinê bikin. Dibê hedef û daxwazên me yên siyasî vekirî û zelal bin.
Ez dibêjim siysetmedarên me li Kurdistana bakur, başûr û rojava siyaseteke li gorî şertên em têda ne, li gorî zurûfên welatê me û cîhanê, siyaseteke kanibe bersîvê bide hewcedariyên îro yanî siyaseteke serketî nameşînin.
Li başûrê Kurdistanê piştî 11 sal desthilateyeke nîvserbixwe rewşa siyasî, aborî û civakî hîn jî zêde ne baş e. Kurdan hîn jî gelşa elektirîkê(ceyranê) û sûtemeniyê(benzîn)çareser nekirine. Li gorî tê gotin li Kurdistanê rojê hîn tenê çend saetan elekritirîk heye, benzîn tuneye û hebe jî pir buha ye.
Mesela Kerkûkê û herêmên din hîn çareser nebûye. Û di ser da jî piştî şerê bi Daîşê ra nufûsa ereban li wan herêm û bajarên Kurdistanê roj bi roj zêde dibe.
Li Kurdistana rojava di nabêna kurdan da li ser kaxetê heye xwedêgiravî tifaqek çêbûye, lê di praktîkê da hîn gelek problem li bende çareseriyê ne.
Welhasil siyseta me kût e û loma jî li pey bûyeran dimîne, nikane pêşengiyê ji bûyeran ra bike. Di demeke wiha dîrokî da dibê em siyaseteke hîn bi lez, hîn efektîv bimeşînin.
Di demên wiha tevlihev û dîrokî da siyasetmedarên cesûr, dûrbîn, bi xwe bawer û biyardar lazim in. Siyasetmedarên cangiran û dudil ji feydeyê bêtir zirarê didin tevgera kurd ya netewî.
Dibê şertên der û hundur, rewşa dijminê me û dinyayê bi lez û bez were analîzkirin û li gorî wê biryar werin girtin û gavên praktîk werin avêtin.
Li Kurdistana başûr û rojava leqleqên vala, civînên bêdawî, hevûdugerandin, dirêjkirina meselan îro ne di lehê me da ye. Hin biryar hene heger îro neyên girtin sibe dereng e, hin gav hene heger îro neyên avêtin sibe dreneg e.
Heger kurd ewê tifaqê çêkin dibê îro çêkin, nehêlin sibe.
Li başûr û rojava heger ewê bi hev ra hin gavên siyasî bavêjin dibê îro bavêjin. Dibê dinya bibîne tifaqa me heye û em kurd li Tirkiyê, li Îraqî û li Sûriyê çi dixwazin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE