27 november 2014

Hukûmet dixwaze bi TRT6 hin kurdan bi xwe ve girê bide

Mesrefên TRT6ê ji ”butçeya bi dizî” yanî ji ”gizli odenek”a dewletê tê dayin
Min heta nuha nizanîbû meserefên kanala TRT6ê, meaşên xebetkarên wê ji ”butçeya bi dizî”, ”butçeya sergirtî”, bi tirkî jê ra dibêjin ”gîzlî odenek, ortulu odenek”ê tê dayin.
Tiştekî pir xerab û kirêt e.
Ji Swêd keçeke bi navê Yekbûn Alp*, di nama xwe ya ji berpirsiyarên TRT6ê ra, pêşniyara xebata di TRT6ê da red kiriye û gotiye, dezgeheke girêdayî serokwezîr be û mesrefên wê jî ji butçeya sergirtî(gizli odenekê) were dayin nikane weşaneke azad bike. Û ji bo ku ew di TRT6ê da kar bike dibê ew di nava xefletekê, buhraneke psîkolojîk da be.
Bi kurtî Yekbûn Alpê, teklîfa TRT6ê ya xebatê bi şîdet û bi gotinên giran red kiriye û di eynî wextê da qala vê butçeya sergirtî kiriye. Gotiye TRT6 ji ”butçeya sergirtî” tê fînansekirin.
Ev butçeya ”sergirtî” di bin destê serokwezîr da ye, bi destûr û emrê wî ji bo karên bi dizî, karên nelirê, karên îstîxbaratê yanî ji bo karên dewletê yên bêqanûnî tê bikaranîn. Bi zimanê osmanî jê ra ”tahsisatimesture” tê gotin.
Dewletê di dema serokwezîrtiya Tansu Çîlerê da bi vê ”butçeya sergirtî” (gizli odenekê) bi sedan qatil kirê kirin û bi hezaran kurd dan kuştin. Ez bawer dikim îro jî ne bi qasî dema Çîlerê be jî lê dewlet dîsa jî vê ”gizli odenekê” bi piranî li hemberî kurdan, di karê îstîxbaratî û kirinî merivan da bikartîne
A hin serok û kadirên kurdan yên berê bi meaş û pereyên ji vê ”butçeya sergirtî” tê dayin di TRT6ê da dixebitin û programan çêdikin, meaşên xwe ji vê "gizli odenek"adewletêê ya bi destûra Erdogan tê dayin digrin....
*Yekbûn Alp keçeke kurd e, di nava partiya çep da aktîf e.

Bersîva xwendevanekî:
Birayê A.B…, di her dezgeha dewletê da helbet kurdên baş, kurdperwer û yên di halê xwe da, yên xerab hene. Rexneya min ne li her kurdê di TRT6ê da dixebite. Rexneya min li hin kesên berê serok û kadirên partiyan bû, Kurdistana serbixwe hedefa wan bû. Bi dîtina min kesên wiha dibê tenezulî karekî wiha nekin û nekirana.
Min berê jî çend caran li ser TRT6ê nivîsî ye û ev mesele diyar kiriye. Yanî ez nabêjim bira tu kurd di TRT6ê da nexebite. Lê ez xebata hin kurdan şaş û eyb dibînim.
Mesele nuha ez werim di TRT6ê bixebitim pir eyb e. Lê TRT6 û doktorî jî ne wek hev ve. Dibê meriv viya jî bizanibe..
Ya din îdîa ”butçeya sergirtî” ye. Heger ev îdîa rast be pir xerab e. Ji ber ku ev butçe ji bo hin karên bi dizî, nelirê, bêqanûnî tê bikaranîn. TRT6, dezgehek resmî ye, cima ewê butçeya wê ji ”butçeya sergirtî”, ”gizlî odenekê” were dayin?
Gelo hemû TRT ji ”butçeya sergirtî” (gizlî odenekê)tê fînansekirin ya jî TRT6 bi tenê? Heger TRT6 tenê bi pereyên ji ”butçeya sergirtî” tê fînansekirin ji bo çi ? Dibê hûn viya ji berpirsiayran bipirsin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE