22 november 2014

Çima hin kurdên îslamî dibin qatil û neyarên gelê xwe?



DAIŞê bi daxuyaniyekê teqîna Hewlêrê (19.11.2014) girt ser xwe. Di daxuyaniyê da tê gotin ku wan mefrezeyek ji Kerkûkê şandine Hewlêrê û hevalekî wan ê bi navê Ebdurehman el Kurdî li pêşiya parêzgeha Hewlêrê teqîn pêk aniye.
Yanî terorîstê li Hewlêrê xwe teqand û bû sebebê mirina 5 kesan û bi dehan birîndaran kurd e.
Lê ev ne cara pêşî ye ku yekî kurd li ser navê Daîşê ya jî li ser navê rêxistineke din ya îslamî tevgereke terorîstî ya wiha dike û sedan kurdî dikuje û seqet dihêle.
Kurdên îslamî berê jî li Silêmaniyê, li Hewlêrê, li Şengalê, li Duhokê, li Kobanê û li gelek derên din jî întîxarên wiha kirine û bi sedan kurd kuştine.
Çawa dibe zarokên miletekî li ser navê dîn, ji ber baweriya dînî dibin neyarên gelê xwe û li hemberî gelê xwe hovîtiyên wiha dikin?
Yên li Silêmaniyê, li Hewlêrê, li Duhokê, li Şengalê, li Xaneqînê û li hin derên din xwekujiyên bi vî rengî kirin dîsa kurdên îslamî bûn.
Bi sedan kurdên li Kobanê di nava terorîstên ereb û tirk da li dijî gelê xwe şer dikin jî kurdên îslamî ne.
Li gorî texmînan bi hezaran kurd di nava Daîşê da ne û li hemberî gelê xwe şer dikin.
Hema ji Kurdistana bakur tenê bi kêmanî 500 kurd nuha di nava Daîşê da ne û li Kobanê, li Şengalê û li Mûsilê li hemberî gelê xwe, li hemberî xwişk û birayên xwe şer dikin, bi qatilan ra serê birayên xwe jê dikin.
Ev çawa dîn e, çawa bawerî ye ku însanan dike qatilên xwişk û birayên xwe, dike qatilên dê û bavê xwe?
Di her xwekujiyê da terorîst kurdekî îslamî derdikeve. Tu carî kurdekî çep, lîberal, demokrat, nebawermend li hember gelê xwe sûcekî wiha nekiriye û nake. Yên dikin hemû jî îslamî ne û ji ber baweriya xwe ya dînî van cînayetan dikin.
Çima?
Ez ji kurdên îslamî dipirsim:
Çima hin kurdên îslamî dibin qatilû neyarên gelê xwe?
Çima dibin hevalên terorîstên ereb û li hemberî gelê xwe şer dikin û dikevin xwîna xwişk û birayên xwe?
Çima kurdekî çep û ne dîndar, ne bawermend tiştekî wiha nake, çima yên dikin hemû îslamî ne?
Çima dîn, bawerî, îslamiyet însanên kurd dike qatilû neyarên qewmê xwe?



Bersîva Serkan Aydogan
Serkan, vana gotinên tirkên nîjadperest, çepên tirk û dilxwazên terorîstên îslamî ne... Efendim Emerîka Daîş çêkiriye. Na, Emerîkyêa Daîş çênekiriye, Daîşî sedîsed ereb in, nîjadperest û beasiyên ereb in. Yanî Daîş ”malekî yerlî” ye. Kesên dixwazin van celadên îslamî û îdeolojiya îslamê ji van qetlîaman dûr û bêguneh nîşan bidin, wek hertim sûc dixin hustuyê Îsraîl, husutuyê Emerîka û Xerbê.
Ev ne rast e, Daîş rêxistineke îslamî ye û li gorî xwe îslamê şirove dike. Û bingeha kirinên xwe jî ji îslamê digre. Yanî buhtanan li dînê îslamê nakin.
Lê helbet hemû misilman, hemû dîndar ne wek van celadan e, musilman û dîndarên li dijî wan pir in. Bes ev yek nabe sebeb ku meriv bibêje ew ne tevgereke îslamî ne. Û pirsa “çima tevgerên wiha ji nava îslamê derdikvin?” ji alimêm îslamê neke.
Li gorî lêkolînan bi kêmasî 500-600 kurdên dîndar yên ji Kurdistana bakur di nava Daîşê da hene û bi piranî jî ji herêma Çewlikê(Bîngolê)û Semsûrê(Adiyamanê)ne.
Bi îhtîmaleke mezin kesên nêzî Huda-Parê ne, yanî merivên dîndar in. Ji xwe sempatiya Huda-Parê ya li hemberî Daîşê di vîdeokê da herkesî dît.
Ma heta nuha we qet dîtiye ku Huda-Parê êrîşên Daîşê yên ser Kobanê û ser kurdan protesto kiribe?
Ma Emerîkayê Hud-Par çêkiriye?
Ma Emerîkayê 500-600 kurd şandin nava Daîşê?
Ma vana hemû ajanên Emerîkayê ne?
Îdîaya Emerîka Daîş çêkiriye bêbingeh e û sivikkirina sûcê qatil û celada ye. Mêrika li dû Kurdistanê ne, dixwazin Kurdistanê ji kurdan vala bikin. Ev hedefa ereban û tirka ye, karê Emerîka bi vê tuneye.
Vana dixwazin Îsraîl jî ji ortê rakin, Emerîka tiştekî wiha naxwaze.
Ya din jî berî ku tu xwe li minaqeşeyên wiha rakişînî û qala teorî û komployên wiha mezin û ”Frankenstein” bikî, baş bixwîne, rastnivîsê fêr bibe, rastnivîsa navê Frankenstein fêr bibe. Dû ra xwe tevî tiştên wiha bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE