26 december 2014

Beyanên berpirsiyarên PKKê beyanên bêtalih in

Serokwezîrê Îraqê Abadî ji do da ye li Tirkiyê ye. Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe û Îraqê yên di dema Malikî da zeîf bûbûn ji nuh ve xurt bike û li hemberî kurdan û PKKê bi Îraqê ra siyaseteke mişterek bimeşîne.


Serokwwzîrê Tirkiyê Davutoglu û Abadî do bi hev ra civîneke çapemeniyê çêkirin.

Di civînê da Davutoglu got, ”Tirkiye û Îraq li hemberî hemû terorîstan eynî stratejiyê dimeşînin. 

Tirkiye li hemberî terorîstên herêmê ewê alîkariya xwe bi Îraqê ra bidomîne. 

 

Herdu welat jî li hemberî van grûbên terorîst xwedî yek dîtinê ne, him li hemberî Daîşê û him jî li hemberî PKKê em wek hev difikirin. Û Tirkiye yekîtiya Îraqê diparêze.”

Haider al-Abadi jî got, di warê aborî, leşkerî û îstîxbaratê da di nabêna wan û Tirkiyê da hevkariyeke baş heye û ji bo van alîkariyan ew spasî Tirkiyê dikin û ewê destûrê nedin tu rêxistin êrîşî Tirkiyê bike.

Bi kurtî Abadî jî got ew û Tirkiye li hember terorîstan(Daîş û PKK) xwedî dîtineke mişterk in û di vî warî da ewê hevkariya xwe bidomînin.

Cemîl Bayik û Demirtaş li dijî perçebûna Îraqê ne, dibêjin heger Şengal ji Îraqê were girtin û bi Kurdistanê ve were girêdan tahlûke ye. Yanî ew jî wek Tirkiyê li dijî perçebûna Îraqê ne.

Lê Abadî jî wek Tirkiyê PKKê terorîst dibîne û tu ferqê naxe nabêna PKKê û Daîşê. Dibêje li hemberî van grûbên terorîst ew bi Tiriyê ra xwediyê eynî dîtinê ne.

Kerkûk, Şengal û herêma wê axa Kurdistanê ye û ji alî Îraqê ve hatiye îşxalkirin. Kurd ev serê salan e dixwaze van bajarên ji Kurdistanê hatine qetandin û bi Bexdayê ve hatine girêdan bi riyeke aştiyane ji Îraqê bigre, lê ereb nadin û seriya li kurdan digerînin.


Çi bi rehetî û çi jî bi zor, mafê kurda ye hemû bajar û herêmên Kurdistanê li Kurdistanê vegerîne.

Şengal jî wek Hewlêrê beşekî axa Kurdistanê ye, roja ku kurd kanibin ji dijmin bigrin dibê qet texsîr nekin û saniyeyekê jî dereng nexînin.


Ji dêlî ku Bayik û Demirtaş bibêjin ev mafê kurda ye, piştgiriyê bidin hukûmeta Kurdistanê, li dijî girtina Kerkûkê û Şengalê derdikevin, siayseta kurdan rexne dikin û tiştên li gorî dilê tirkan dibêjin. Ev yek meriv xemgîn dike.

Bi tawîzan, bi tenzîlatê, bi pişopişokirinê, bi nexwestina mefekî zêde, bi nexwestina serxwebûnê Tirk dev ji siyaseta xwe ya nîjadperest, ”yek milet, yek dewlet, yek welat, yek alê” bernadin. Û ev yek li ortê ye. 

 

Davutoglu ji Abadî ra dibêje ji bo ku em li hemberî Daîşê alîêkariya we bikin, dibê hûn jî li hemberî PKKê alîkariya me bikin. Çimkî herdu hêz jî terorîs in. 

 

Û Davutoglu û Abadî di vî warî da li hev dikin, dibêjin em wek hev difikirin.


Lê li gel vê jî Bayik û Demirtaş li dijî perçebûna Îraqê ne, li dij in ku Kerkûk û Şengal vegerin ser Kurdistanê, ev beyanên Bayik û Demirtaş bêtaliheyeke mezin e.


Diyar e tiştê Demirtaş û Bayik ji Tirkiyê naxwazin, naxwazin kurdên başûr jî ji Îraqê bixwazin. Ew ji Tirkiyê çi dixwazin, çi naxwazin ew karê wan e, lê dibê vê siyaseta xwe nefroşin kurdên din jî. 

 

Roja ku kurd bikanibin axa xwe rizgar bikin dibê qet derax nekin, çi bi zor û çi bi rehetî dibê bikin. Vê biryarê ewê kînga bidin, ewê bi zor bigrin ya bi rehetî ev karê wan e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE