23 november 2014

Davutoglu Silêmaniyê jî wek bajarekî Tirkiyê dibîne


Serokwezîrê Tikriyê Davutoglu piştî vegera xwe ya ji Îraqê û Kurdistanê, bêyî ku navê Kurdistanê bigre devê xwe, gotiye ”Li Bakurê Îraqê di warê ewlekariyê da mewcûdiyeta tu kesî bi qasî ya me tuneye. Min ji Mesûd Barzanî ra jî got, Bakurê Îraqê ji bo me muhîm e. Mûsil, Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî xeta ewlekariya me ya netewî ye. Hertiştê li vir dibe tesîrê li Tirkiyê dike.”
Bersîva serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji van gotinên Davutoglu yên bêedeb ra çi bûye ez nizanim. Lê ev gotinên Davutoglu pir giran in, mêrik wek waliyekî kolonyalîst, wek ku qala mamûrekî xwe bike peyivî ye, gotiye "min ji Mesûd Barzanî ra got." Ev gotinên Davutoglu qebûlnekirina azadî û serxwebûna Kurdan û Kurdistanê ye.
Yek, Davutoglu hîn jî ji Kurdistanê ra dibêje ”Bakurê Îraqê.” Dudu, Davutoglu Kurdistanê wek beşekî Tirkiyê û Mûsil, Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyê jî wek bajarên Tirkiyê dibîne, dibêje hertiştê li van bajaran bibe wan eleqedar dike.
Ev, rasterast midaxeleya karûbarê Îraqê û Kurdistanê ye, dîtina Kurdistanê wek beşekî Tirkiyê ye. Ne xwe meriv ji bo welatekî serbixwe tiştekî wiha nabêje.
Yanî Davutoglu ji kurdan ra pir vekirî dibêje, Kurdistanan bi qasî ya we ye ya me ye jî, Mûsil, Kerkûk, Hewlêr û Silêmanî bi qasî bajarên we ne, bajarên me ne jî. Loma jî liher buhstek Kurdistanê çi bibe mafê me heye em midaxele bikin….
Ez bersîva kurdan meraq dikim, gelo kurd li hemberîvan gotinên Davutoglu çi dibêjin?
Not:
Min xebera vê axaftina Davutoglu di Rûdawê beşê tirkî da xwend. Di xebera Rûdawê da Davutoglu ji Kurdistanê ra gotiye ”Bakurê Îraqê.”
Çavkanî çapemeniya tirk bûya minê bi îhtîyat lê binêriya, lê ji ber ku Rûdaw bû min jê bawer kir.
Lê nuha min li vîdeoya civîna çapemeniyê ya Davutoglu û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî temaşe kir, di vê vîdeoyê da Davutoglu nabêja ”Bakurê Îraqê”, dibêje herêma Kurdistan. Û navên Mûsilê, Kerkûkê, Hewlêrê û Silêmaniyê jî qet nagire devê xwe.
Çend caran gotina ”herêma kurd” bikar tîne , lê qet nabêje ”Bakurê Îraqê.”
Li vir du îhtîmal hene, ya Rûdawê jî axaftina Davutoglu û navê Kurdistanê wek medya tirk sansor kiriye, ya jî Davutoglu li dereke din ev axaftin kiriye.
Heger ne derew e dibê Rûdaw vîdeoya wan gotinên Davutoglu biweşîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE