24 november 2014

Sebrî Ok: Bira pûlis û leşkerên tirk ji Kurdistanê vekişin

Sebrî Ok: Bira pûlis û leşkerên tirk ji Kurdistanê vekişin, ji ber ku hêza nemeşrû ew in.
Endamê Komîteya Birêvebir yê KCKê Sebrî Ok, li ser minaqeşeyên dibê PKK çekan deyne gotiye, ”sebebê derketina me û destpêkirina şerê çekdarî hîn ji ortê ranebûye, loma jî minaqeşekirina çekdanînê şaş e û bêhurmetiya li hemberî îradeya gelê kurd e. Û li dijî rastiya me ye jî.”
OK gotiye, di demeke ku hebûna gelê kurd di tahlûkê da ye û li herêmê gelek bûyerên mezin rû didin ew qebûl nakin hêza wan ya çekdar were minaqeşekirin.
OK gotiye, ”hebûna leşker û polîsên tirk li Kurdistanê ne meşrû ye. Heger li Kurdistanê hêzeke dibê vekişe hebe ew jî hêza îşxalkar ya dewleta tirk e, pûlis û leşkerên tirk in.”
OK, danîna çekan bi qebûlkirina nasnameya kurdan û dana mafên wan ve girêdaye û gotiye, ”heta ku hebûn û mafên gelê kurd bi qanûnan nekeve bin garantiyê çareseriya mesela kurd ji xwe ne mimkûn e. Ji bo çareserkirina meseleyekê berî hertiştî dibê ew mesele were qebûlkirin.”
Ok, derbarê nêt û siyaseta AKPê da tiştên pir rast gotine. Û ji xwe êdî herkes dizane û dibêne ku ji destpêkê da ye hukûmet bi konetî hereket dike, tim bi devikî hin sozan dide,dibêje ewê hin gavan bavêje û carnan jî hin tiştmiştên xapandinê dike.
Lê di meseleya esasî da, yanî ne hebûna kurdan nas dike û ne jî tu mafên kurdan yên netewî dide. Tim meselê dibe û tîne, serî li meselê digerîne û wextê qezenc dike. Bi hêviya ku ewê PKK belav bibe, biweste, ji hêzada bikeve, perçe bibe…
Êdî zarok jî bi siyaseta hukûmetê dizane. Loma jî nêta hukûmetê bi tecrûbeyên du salên borî li ber çava ye.
Ez hêvî dikim ku ev şêla Ok di rojên pêş da neguhere û PKK û KCK dîsa bi sozên hukûmetê yên devkî nexape.
Wek Ok jî gotiye, nêta hukûmeta AKPê pir xerab e û naxwaze tu mafî bide kurdan, ev vekirî ye.
Ji ber ku hukûmet PKKê, KCKê û heta PYDê jî hîn wek rêxistinên terorîst dibîne û dixwaze wan ji ortê rake. Hukûmeta xwediyê vê siyasetê be bi PKKê ra tu meseleyê çareser nake, tu mafî nade kurdan. Ew li pey tasfiyekirina PKKê û tevgera kurd ya netewî ye…
Heta ku hukûmet di çareserkirina meselê da ne samîmî be PKK bixaze jî, çi tawîzê bide jî mesele hel nabe. Ya muhîm biryara hûkûmtê ye, dibê hukûmet dev ji xapandinê û hîleyan berde.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE