01 november 2014

Dîsa çepekî tirk, dîsa Ozgur Gundem...

Di rojnameya Ozgur Gundemê da dîsa çepekî tirk bi navê MuratÇakir, êrîşî peymana Duhokê û yekîtiya kurdan kiriye. Di vê roja piştgiriya navnetewî ya bi Kobanê ra êrîşî hevkariya hêzên pêşmerge û gerîlla kiriye û wek marekî qartîşî bi jahrî bi kurdan û bi PDKê û serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî vedeya.
Wek her çepê tirk, Murat Çakir jî ji hevkarî û yekîtiya hêzên kurd pir aciz e, ji dostayî û hevkariya PKKê û PDKê xwînvedirşe, ji bo ”şoreşê” tahlûke dibîne.
Murat Çakir, hevkariya PKKê bi PDKê li hemberî giranî û desthilata xwe ya nava medya PKKê da wek tehdîdekê dibîne. Loma jî naxwaze têkiliya PKKê bi PDKê û hêzên din ra baş bibe, dixwaze nabêna hêzên kurd tim ne baş  û xerab be, tim dijminatiya hev bikin.
Murat Çakir, hevkariya pêşmemerge bi PYDê û PKKê ra wek tahlûkeyeke li ”dijî şoreşê”, wek ”karşi devrîmê” dibîne. Çakir dibêje, her çiqas baweriya wî bi PKKê û KCKê hebe jî, lê ev tahlûke dîsa jî heye.
Helbet tirsa Murat Çakir  ne ”şoreş moreş e”, ”şoreş” û nizanim çi quzelqurt hemû derew û demagojî ye, hemû tirsa wan çêbûna Kurdistanê ye.
Yanî Murat Çakir jî wek Dogu Perînçek û Yalçin Kuçûk û yên din ditirse ev hevkarî û yekîtiya nuha di nabêna kurdan da çê dibe bi xwe ra avabûna Kurdistanê bîne, kurd ji bin destê tirkan xelas bibin. Ev yek wek her tirkî Murat Çakir jî ditirsîne.
Loma jî wek tirkekî cêmêr naxwaze têkiliya PKKê bi PDKê û bi kurdên din ra baş bibe. Bêtifaqî û berberiya nabêna kurdan bi kêrê wî tê.
Lê tiştê meriv fêm nake, ev bêbavê tirk, ev neyarê miletê kurd çawa û bi çi mafî dikane di medya PKKê da van gotinan ji kurdan ra bike?
Bi çi mafî ev sûtalê kuçan aqil dide PKKê û dibêje ev baş e û ev xerab e?
Ew wek tirk e, ne di nava şer da ne, bi kurdan ra ne di nava cepheyekê da ne, hêzeke wî, partiyeke wî tuneye, lê dîsa jî wek mezinekî kurdan, ek hamîhaman aqil dide PKKê, di bin xêliya dostê PKKê da  heqaretan li kurdan dike.
PKK çima dihêle van neyarên miletê kurd, van nîjaderestên tirk di demeke wiha dîrokî da fêsadî û dijminatiya kurdan bikin?
Ew kî ye ku aqil dide PKKê, KCKê û PYDê?
Çi ji wî ra PKK û PYD çi dike çi nake?
PKK ûPYD du partiyên kurd in û helbet ewê bi partiyên kurdan yên din ra hevkarî û yekîtiyê bikin.
Çi îşê PKKê û kurdan bi çepîtiyî û bi sosyalîzmê heye?
Kurd miletekî gundî, feqîr û bindest e. Bi karkirên xwe, bi axa û begê xwe, şêx û meleyên xwe kurd bindest in. Û ji bo miletekî bindest bêguman hevkarî û yekîtî lazim e.
Helbet PKK û PYD ewê bi her hêza kurd ra, bi Emerîka û welatên Rojava ra hevkariyê bike.
Murad Çakir pir jîr e, pir jêhatî ye bira here li Tirkiyê şoreşê bike, bira Tirkiyê ji destê hêzên îslamîst û faşîst derxe.
Em kurd ne muhtacî aqilê wî û tirkan e.
Rexnekirina van neyarên miletê kurd, van nîjadperestên dijminên yekîtiya kurdan ne karê welatparêzên kurd, kurdên derî PKKê tenê ye, dibê endam û dilxwazên PKKê jî li hemberî kesên wiha bêdeng nemînin, van dijminatiyên çepên tirk bi xurtî protesto bikin.
PKK, KCK, PYD hemû pesnê peymana Duhokê didin, kêfxweşiya xwe tînin zimên, dibêjin gaveke dîrokî ye, lê hin çepên tirk yên neyarên kurd û Kurdistanê li dij derdikvin, wek têkçûna şoreşê û biserketina hêzên paşverû dibîne.
Dibê PKK di zûtirîn demê da medya xwe ji van neyarên miletê kurd paqij bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE