01 november 2014

Erdogan çima hewqasî dixwaze Koban bikeve?


Dijayetiya Erdogan ya li hemberî Kobanê bi Kobanê ve ne sînorkirî ye. Sebebê wê gelkî mezintir û cidîtir e.
Ji ber ku Erdogan naxwaze kurd li Sûriyê ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî statuyeke siyasî loma hewqasî dijberiya Kobanê dike.
Li gorî Erdogan, neketina Kobanê dikane azadiya kurdên Sûriyê bi xwe ra bîne.
Yanî Erdogan dibêje, heger Koban nekeve kurd dikanin li Sûriyê wek kurdên Îraqê bibin xwedî statuyeke siyasî, yanî bibin xwedî meclîs û hukûmet.
Û azadbûna kurdên Sûriyê jî dikane Kurdistana başûr û rojava bike yek.
Ev yek jî ewê tesîrê li kurdên Tirkiyê bike, daxwaza wan ya azadiyê zêde bike û dawiya dawî tevî kurdên Sûriyê û Îraqê bibin û bi hev ra Kurdistana mezin ava bikin.
Yanî ji bo ku Kurdistana bakur ji bin destê Tirkiyê dernekve, dibê kurd li tu beşekî Kurdistanê nebin xwedî DEWLET.
Heger kurd li beşekî Kurdistanê bibin xwedî dewlet ewê ji kurdên Tirkiyê ra bibin pişt, di şerê azadiya wan da ji wan ea bibin alîkar.
Li gorî Erdogan, bêdewletbûna kurdan berdewamiya bindestiya kurdên Tirkiyê ye.
Yanî ji bo kurdên Tirkiyê bindest bimînin dibê li beşekî din kurd nebin xwedî dewlet.
A Erdogan ji bo vê dixwaze Koban bike, ji bo vê bi hemû îmkanên xwe piştgiriyê didin çeteyên Daîşê.

XXX
Birayên delal, heger hûn dibêjin kurd yek milet e û Kurdistan jî yek welat e, wê demê pir normal e ku kurdên duhokî, hewlêrî û silêmanî herin li Kobanê şerê neyarên gelê xwe bikin.
Her wisa kurdên ruhayî, mêrdînî û diyarbekrî jî ewê herin li Şengalê li dijî çeteyên Daîşê şer bikin.
Yanî ji bo ku gerîlla li Şengalê û pêşmerge jî li Kobanê li dijî çeteyên ereb û dewleta tirk şer dikin, dibê kes minetê li kesî neke. Kurd li Şengalê jî û li Kobanê jî welatê xwe diparêzin.

XXX
Wa ye tirkan hîn jî rê nedane hêzên pêşmerge derbasî Kobanê bibin. Yanî pêşmerge hîn jî li Surûcê ne. Min digot belkî do derbas bûn.
Êdî ne hewce ye meriv zêde dirêj bike. Ji bo ku Koban bikeve çi ji destê dewleta tirk tê dike.
Dewleta tirk bi hemû hêz û dezgehên xwe ve li hemberî kurdan ketiye seferberligê. Erdogan û Davutoglu mirina xwe kirine açvên xwe, bûne mukur û ketine deriyê me, bûne xwîna kera reş…
Êdî pir vekirî ye li Kobanê kurd bi Daîşê tenê ra şer nakin, bi dewleta tirk ra jî şer dikin. Fermandarê çeteyên Daîşê tirk in.
Sibe roja çaran lê hîn jî nehîştine pêşmerge derbasî Kobanê bibin.
Ma neyartiyeke ji viya mezitir heye?
Bi vê nemirovatiya xwe mêraniya xwe nîşîanî kurdan didin, heyfê ji kurdan digrin, xurtî û mezinayiya xwe nîşanî me didin…
Lê ev bêexlaqî û nemirovatiya wan hemû ji ber tirsiyê ye, ji me ditirsin…


2014-10-31

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE