15 november 2014

Min çi dît giş bû xewn


Belê belê, hefteyek wa ya derbas bû û dîsa hertişt hat wezna berê. Rêwîtî, Fûara Kitêban ya Stenbolê, gerr, dîtina dost û havaln, xwarin û vexwarin, kêf û şahî hemû bûn xewn û hetişt dîsa hat wzna berê, ez dîsa hatim ba xanima xwe, Stockholma xopan, warê xerîbî û surgûniya 34 salan.
Gelî dost û hevalan, piştî rêwîtiyeke pir zahmet, ez îro bi berbanga sibê ra gihîştim malika xwe.
Ne hûn hemû bin jî lê we hinekan ez dizanim bêriya min kiriye. Ez merivekî gundî me, loma jî li gel ku telefonamin yeka modern e jî lê ez nizanm bi kar bînim. Lê Muhamed Tokgoz û birayê min Fûad îcar cesaret dan min, înşelah di demeke kin da ezê fêrî bikaranîna wê bibim û di rêwîtiyeke din da rojana we ji halê xwe agahdar bikim, risman belav bikim.
Em werin ser mesela gerra xwe. 
Min soz dabû piştî vegerê bi kinîbe jî ezê qala rêwîtiya xwe bikim. Bi kurtî xerab derbas nebû. Ciyê weşanxanê(Rûpelê)zêde ne baş bû, ciyekî pir çep dabûn hevalan, loma jî rê vênediket, dibê meirv lê bigeriya. 
Lê li gel wê jî û tabî hinekî jî bi saya ”meşhûriya” min çend kesan riya xwe bi me xist, min çend kitêbên xwe îmze kirin.
Hemşeriyên min Hasan Gonullu, Halîl Mîlakr, Ahmedê Meas, ji riyên gelek dûr hatin ziyareta min. Mala wan ava be.
Dîsa hin dost û nasên din yên me bi riya facebookê hevûdu nas dikir hatin. Bi dîtina wan û şairê wek Koçer Aslan jî ez pir kêfxweş bûm.
Lê surprîza herî mezin hatina xanima hêja Turkan Tosinê bû. Ew ji Anqerê hat ziyareta min û ez gelkî dilşa kirim. Berê ji min ra gotibû ezê werim, lê min bawer nedikir. Lê bi hatina xwe him ez şaş derxistim û him jî ji dil û can kêfxweş kirim.
Heta salên 1980î jinên kurd nikanîbûn bi tena serê xwe herin bajarekî, tenê bi riyekê da herin, lê îro wa ye wek şepalan li serê çiyan şer dikin, li Kobanê destanan dinivîsînin, li Ewrûpayê di parlamentoyan da ne, dîplomasiya kurdan dimeşînin, sernivîskarên rojnameyên bi nav û deng in û ji Anqerê lê dixin tên Stenbolê nivîskarekî kurd dilşa dikin. 
Bi kurtî di civata me da guherîneke mezin çêbûye. Pêşketina jinên kurd hêzeke pir mezin daye tevgera kurd ya netewî û azadiya kurdan nêziktir kiriye.
Loma jî gava ez jinên kurd yên çalak, yên ji bo kurd û Kurdistanê dixebitin û bi taybetî jî yên ku li zimanê xwe xwedî derdikevin, yên ku kurdî di ser tirkî ra digrin û bi kurdî berheman didin dibînim pir kêfxweş dibim. Û qedrekî mezin didim xebata wan.
Çend sal berê bavê hevalekî hatibû Stockholmê, qey Stockholm pir ketibû serê wî, loma jî piştî demekê ji lawê xwe ra gotibû, ”Xwezî ev welatê hewqasî paqij û xweş ne yê van filehan, yê me bûya.”
Ez jî her gava Stenbolê dibînim ji xwe ra dibêjim, xwezî Stenbol(hûn rastiyê dixwazin ji bo hemû Tirkiyê jî dibêjim)ne yê van tirkên paşdamayî û nîjadperest bûya. 
Zulma tirkan, wek bajarên Tirkiyê yên din, Stenbol jî li ber çavê min reş kiriye. Lê hebûna dost û hevalan carnan min wek mîknatîzê berbî wir ve dikşîne û Stenbolê li ber dilê min ”şîrîn” dike. 
Di vê gerra xwe da jî bi dîtin û sohbeta bi gelek dost û hevalan ra, bi rûniştin, xwarin û vexwarina li mekanên kurdan, bi xizmet û xwarinên bêemsal yê hosteyê aşxaneya Yîrmîbîrê ez pir bextewar bûm, min enerjiyek têra salekê depo kir.
Li kolana Taksîmê bi rasthatina li mamosta hêja Ronahî Onen xatûnê û şagirdên wê û dû ra jî bi sohbeta bi wan ra min li Stenbolê gelek bîstikên xweş borandin û gelek bîranîn xweş bi xwe ra anî xerîbiyê.
Netîce pir xweş bû, ez pir memnûn û dilşa vegeriyam. Nuha ji Hêvî xanimê ra qala wan bîranîn xwedikim û wê hinekî pê diqeherînim.
Helbet bêyî risim nabe. Ez çend risman jî diweşînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE