30 november 2014

Medeniyet ne bi forta ye

Piştî ku serokkomar Erdogan got, ”musilmanan Emerîka kişif kir”, nuha jî wezîrê ilim Fikrî Işik hinekî din jî bi pêşda çû û wî jî bombeyek nuh teqand, got ”giloveriya dinyayê musilmanan dît.”
Madem musilman di ilim û zanînê da hewqasî pêşketî û medenî ne, Emerîka kişif kirine û giloveriya dinyayê dîtine, çima hîn weke qesaban serê hev jê dikin?
Çima neyartiya 1500 salî hîn bi hev ra dajon?
Çima nahêlin jin çavên xwe ji binê çarşefa reş derxin?
Çima piraniya miletên musilman ji birçîninan dimrin?
Çima bi hezaran mirinê digrin çavên xwe û bi gemiyan berên xwe didin Ewrûpayê?
Çima li her welatekî Ewrûpayê bi milyonan musilman hene?,
Çima li welatekî musilman bi milyonan Ewrûpî tunene?
Çima miletên musilman di ilim û teknîk da paşdemayê dinyayê ne?
Çima li welatekî musilman azadî û demkrasî tuneye?
Çima hemû welatên îslamî wek mîza devêtim bi paşda diherin?
Musilmanan Emerîka kişif kiriye, wam gotiye dinya gilover e, gotinên vala û bêmane ne. Hûn li sifra hazir binêrin, problema dinyayê ya herî mezin îro Îslam û miletên musilman in. Musilman paşdamayî ne, birçî ne û wek gurên har hevûdu dixwin, serê hev jê dikin.
Di nava miletên pêşketî û medenî da tevgereke wek Daîşê hov û qatil dernakeve.
Di nava miletên pêşketî û medenî da bi hezaran celadên bi kêfxweşî, li ser navê dîn seriyan jêdikin nayên dîtin.
Pêşketin, zanîn, medeniyet ne bi fortan e…
Musilman hewqasî paşdemayî û rebin in ku hîn nizanin çiqasî perîşan û rebin in. Heger ne wisa bûya Erdogan û Fikrî Işik fortên wiha beradayî nedidan xwe…

XXX
Tiştê meriv nexwaze, ji xwe ra neke hedef meriv xeyal jî nake. Kurd bi kêmasî ev dused sal in dewleteke kurd, Kurdistaneke serbixwe xeyal dikin û ji bo wê jî xwîna xwe diherikînin.
Ev xeyala kurdan ya sedsalan ewê bi rast bigere. Heger bi hin derew û ”sedeqeyên” tirkan nexap in dîtina wê rojê hindik maye…

XXX
-Ne ku însanek dikane çi bide te, ji bo te dikane dev ji çi berde girîng e…

XXX
-Jiyan dişibe ava di qedeheke derizî da. Tu vexwe jî ewê biqede, tu venexwe jî. Ji bo wê jî kêfa jiyanê derxe. Çimkî tu bijî jî ewê biqede, tu nejî jî.

Tewfîk Fîkret

XXX


-Çûk ji şikestina çiqilê dara li ser veniştiye natirse, ji ber ku ne bi çiqilê darê, bi baskên xwe bawer e.

29 november 2014

Gunehê dijmin bi meriv nayê


Îbrahîm Guçlu, di nivîsa xwe ya dawî da ji şiklê dûrxistina xwe ya ji TRT6ê, ji programa ”Rojeva Herêmê” gazinan dike, dibêje bêyî ku em werin agahdarkirin, bêyî ku sebebê dûrxistina me ji me ra were gotin dawî dan karê me û bi hin kesên din ra dest bi programeke nuh kirin.
Guçlu, vê şêla TRT6ê ”medenî, vekirî û şefaf” nabîne, jê gazina dike û dixwaze kesên nuh destpêkirine jî sebebê vê serpêhatiya wî fêr bibin û dersê jê bigrin.
Kenê meriv tê, tu dibêjî belkî TRT6ê cara pêşî tiştekî wiha kiriye.
Baş e wa ye Guçlu serpêhatiya xwe gotiye, yên berî wî ji fediya ew jî negotin.
Tiştê TRT6ê anî serê Guçlu, anî serê gelek siyasetmedar û lîderên din jî.
Ji roja TRT6 ava bûye û heta îro dewletê gelek siyasetmedarên bi nav û deng, lîder û serokên kurdan eynî wek Îbrahîm Guçlu bi çend programan bi kar anî dû ra jî rê nîşanî wan da. Bêyî ku ji wan ra jî bibêjin çima, wek Guçlu ew jî li ortê hîştin û hin lîderên din ceribandin.
Ji ber ku dewletê dît ku bihevguhertina hin siyasetmedarên kurd zêde ne zahmet e.
Berî TRT6ê dewletê qet bawer nedikir ev îş hewqasî basît e, bi pereyekî hewqasî hindik ewê bikanibe van lîder û siyasetmedaran ji bo karekî wiha îqna bike.
Wek kurdekî ez bi vê yekê diêşim. Min dixwest lîder, serok û siyasetmedarên berê xwediyên îdîayên mezin, Kurdistaneke serbixwe bûn, bêyî ku di karekterê dewletê da tiştek biguhere, bêyê ku dewlet tiştekî bide wan, karekî dewletê yê wiha qebûl bikin.
Siyasetmedarên, lîderên heta nuha çûne TRT6ê ne kesên pisporên wî karî, mutexesis û alimên civaknas bûn ya jî kesên pir karîzmatîk bûn loma TRT6ê ew kar da wan. Yanî hemû ehlê wî karî bûn loma dewletê ewkar dan wan.
Îbrahîm Guçlu û kesên din gava TRT6ê ban wan kir dibê pirseke wiha ji xwe bikirana:
Dewlet li dijî fikrê me ye, li dijî hedefa me ye lê çima vî karî teklîfî me dike, çima dixwaze em herin TRT6ê?
Gelo dewleta tirk pir demokrat, pir azadîxwaz e loma dixwaze em di TRT6ê da bi rengekî azad fikrên xwe bibêjin ya jî armanceke dewletê ya din heye?
Yanî bi kurtî her siyasetmedarê, her lîder û serokê diçe TRT6ê dibê ji xwe birse:
-Ev dewleta îşxalkar, ne demokrat û li dijî hemû fikir û baweriyên min, çima ban min dike?
Çima me tim me bi hev diguhere?
Bi 40 programên Îbrahîm Guçlu TRT6 û dewletê tiştek wenda nekir, lê Guçlu gelek tişt wenda kir.
Meriv qedrê xwe nianibe wih aye. Gunehê dijmin bi meriv nayê, piştî karê xwe bi meriv diqedîne meriv datîne ber derî û nabêje çima jî?



Di şerê Kobanê da Tirkiye taktîkê diguhere


Li gorî xeberên medya sosyal, çeteyên Daîşê vêsê zû êrîşî ser deriyê Murşîdpinarê kirin û derî ji leşkerên tirk girtin. Yanî derî ji aliyê Tirkiyê, bakur ve ketiye destê çeteyên Daîşê. Lê aliyê rojava jî di destê gerîlayên YPGê da ye.
Dîsa ji aliyê Tirkiyê ve erebeyek tije bombe derbasî Kobanê bûye û çalakiyek întîxarî pêkanîne. Waliyê Rihayê jî derbasbûna erebê qebê qebûl kiriye.
Bi dîtina min girtina deriyê Murşîdpinarê ji alî Tirkiyê ve bi zorê vir e, miheqeq Tirkiyê derî teslîmî çeteyên Daîşê kir. Tirkiye bi xwe teslîm neke, Daîş nikane derî bi zor ji tirkan bigre.
Heger xeber hemû rast bin, yanî heger bi r astî jî ji aliyê Tirkiyê ve derî ketibe bin destê Daşîê, ev tê wê maneyê ku Tirkiye taktîk guherand û êdî eşkere û hîn aktîvtir bi Daîşê ra şerê kurdan dike.
Ji bo ku ji alî bakur da ya nî ji alî Tirkiyê da rê li Kobanê bigre derî teslîmî Daîşê kir. Ya na girtina derî îşxala axa Tirkiyê ye, dibê Tirkiyê bersîv bida Daîşê.
Di saetên pêş da ewê rewş zelaltir bibe. Lê dibê em baş bizanibin tiliya Tirkiyê di vî îşî da heye.



XXX
Serokê MHPê Devlet Bahçeliyê devşîrme di bin çembera grûbek faşîtên ji derve hatibûn û bi hezaran pûlisî da ket Dêrsimê û bi vê yekê jî mêraniya xwe nîşanî kurdan da. Bahçelî, li ber bîneya walî ji dêrsimî û kurdan ra got, ”bûyerên 1937-1938 îsyan bû û kesên tevî vê îsyanê bûn jî terorîstên cudaxwaz bûn.”
Ji bo vê heqaretê ne hewceyî hewqas rê û careke din îşxala Dêrsimê bû. Em dizanin her kurdê bindestiyê û xulamtiya tirkan qebûl neke li gorî dewletê û faştîstên wek te ”terorîst” e.
Pir nemaye, belkî jî ev cara dawî ye Bahçelî û faşîstên wek wî bikanibin herin Dêrsimê.

27 november 2014

Ma ez kîjanê bibêjim ku


Xoce Nesredîn rojekê dîsa kerê xwe yê meşhür biriya mazatê û xwestiye ji derdë wî xelas bibe.
Cambazek hatiye, li dora ker çûye hatiye, vir da wê da lê mêzekiriye û ji Xoce ra gotiye:
-Xoce, ma tu kêmasî û qusûreke kerê te heye?
Xoce devë xwe kiriye guhê ker û gotiye:
-De ka bibêje ez kîjan qusûra te bibêjim mêro!
Rewşa serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî dişibe vê mesela kerê Nesredîn xoce, meriv êdî nizane qala kîjan qusûr û zirzopiyên wî bike.
Do di kongereyekê da efendî xwedêgiravî xwestiye pesnê esnaf û senetkaran bide. Lê berbatî çêkiriye, wiha gotiye:
”Di medeniyeta me da, di ruhê me yê millî û medenî da esnaf û sinetkar dema hewce be leşker e, alperan e, şehîd e, gazî ye, qehreman e. Dema hewce be polîs e û esayişê tesîd dike, hakim e, hekem e, bekçiyê mehelê ye….”
Nuha de werin vî kerî di vî buhurî ra derbas kin!
Li hemberî axaftineke wiha berradayî, cahîlane û hewqasî faşîzan, ji serî heta dawî gotinên nîjadperest meriv nizane çi bibêje…
Axaftineke wiha bêmistewa û faşîzan ancax siyasetmedarekî tirk dikane bike.

Hukûmet dixwaze bi TRT6 hin kurdan bi xwe ve girê bide

Mesrefên TRT6ê ji ”butçeya bi dizî” yanî ji ”gizli odenek”a dewletê tê dayin
Min heta nuha nizanîbû meserefên kanala TRT6ê, meaşên xebetkarên wê ji ”butçeya bi dizî”, ”butçeya sergirtî”, bi tirkî jê ra dibêjin ”gîzlî odenek, ortulu odenek”ê tê dayin.
Tiştekî pir xerab û kirêt e.
Ji Swêd keçeke bi navê Yekbûn Alp*, di nama xwe ya ji berpirsiyarên TRT6ê ra, pêşniyara xebata di TRT6ê da red kiriye û gotiye, dezgeheke girêdayî serokwezîr be û mesrefên wê jî ji butçeya sergirtî(gizli odenekê) were dayin nikane weşaneke azad bike. Û ji bo ku ew di TRT6ê da kar bike dibê ew di nava xefletekê, buhraneke psîkolojîk da be.
Bi kurtî Yekbûn Alpê, teklîfa TRT6ê ya xebatê bi şîdet û bi gotinên giran red kiriye û di eynî wextê da qala vê butçeya sergirtî kiriye. Gotiye TRT6 ji ”butçeya sergirtî” tê fînansekirin.
Ev butçeya ”sergirtî” di bin destê serokwezîr da ye, bi destûr û emrê wî ji bo karên bi dizî, karên nelirê, karên îstîxbaratê yanî ji bo karên dewletê yên bêqanûnî tê bikaranîn. Bi zimanê osmanî jê ra ”tahsisatimesture” tê gotin.
Dewletê di dema serokwezîrtiya Tansu Çîlerê da bi vê ”butçeya sergirtî” (gizli odenekê) bi sedan qatil kirê kirin û bi hezaran kurd dan kuştin. Ez bawer dikim îro jî ne bi qasî dema Çîlerê be jî lê dewlet dîsa jî vê ”gizli odenekê” bi piranî li hemberî kurdan, di karê îstîxbaratî û kirinî merivan da bikartîne
A hin serok û kadirên kurdan yên berê bi meaş û pereyên ji vê ”butçeya sergirtî” tê dayin di TRT6ê da dixebitin û programan çêdikin, meaşên xwe ji vê "gizli odenek"adewletêê ya bi destûra Erdogan tê dayin digrin....
*Yekbûn Alp keçeke kurd e, di nava partiya çep da aktîf e.

Bersîva xwendevanekî:
Birayê A.B…, di her dezgeha dewletê da helbet kurdên baş, kurdperwer û yên di halê xwe da, yên xerab hene. Rexneya min ne li her kurdê di TRT6ê da dixebite. Rexneya min li hin kesên berê serok û kadirên partiyan bû, Kurdistana serbixwe hedefa wan bû. Bi dîtina min kesên wiha dibê tenezulî karekî wiha nekin û nekirana.
Min berê jî çend caran li ser TRT6ê nivîsî ye û ev mesele diyar kiriye. Yanî ez nabêjim bira tu kurd di TRT6ê da nexebite. Lê ez xebata hin kurdan şaş û eyb dibînim.
Mesele nuha ez werim di TRT6ê bixebitim pir eyb e. Lê TRT6 û doktorî jî ne wek hev ve. Dibê meriv viya jî bizanibe..
Ya din îdîa ”butçeya sergirtî” ye. Heger ev îdîa rast be pir xerab e. Ji ber ku ev butçe ji bo hin karên bi dizî, nelirê, bêqanûnî tê bikaranîn. TRT6, dezgehek resmî ye, cima ewê butçeya wê ji ”butçeya sergirtî”, ”gizlî odenekê” were dayin?
Gelo hemû TRT ji ”butçeya sergirtî” (gizlî odenekê)tê fînansekirin ya jî TRT6 bi tenê? Heger TRT6 tenê bi pereyên ji ”butçeya sergirtî” tê fînansekirin ji bo çi ? Dibê hûn viya ji berpirsiayran bipirsin.



26 november 2014

Sûcê gayê pîr e


Hukûmetê yasaxa weşanê daniye ser xeberên diziya çar wezîran. Yanî ji nuha û pêda medya ewê nikanibe qala diziya 4 wezîrên îstîfa kiribûn(Muammer Guler, Zafer Çaglayan, Egemen Bagış, Erdogan Bayraktar)bike.
Helbet ewê minaqeşeyê yasax bikin, ma qey ewê bihêlin herkes li ser diziya wan binivîse û bipeyive?
Ma çima diz dîn in?
Lê sûc ne yê van ”golikan” e, sûc ji gayê mezin, gayê pîr da ye. Yanî ji serokê wan da ye, serokê wan rê nîşanî wan da.
Çîroka gê û golik meşhûr e.
Dibêjin golikê sofî ji êxur reviya û tiştek di bîstên da nehîşt. Hemû lem û sebze tevlihev kir, yên xwar û yên pelixand.
Sofî gava dît golik ketiye bîstên dîn bû, rahîşt sêwanekî û çû di êxur da bi daran bi gê ket. Milet jê ra got:
- Sofî, ma çi sûçê gê heye?, yê ketiye bîstên golik e.
Sofî got:
-Çawa sûcê gê tuneye? Hemû sûc yê gê ye. Heger baş terbiye kiribûya golik ev îş nedikir.

XXX
Erdogan: wekheviya jin û mêr ne mimkûn e
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, derbarê wekheviya jin û mêr da dîsa çend gotinên pir wecîz(!)kirine. Erdogan gotiye:
”Jin û mêr nabe wek hev bin. Dînê me Îslamê rola jinê wek dayiktiyê tespît kiriye. Carnan dibêjin wekheviya jin û mêr. Hûn nikanin jin û mêr bînin dereceyeke wekhev, ew tersê fitratê(xuliqandinê)ye. Tebîeta wan, bunya wan, fitrata wan cihê ye. Dînê me meqamek daye jinê, meqamê dayiktiyê…”
Xwedê kir ku ev merivê zirzop, paşdamayî, ji medeniyetê bêpar, xwediyê dîtin û fikrên serdema navîn serokkomarê Tirkiyê ye. Serokekî tam layiqî tirka ye.
Bira dinya bibîne ku Erdoganê dikira Tirkiye li Rojhilata nêz û navîn bikira welatê MODEL çi meriv e û xwediyê fikir û dîtineke çiqasî prîmîtîv e…
2014-11-24

XXX
Bavê şehîdekî Kurdistanê bi dilekî şewat lê bi xurûr û serbilindî piştî şehîdbûna lawê xwe li Kurdistana rojava wiha gotiye:
"Tu tişt ji ewlad ne şîrîntir e. Lê belê hezkirina welêt ya ewlad derbas dike. Me dilê xwe diyarî miletekî mezlûm û axeke pîroz kir.
Lawê min nemir. Yên zarokên xwe ji parastina vî welatî dûr xistine mirine."
///Bavê şehîd Soze Ekrem Îbrahîm

XXX


-Jineke bedew ji çav ra, jineke baş ji dil ra xweşik xuya dike. Ya pêşî aqût(pirlanta) û ya duyem jî xezîne ye.

25 november 2014

Bi hurmet devê kalanşinkofa bi milê we da radimîsim.

Mehmet Altan, li ser jinên Kobanê yên gerîlla, li ser qehreman, canfîda û şepalên Kobanê nivîseke pir xweş nivîsîye.
Ji ber ku nivîskarekî, rojnamevanekî û ronakbîrekî tirk bi vê heyraniyê qala jinên kurd, gerîllayên jin yên ziravpiling kiriye ji kêfa serê min gihîşt asîmanan.
Û loma jî min hin beşên nivîsa Mehmet Altan kir kurmancî, ji bo ku leheng û şepalên kurd yên li Kobanê û li Şengalê şer dikin û jinên kurd yên tirkînezan nivîsê bixwînin û bibînin ku qehremaniya wan ya li Kobanê û Şengalê li cîhnaê çi deng daye û dinya çawa kiriye heyranê wan û gelê wan.
Esas gerîllayên PKKê  yên jin ev ne cara pêşî ye ku qehremaniyên wiha dikin, ev 30 sal in gelek caran qehremaniyên belkî jî ji yên Kobanê jî mezintir kirine.
Lê mixabin dewleta tirk bi saya îmkanên xwe yên dewletî hemû  liberxwedan û qehremaniyên gerîllayên jin fetisand û nehîşt dinya bibîne û bibihîze.
Ya din hinekî jî dinyayê bi xwe jî ji ber gelek sebebên siyasî û aborî nedixwest qehremaniyên gerîllayên kurd bibînin. Çavên xwe jê ra digirtin.
Lê li Kobanê berxwedana kurdan û gerîllayên kurd û bi taybetî jî beşdariya jinên canfîda ya bi rojan dinya mecbûr kir ku vê liberxwedana bêhempa bibîne û ji van şêr û şepalên kurd ra şewqên xwe derxin, heyraniya xwe bînin zimên û serê xwe bitewînin.
Beşê min wergerandiye li jêr pêşkêşî we dikim. Bi hêviya bi dilê we be. Bi taybetî jî bi dilê jinên kurd be…
Wek hemû dinyayê ez jî nuha(û berê jî) heyranê we me. Ji ber ku hûn bi porên xwe yên helîlî, bi kenê xwe yê ji hingiv şîrîntir, bi guliyên xwe yên wek fitlên maran, bi şerê xwe yê bêhempa, bi lehengî û bi canfîdayiya xwe hûn doza gelê xwe bi dinyayê didin nasîn û ji têkoşîna gelê xwe ra dostan û sempatiyê top dikin.
Ez minettarê we hemû şervanên jin im. Xwîna we li Kobanê û li Şengalê rijand azadî û serxwebûna me nêziktir kir.
Bi hurmet devê kalanşinkofa bi milê we da radimîsim.
Zinarê Xamo

”Hewcedariya her neteweyî di qonaxa dewletbûnê da bi destaneke netewî heye. Kobanê ev destana ji bo ku kurd li dora wê kom bibin bi qehremaniyeke mezin xuliqand.
Di dema ku destana ne tenê Rojava, bi îhtîmaleke mezin ewê dîroka Rojhilata navîn jî biguhrîne li Kobanê dihat jiyandin, kurd li dinyayê bûn gelê herî berbiçav, herî populer.
Kurd jî bi filistîniyan ra wek zarokên Rojhilata navîn yên neheqî lê bûne hatin dîtin lê belê nikanîbûn dilê dinyayê qezenc bikin. Nêzîkiya ji filistîniyan ra tê nîşandan ji kurdan ra nehat nîşanda.
Ji ber ku yên li kurdan zulm dikirin musilman bûn û filistîniyan bi cihûyan ra şer dikirin, loma jî kurdan bi qasî filistîniyan piştgirî nedît.
Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê tim nehîştin kurd derkevin pêş. Kurd tim wek ”terorîstên” li dijî dewletên xwe derdikevin hatinm etîketkirin.
Kobanê, du tabloyên balkêş bi hev ra pêşkêşî dinyayê kir. Ya yekem rastiyeke siyasî û eskerî bû.
Tu dewleteke musilman nikanîbû pêşdaçûna Daîşê bisekinîne ya jï nedixwest, kurdên laîk bi jiyanên xwe Daîş rawestandin.
Ya din jî bi qasî cesaretê, dîtina wê jî çîroka herbeke balkêş bû: Jinên kobanî yên gerîlla.
Di destê wan da kalaşnîkof, porên wan hûnayî, rûbiken, jinên qehreman yên çavreş. Bajarên xwe, dewletên xwe, malbatên xwe, jiyanên xwe feda kiribûn û bêyî ku çavên xwe biqurçînin di vê riyê da dimirin.
Li hemberî Daişiyên bi şimik, rîdirêj, yên serê mirovan jêdikin,  çavbixwîn, leşkerên hov, jinên rûbiken, jinên cesûr.
Ev jin bûn sembola Kobanê û dinyayê jï bêyî terdut li ba wan da cî girt.
Rojekê dema ev şer biqede, jinên kurd yên gerîlla ewê vegerin malên xwe. Piştî van tecrûbeyên xwe, piştî hewqas tiştên dîtin ewê ji nuhve tevî jiyanê bibin.
Ewê malên wan, peyên wan, zarokên wan, cîranên wan, karên wan cê bibe.
Mêr ewê carekeke din nikanibin serkutiyê li van jinan bikin. Mêr li hmberî van jinan ewê nikanibin dengê xwe bilind bikin. Ewê nikanibin jiyanê fërî van jinan bikin.
Ewê evîndarê van jinan bibin, hurmetê nîşanî van jinan bidin.
Û di serda ev jin ne yek, ne dudu, ne sê heb in, bi sedan, bi hezara in.
Toreya(edeta)mêran ya Tirkiyê û Rojhilata navîn ewê perçeperçeyî bibbe, şiklê jiyaneke nuh, şiklê têkiliyên nuh ewê peyda bibin.
Mêrên Rojhilata navîn yên meyildarî diziyê, bêrêtiyê û sistomisto jin çi ye ewê fêr bibin…
Di civata kurd da pêşengiya guhertina ciyê jinë Abdulah Ocalan kir. Jina kurd ji ciyê girt bi mêran ra kir yek, hetta li dereke ji mëran bilindtir bicî kir.
Di civatên din da jin hakîr tên dîtin, hepsî malê tên kirin, hebûna wan û giringîya wan tê înkarkirin. Lê kurdan jin bilind kirin, bi taybetî jî li Kobanê dan pêş, xistin nava yên herî egîd, yên herî qehreman.
Belkî jî pîvana pêşketinê ya esasî ye hurmetnîşandana jinê. Li Rojhilta navîn tenê kurd hurmetê nîşanî jinên didin.
Kudan wekheviya jin û mêr pê aniye bû bi yekê jî li Rojhilata navîn ji gelên din cihê dibin. Nava gelê kurd tije jinên qehreman in. Dinya pêşketî li Rojhilata navîn ne tenê di warê siyasî da, ji dil jî
tenê piştgriya kurdan dike.
Kobanê, kurd kirin gelekî model, li aliyekî jî qadeke nuh ji wan ra vekir. Îmkana dewletbûnê bi dest xistin.
Barzanî li Bakurê Iraqê nikanîbû nuveya Kurdistana mezin çêke, lê belê PKkê li Kobanê çêkir.
Li Rojava Erdogan û Davutoglu bi siyaseteke sinsî piştgirî dan Daîşê li hemberî kurdan. Lê vê belê bedela vê siyasetê Tirkiyê rola xwe ya li Rojhilata navîn da kurdan.


Kobanê û lehengên Kobanê yên jin dîroka kurdan û rola wan ya di dîrokê da guherand.
 Li Rojhilatanavîn gelê ku kesên demokrat piştgiriya wan bikin, bidin pê wan, texlît bikin êdî kurd in.

Tirkiye wek dewlet nuha dikane hêz û îmkanên wê ji kurdan zêdetir be, lê belê serdestiya psîkolojîk sedîsed di destê kurdan da ye.
Modela Rojhilata navîn êdî kurd in.”
///Mehmet Altan

24 november 2014

Sebrî Ok: Bira pûlis û leşkerên tirk ji Kurdistanê vekişin

Sebrî Ok: Bira pûlis û leşkerên tirk ji Kurdistanê vekişin, ji ber ku hêza nemeşrû ew in.
Endamê Komîteya Birêvebir yê KCKê Sebrî Ok, li ser minaqeşeyên dibê PKK çekan deyne gotiye, ”sebebê derketina me û destpêkirina şerê çekdarî hîn ji ortê ranebûye, loma jî minaqeşekirina çekdanînê şaş e û bêhurmetiya li hemberî îradeya gelê kurd e. Û li dijî rastiya me ye jî.”
OK gotiye, di demeke ku hebûna gelê kurd di tahlûkê da ye û li herêmê gelek bûyerên mezin rû didin ew qebûl nakin hêza wan ya çekdar were minaqeşekirin.
OK gotiye, ”hebûna leşker û polîsên tirk li Kurdistanê ne meşrû ye. Heger li Kurdistanê hêzeke dibê vekişe hebe ew jî hêza îşxalkar ya dewleta tirk e, pûlis û leşkerên tirk in.”
OK, danîna çekan bi qebûlkirina nasnameya kurdan û dana mafên wan ve girêdaye û gotiye, ”heta ku hebûn û mafên gelê kurd bi qanûnan nekeve bin garantiyê çareseriya mesela kurd ji xwe ne mimkûn e. Ji bo çareserkirina meseleyekê berî hertiştî dibê ew mesele were qebûlkirin.”
Ok, derbarê nêt û siyaseta AKPê da tiştên pir rast gotine. Û ji xwe êdî herkes dizane û dibêne ku ji destpêkê da ye hukûmet bi konetî hereket dike, tim bi devikî hin sozan dide,dibêje ewê hin gavan bavêje û carnan jî hin tiştmiştên xapandinê dike.
Lê di meseleya esasî da, yanî ne hebûna kurdan nas dike û ne jî tu mafên kurdan yên netewî dide. Tim meselê dibe û tîne, serî li meselê digerîne û wextê qezenc dike. Bi hêviya ku ewê PKK belav bibe, biweste, ji hêzada bikeve, perçe bibe…
Êdî zarok jî bi siyaseta hukûmetê dizane. Loma jî nêta hukûmetê bi tecrûbeyên du salên borî li ber çava ye.
Ez hêvî dikim ku ev şêla Ok di rojên pêş da neguhere û PKK û KCK dîsa bi sozên hukûmetê yên devkî nexape.
Wek Ok jî gotiye, nêta hukûmeta AKPê pir xerab e û naxwaze tu mafî bide kurdan, ev vekirî ye.
Ji ber ku hukûmet PKKê, KCKê û heta PYDê jî hîn wek rêxistinên terorîst dibîne û dixwaze wan ji ortê rake. Hukûmeta xwediyê vê siyasetê be bi PKKê ra tu meseleyê çareser nake, tu mafî nade kurdan. Ew li pey tasfiyekirina PKKê û tevgera kurd ya netewî ye…
Heta ku hukûmet di çareserkirina meselê da ne samîmî be PKK bixaze jî, çi tawîzê bide jî mesele hel nabe. Ya muhîm biryara hûkûmtê ye, dibê hukûmet dev ji xapandinê û hîleyan berde.

23 november 2014

Davutoglu Silêmaniyê jî wek bajarekî Tirkiyê dibîne


Serokwezîrê Tikriyê Davutoglu piştî vegera xwe ya ji Îraqê û Kurdistanê, bêyî ku navê Kurdistanê bigre devê xwe, gotiye ”Li Bakurê Îraqê di warê ewlekariyê da mewcûdiyeta tu kesî bi qasî ya me tuneye. Min ji Mesûd Barzanî ra jî got, Bakurê Îraqê ji bo me muhîm e. Mûsil, Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî xeta ewlekariya me ya netewî ye. Hertiştê li vir dibe tesîrê li Tirkiyê dike.”
Bersîva serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji van gotinên Davutoglu yên bêedeb ra çi bûye ez nizanim. Lê ev gotinên Davutoglu pir giran in, mêrik wek waliyekî kolonyalîst, wek ku qala mamûrekî xwe bike peyivî ye, gotiye "min ji Mesûd Barzanî ra got." Ev gotinên Davutoglu qebûlnekirina azadî û serxwebûna Kurdan û Kurdistanê ye.
Yek, Davutoglu hîn jî ji Kurdistanê ra dibêje ”Bakurê Îraqê.” Dudu, Davutoglu Kurdistanê wek beşekî Tirkiyê û Mûsil, Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyê jî wek bajarên Tirkiyê dibîne, dibêje hertiştê li van bajaran bibe wan eleqedar dike.
Ev, rasterast midaxeleya karûbarê Îraqê û Kurdistanê ye, dîtina Kurdistanê wek beşekî Tirkiyê ye. Ne xwe meriv ji bo welatekî serbixwe tiştekî wiha nabêje.
Yanî Davutoglu ji kurdan ra pir vekirî dibêje, Kurdistanan bi qasî ya we ye ya me ye jî, Mûsil, Kerkûk, Hewlêr û Silêmanî bi qasî bajarên we ne, bajarên me ne jî. Loma jî liher buhstek Kurdistanê çi bibe mafê me heye em midaxele bikin….
Ez bersîva kurdan meraq dikim, gelo kurd li hemberîvan gotinên Davutoglu çi dibêjin?
Not:
Min xebera vê axaftina Davutoglu di Rûdawê beşê tirkî da xwend. Di xebera Rûdawê da Davutoglu ji Kurdistanê ra gotiye ”Bakurê Îraqê.”
Çavkanî çapemeniya tirk bûya minê bi îhtîyat lê binêriya, lê ji ber ku Rûdaw bû min jê bawer kir.
Lê nuha min li vîdeoya civîna çapemeniyê ya Davutoglu û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî temaşe kir, di vê vîdeoyê da Davutoglu nabêja ”Bakurê Îraqê”, dibêje herêma Kurdistan. Û navên Mûsilê, Kerkûkê, Hewlêrê û Silêmaniyê jî qet nagire devê xwe.
Çend caran gotina ”herêma kurd” bikar tîne , lê qet nabêje ”Bakurê Îraqê.”
Li vir du îhtîmal hene, ya Rûdawê jî axaftina Davutoglu û navê Kurdistanê wek medya tirk sansor kiriye, ya jî Davutoglu li dereke din ev axaftin kiriye.
Heger ne derew e dibê Rûdaw vîdeoya wan gotinên Davutoglu biweşîne.

Pêvajoya çereseriyê daket mistewa du odeyan û telewîzyonekê

Erdogan di vegera xwe ya Afrîkayê da di balafirê da li ”pêvajoya çareseriyê” û ”muzakereyên” bi Ocalan ra gotiye, ”Bikaranîna gotina muzakerê çewt e. Di dema serokwezîriya min da hukûmetê hemû gavên pêwîst avêtin û piraniya tiştên dibê bihata çêkrin kir. Hejmara odeyên wî derxist duduyan, TV danê, di ziyaretan da nermayî çêbû. Canê 50 hezar malbatên şehîdên me şewitî ye. Ew çawa lê dinêrin, çi dibêjin jî muhîm e. Hakeza mesela dayikên Diyarbekrê jî heye. Zarokên wan revandina çiyê. Ev zarok çima nayên? Bira heyeta Merivên Akîl carê here bi van însanan ra jî rûne û bipeyive…”
Mêrik baş henekê xwe bi kurdan dike, ode ji yekê kirine dudu, telewîzyon danê û zorê jî ji ziyaretçiyên wî ra dernaxin.
Weleh xêra Xwedê ye! Ma hîn ewê çi bidin kurdan?
Hewqas tişt dana Ocalan, kurd hîn jî ne memnûn in. Ecêba giran!
Ev gotinên Erdogan bêyî qerfan û tinazpêkirinê ne tiştekî din e, bira ”çareseriya mesela kurd” li wir bimîne, mêrik qebûl nake meriv gotina ”muzakereyê jî bikar bîne.
Li ortê tu muzakere û çareserî mareserî, mesela kurd tuneye, mesela rehetiya şexsê Ocalan heye. Mêrik dibêje me ”hejmara odeyên wî ji yekê derxistiye du odan û telewîzyon jî dayê.”
Û bi vî rengî jî hemû sozên xwe anîne cî. Yanî tu tiştekî din yê bidin kurdan tuneye.
Ocalan û heyeta Îmraliyê çi dibêjin bira bibêjin vala ye, li gorî dewletê mesela PKKê jî û ya kurd jî telewîzyonek û zêdekirina odeyekê ye, yanî rehetiya Ocalan e.

XXX
Êdî dema bilindkirina navê Kurdistanê û ala kurd hatiye
Hin keç û xortên kurd yên endamên Civata Kurd li Almanya bi dixwaza ”Serxwebûna Kurdistana” Kurdistanê beşdarî Komcivîna Partiya Keskan bûne.
Bi baweriya min êdî wext hatiye ku kurd li Tirkiyê, li Kurdistanê û herdera cîhanê ala Kurdî hildin û daxwaza Kurdistana serbixwe bilind biqîrin.
Dewleta tirk ji ber navê Kurdistanê serlêdana PAKê(Partiya Azadiya Kurdistanê)red kir û bi hin behaneyan negirt.
Ji bo ku navê Kurdistanê û sembola netewî ala kurd li Tirkiyê were qebûlkirin dibê xebat û liberxwedaneke bi îstîkrar were kirin. Tirk ne navê Kurdistanê û ne jî ala kurd bi rehetî qebûl nakin, ji bo ku qebûl bikin dibê em micadeleyeke mezin bidin û di her çalakiyê da bi hezaran alên kurd hildin.



Şepalên Kobanê

Egîdî, canfîdayî û ezameta jina kurd li Kobanê bi heykelekî şêr û gerîlayeka jin hatiye niwandin, gewdekirin, taswîrkirin. Jineke gerîlla ya bi ezamet li ser pişta şêrekî bi heybet rûniştiye û li dûr dinêre.
Bi dîtina min canfîdayî û dilêriya jina kurd dibê ne bi şêr, bi ŞEPAL ya nî bi şêra mê bihata gewdekirin, bihata nîşandan.
Şêr nêr e, cengaweriya jina kurd ya Kobanê dibê jin ne bi şêr, bi ŞEPALê were nîşandan.
Şepal jî bi qasî şêr bi heybet e, heta di nêçîrê da şepal ji şêr gelkî jêhattir e, ya nîçîrvan herî çalak şepal e.
Ma gorbuhuştê seydayê Melayê Cizîrî bela sebeb di şiira xwe ya ”Şox û Şengê da pesnê jina kurd ne bi şêr, şepalê dide û dibêje:

Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir, dil ji min
Awirên heybetpilingê
Dil ji min bir, dil ji min
Wê şepalê miskê xalê
Dêmdurê gerdenşemalê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir, dil ji min
Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bi talan
Goşeyê qewsê hilalan
Dil ji min bir, dil ji min
Dêm nedîrê bo ‘ebîrê
Xemrî û gîsû herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir, dil ji min
Surşirînê nazenînê
Kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir, dil ji min
Fetl û taban da xuraban
Ebleq û cohtê şebaban
Dame ber pence û kulaban
Dil ji min bir, dil ji min
///Melayê Cizîrî

22 november 2014

Çira derewçînan zû vemirî

Mamoste Qedrî Yildirim hat berdan. Wek her kurdekî welatparêz ez jî bi vê xeberê kêfxweş bûm.
Di van çar rojên girtîtiya mamoste Qedrî da diyar bû ku mamoste çiqasî ji alî aqademîsyen û telebeyên xwe tê hezkirin. Di van çar rojan da bi hezaran kurd ji bo azadiya mamoste Qedrî bi şev û roj xebtîn.
Piştî berdana mamoste derket ortê ku îdîa gendeliyê ji binde derew e, tu têkiliyeke mamoste Qedrî bi vê îdîayê tuneye.
Armanc di şexsê Qedrî Yildrim da reşkirin û bêîtîbarkirina beşê kurdî ye. Bi qasî xuya ye hukûmet ji xebatên Qedrî xoce û ji ya beşên kurdî ne razî ye. Loma jî hukûmet dixwaze Qedrî xoce û beşê kurdî yê zanîngeha Mêrdînê ji îtîbar da bixîne. Belkî jî planeke hukûmetê ya guhertina mamosteyên vî beşî jî hebe. Di rojên pêş da ev yek ewê diyar bibe.
Netîce ez bi azadbûna mamoste Qedrî û hevalên wî pir kêfxweş bûm.

XXX
Li Kitêbxaneya Kurdî li ser sirûdê ”Ey reqîb” saet di 13.00 da semînerek heye. Semîner ji alî hunermend û akademîsyenê kurd Esed Qeredaxî ve ewê were dayin.
Ezê herim lê guhdarî bikim. Ev demeke hin kes û hêzên îslamî li dijî hin gotinên sirûda ”Ey reqîb derdikevin” û dixwazin biguherînin. Yanî li Kurdistana başûr di nava kurdan li ser gotinên ”Ey reqîb” minaqeşeke gurr heye.
Bi vê ziyaretê ra ezê du kitêbên xwe jî bidim kitêbxanê, heta nuha fersend çênebûbû ez bidimê.

XXX
Welatê ku jin lê bi qasî mêran ne azad bin meriv nikane li wî welatî qala hebûna demokrasiyê bike. Ji bo ku demokrasî li welatekî hebe dibê jin jî di her warî da bi qasî mêran azad bin.
Sebebê ku li welatên îslam demokrasî tuneye bindestiya jinê ye, qebûlnekirina wekheviya jin û mêr e.
Û heta ku îslam ev îslam be ne mimkûn e ku li tu welatekî îslam demokrasiyeke temam hebe.
Îslam wekheviya jin û mêr qebûl nake. Û heta qebûl neke jî li welatên îslam demokrasî jî xeyal e. Tirkiye jî yek ji van welatan e.

XXX
Min kitêba Memê Mala Hine ”Hê-şîn” qedand. Piştî vê lezetê berê ezê herim derve û cixareyek bi îman bikşînim û dû ra jî herim serê xwe deynim, wek zarokekî piştî guhdarîkirina xemîşokek xweş li ser çonga dayika xwe di xew ra here.
Bi xêr sibe ezê dest bi bîranînên ”Serpêhatiyên jiyana min” ya Dr. Îsmet Şerîf Wanlî bikim.


2014-11-19

Çima hin kurdên îslamî dibin qatil û neyarên gelê xwe?



DAIŞê bi daxuyaniyekê teqîna Hewlêrê (19.11.2014) girt ser xwe. Di daxuyaniyê da tê gotin ku wan mefrezeyek ji Kerkûkê şandine Hewlêrê û hevalekî wan ê bi navê Ebdurehman el Kurdî li pêşiya parêzgeha Hewlêrê teqîn pêk aniye.
Yanî terorîstê li Hewlêrê xwe teqand û bû sebebê mirina 5 kesan û bi dehan birîndaran kurd e.
Lê ev ne cara pêşî ye ku yekî kurd li ser navê Daîşê ya jî li ser navê rêxistineke din ya îslamî tevgereke terorîstî ya wiha dike û sedan kurdî dikuje û seqet dihêle.
Kurdên îslamî berê jî li Silêmaniyê, li Hewlêrê, li Şengalê, li Duhokê, li Kobanê û li gelek derên din jî întîxarên wiha kirine û bi sedan kurd kuştine.
Çawa dibe zarokên miletekî li ser navê dîn, ji ber baweriya dînî dibin neyarên gelê xwe û li hemberî gelê xwe hovîtiyên wiha dikin?
Yên li Silêmaniyê, li Hewlêrê, li Duhokê, li Şengalê, li Xaneqînê û li hin derên din xwekujiyên bi vî rengî kirin dîsa kurdên îslamî bûn.
Bi sedan kurdên li Kobanê di nava terorîstên ereb û tirk da li dijî gelê xwe şer dikin jî kurdên îslamî ne.
Li gorî texmînan bi hezaran kurd di nava Daîşê da ne û li hemberî gelê xwe şer dikin.
Hema ji Kurdistana bakur tenê bi kêmanî 500 kurd nuha di nava Daîşê da ne û li Kobanê, li Şengalê û li Mûsilê li hemberî gelê xwe, li hemberî xwişk û birayên xwe şer dikin, bi qatilan ra serê birayên xwe jê dikin.
Ev çawa dîn e, çawa bawerî ye ku însanan dike qatilên xwişk û birayên xwe, dike qatilên dê û bavê xwe?
Di her xwekujiyê da terorîst kurdekî îslamî derdikeve. Tu carî kurdekî çep, lîberal, demokrat, nebawermend li hember gelê xwe sûcekî wiha nekiriye û nake. Yên dikin hemû jî îslamî ne û ji ber baweriya xwe ya dînî van cînayetan dikin.
Çima?
Ez ji kurdên îslamî dipirsim:
Çima hin kurdên îslamî dibin qatilû neyarên gelê xwe?
Çima dibin hevalên terorîstên ereb û li hemberî gelê xwe şer dikin û dikevin xwîna xwişk û birayên xwe?
Çima kurdekî çep û ne dîndar, ne bawermend tiştekî wiha nake, çima yên dikin hemû îslamî ne?
Çima dîn, bawerî, îslamiyet însanên kurd dike qatilû neyarên qewmê xwe?



Bersîva Serkan Aydogan
Serkan, vana gotinên tirkên nîjadperest, çepên tirk û dilxwazên terorîstên îslamî ne... Efendim Emerîka Daîş çêkiriye. Na, Emerîkyêa Daîş çênekiriye, Daîşî sedîsed ereb in, nîjadperest û beasiyên ereb in. Yanî Daîş ”malekî yerlî” ye. Kesên dixwazin van celadên îslamî û îdeolojiya îslamê ji van qetlîaman dûr û bêguneh nîşan bidin, wek hertim sûc dixin hustuyê Îsraîl, husutuyê Emerîka û Xerbê.
Ev ne rast e, Daîş rêxistineke îslamî ye û li gorî xwe îslamê şirove dike. Û bingeha kirinên xwe jî ji îslamê digre. Yanî buhtanan li dînê îslamê nakin.
Lê helbet hemû misilman, hemû dîndar ne wek van celadan e, musilman û dîndarên li dijî wan pir in. Bes ev yek nabe sebeb ku meriv bibêje ew ne tevgereke îslamî ne. Û pirsa “çima tevgerên wiha ji nava îslamê derdikvin?” ji alimêm îslamê neke.
Li gorî lêkolînan bi kêmasî 500-600 kurdên dîndar yên ji Kurdistana bakur di nava Daîşê da hene û bi piranî jî ji herêma Çewlikê(Bîngolê)û Semsûrê(Adiyamanê)ne.
Bi îhtîmaleke mezin kesên nêzî Huda-Parê ne, yanî merivên dîndar in. Ji xwe sempatiya Huda-Parê ya li hemberî Daîşê di vîdeokê da herkesî dît.
Ma heta nuha we qet dîtiye ku Huda-Parê êrîşên Daîşê yên ser Kobanê û ser kurdan protesto kiribe?
Ma Emerîkayê Hud-Par çêkiriye?
Ma Emerîkayê 500-600 kurd şandin nava Daîşê?
Ma vana hemû ajanên Emerîkayê ne?
Îdîaya Emerîka Daîş çêkiriye bêbingeh e û sivikkirina sûcê qatil û celada ye. Mêrika li dû Kurdistanê ne, dixwazin Kurdistanê ji kurdan vala bikin. Ev hedefa ereban û tirka ye, karê Emerîka bi vê tuneye.
Vana dixwazin Îsraîl jî ji ortê rakin, Emerîka tiştekî wiha naxwaze.
Ya din jî berî ku tu xwe li minaqeşeyên wiha rakişînî û qala teorî û komployên wiha mezin û ”Frankenstein” bikî, baş bixwîne, rastnivîsê fêr bibe, rastnivîsa navê Frankenstein fêr bibe. Dû ra xwe tevî tiştên wiha bike.

20 november 2014

Dengîr Mîr Mehmet Firat zêde pêşda diçe


Nabêna cîgirê serokê AKPê yê berê Dengîr Mîr Mehmet Firat û AKPê her ku diçe xerabtir dibe.
Ev demeke Firat hinekî zêde pêşda diçe, bi zimanekî ezopwarî be jî Erdogan û taximê wî rexne dike. Ev ne bes e, di ser da jî qala mafê kurdan jî dike.
Yanî bi tiştên pir tahlûke mijûl dibe, tiliya xwe di qulika mozan ra dike.
Li Tirkiyê bêyî serokomar Erdogan her kes dikane were rexnekirin.
Kî dibe bira bibe, eşkere ya jî sergirtî, kî Erdogan rexne bike, navê wî bi nebaşî îma jî bike çû ji wî da, bela xwe dît.
Û tew ew kes kurd be hîn xerabtir e, wê demê malik lê viritî, wî perîşan dikin, jiyanê lê dikin zindan
Ez bawer dikim di demek kin da ewê ”çêyiyekê” ji Dengîr Mîr Mehmet Firat ra jî bifikirin, pûlisê merhabeyakê bidin wî jî. Wek her kurdî dosya wî jî li ba MITê, dewletê heye. Dema hewce be ewê vekin û îşê wî bibînin.
Ev yek ji bo her kurdî, heta ji bo kurdê herî xayin, harî antî kurd jî wiha ye. Dîroka me ya nêz tije numûneyên wiha ne.
Ji ber ku serê rexneyên wî êdî digihîje serokê dewletê, Erdogan jî. Û ev jî gelkî tahlûke ye. Lîstika bi êgir e.
Serokê Firat yê kevn ewê nuha qulpek ji wî ra jî bibîne û nîşanî wî bide bê ev dewlet ya kê ye!
Ez hêvî dikim ez şaş bim û Erdogan bela xwe di Firat nede...

XXX
Bi rastî halê min ne tu hal e. Min got xanim ji ber telewîzyonê rabe ji me ra qahweyekê çêke. Xwe xeyidand, got:
“Weleh him ez pir westiya me û him jî ev programa min e, heta neqede ez ji ber ranabim.
Ji mecbûrî min rabû çû qahwe da ser û dîsa hatim li ber kompîtora xwe rûniştim. Min bala xwe dayê naçe qahwê nayne, min got xanim qahwe sar bû. Çi bibêje baş e?
-Weleh tu zanî ez ranabim, te qahweyek çêkiriye here xêra xwe bîne…
Û bawer bikin, min çû qahwa wê ya bi şîr anî danî ber…
A mêr li vî welatî ketine vî halî…
Bi roj ji swêdiyan ra, bi şev ji xanimê ra, ji kar pişta xwe rast nakim...



XXX
Min kitêba Memê Mala Hine ”Hê-şîn” qedand. Piştî vê lezetê berê ezê herim derve û cixareyek bi îman bikşînim û dû ra jî herim serê xwe deynim, wek zarokekî piştî guhdarîkirina xemîşokek xweş li ser çonga dayika xwe di xew ra here.
Bi xêr sibe ezê dest bi bîranînên ”Serpêhatiyên jiyana min” ya Dr. Îsmet Şerîf Wanlî bikim.

Bi xêr emê Kurdistana serbixwe bibînin

Şêwirmendê wezarata karûbarê derve yê Emerîkayê David Phillips di konferansekê da gotiye, ”Kurdistana Îraqê, ji nuha û pêda li dinyayê ewê bibe dewleta pêşî ya serxwebûna xwe îlan dike.”
David Phillip, ji ber ku li Îraqê destekê nade Kurdistaneke serbixwe Obama jî rexne kiriye û gotiye dibê Emerîka piştgiriyê bide kurdan.
David Phillips gotiye, ”Ji bo ku bêedaletiya di dîrokê da li kurdan bûye were telafîkirin em hatine vîrajeke krîtîk.”
Ji alî yekî wek David Phillips ve ku di siyaseta Emerîka ya derve da xwedî giraniye qalkirina vê neheqiya dîrokî gelkî muhîm e. Û êdî ne David Phillips tenê, gelek kesên wek wî jî heman tiştî dibêjin û pêwîstiya piştgiriya kurdan dikin, pêwîstiya avabüna Kurdistaneke serbixwe dikin.
Dîtin û texmîna min jî ew e ku li Îraqê kurd ewê serxwebûna xwe îlan bikin. Wan xwe ji bo vê yekê amade kirine, li bende biryar û piştgiriya Emerîka ne. Roja Emerîka bibêje ”temam”, kurd ewê serxwebûna xwe îlan bikin û dû ra jî hêdî hêdî bi Kurdistana rojava(Sûriyê) ra bibin yek.
Xerbiyan heta nuha tu carî bi vê zelaliyê piştgiriya Kurdistaneke serbixwe nekirine. Tim li herêmê li dijî guhertina sînoran bûn.
Lê ev demeke rews guherî ye. Hin siyasetmedar, brokrat û intellektuelên emerîkî û ewrûpî nuha qala piştgiriya dewleteke kurd, Kurdistaneke serbixwe dikin, dibêjin di dîrokê da li kurdan neheqî hatiye kirin û loma jî dibê nuha ev neheqî were telafîkirin.
Ger bi rastî bixwazin, çawa ku Kurdistan perçe kirin, wisa jî dikanin rizgar bikin, ji bo rizgarkirinê bi kurdan ra bibin alîkar.
Beyana David Phillip nîşan dide ku dibê hedefa kurdan êdî Kurdistaneke serbixwe be û stratejiya xwe jî li gorî vê hedefê çêkin.
Ji bo Kurdistana serbixwe şertên derve di lehê kurdan da kemilîne, kêmasî ya kurda ye, yekîtî û hedefa wan e. Dibê partiyên kurd yên herçar perçên Kurdistanê bi lez yekîtiya xwe çêkin û bi daxwaza Kurdistana serbixwe derkevin pêşberî cïhanê, vê daxwaza xwe îdê bînin zimên.
Îro ji bo vê daxwaza kurdan şertên derve gelkî musaîd in, lê wek hertiştî ev şert jî ne ebedî ne, sibe dikane di lehê kurdan da biguhere.
Loma jî dibê PDK, PKK, PYD û YNK û hêzên din bi rengekî koordîne haziriya xwe ya Kurdistana serbixwe bikin, ji bo vê hedefë xwedî stratejî û taktîkek mişterek bin…

19 november 2014

Kurdan dan ser riyeke bêveger


Kurdan îcar bi şiklekî cidî dan ser riya Kurdistana serbixwe, riyeke bêveger. Hela ka em binêrin heta ku dikanin herin.
Heta îşxala Sengalê û Kobanê kurdan newêrîbûn bidin ser vê riyê. Bi rêketinê da hinekî dudil bûn, him ne li ser hev û bêtifaq bûn û him jî şertên der û hundur zêde ne di lehê wan da bûn. Loma jî her beşekî dabû ser xaçeriyekê. Hêvî û hesab ew bû ku li dawiya rê ewê bigihîjin hev.
Lê piştî êrîşên Daîşê ser Şengalê û Kobanê li der û li hundur rews guherî, rewşeke nuh peyda bû, li gorî 4 mehên berî nuha rewşeke hîn baştir peyda bû. Di nabêna wan da ji nişkave dostiyek, yekîtiyeke fiîlî çêbû.
Vê yekê baweriya wan ya bi ketina rê xurt kir, ji ber ku ya ewê bi rêketana ya jî ewê teslîm bibûna û hustuyê xwe dirêjî ber kêra qesêb bikirana.
Wan riya duyem, riya desthilanîn û berxwedanê hilbijart û vê yekê jî him tifaqa wan xurt kir û him jî dostên wan zêde kirin.
Di vê riya bêveger da li gorî carên berê, îcar karwanê kurdan giran e. Û li gorî 4 meh berê serok û xweşmêr û egîdên wan li hev in.
Bi qasî xuya dike ewê riya xwe dom bikin, dibe ku di hin derên rê da bi xaçeriyan ji hev biqetin, lê ev miweqet e.
Bi saya Şengalê û Kobanê hemû kurdan, hemû partiyan fêm kirin ku karwanê bi êlê ra baştir, rasttir û ewletir e.
Kurd îcar bi hev ra, li kêlek hev ewê riya xwe bidomînin. Hela ka em binêrin hetani ku dikanin bi hev ra herin…
Rêber û pêşnengên miletê kurd, oxira we ya xêrê be, Xwedê we ji qeza û belan bisitirîne. Bi hêviya hûn zû bigihîjin hedefa xwe, Kurdistana azad…

Çîroka kûçikê birçî

Ferîd Xan, helbestavanekî ji Gimgimê(Varto) ye. Ev cara pêşî ye ez bi tesadufî rastî vê şiîra wî hatim.
Li gorî agahiya min ji Googleyê bi dest xist kitêbeke wî ya bi navê ”klipa marê birçî” heye. Min nexwendiye, lê ezê miheqeq bi dest xim. Dibê meriv şiîrên vî şairê hêja bixwîne.
Nuha wexta min zêde tuneye, lê dû ra ezê di facebookê da li Ferîd Xan bigerim, hêvî dikim ku vî şairê hêja bibînim û helbestên wî yên din jî bixwînim.
Ji Kurdistana bakur şairê şiîreke wiha binivîse pir kêm e. Halê me hemû kurdên bakur halê vî ”kûçikê birçî” ye, lê pir kêm kes hay jê heye.
Loma jî ji şiîra ”Çîroka kûçikê birçî” ra kêfa min pir hat, min gelkî jê hez kir. Ez bawer dikim hûnê jî jê hez bikin.

XXX
Çîroka kûçikê birçî
Bê welat jî meriv dikane bijî
mîna kîçikan
mîna kûçikên bêxwedî jî
dinya welatê min e
mirov dikane bêje
mîna utopîstan
mîna kûçikên utopîst
lê dema tu di ber kê ra derbas bibî
pehîna xwe li te dide
biçî ku, her kesê kûçikê xwe bera te bide
him tu kesê bêxwedîtiya te qebûl neke
him tu kesê li te xwedî dernekeve li seranserê cîhanê
hestiyên berateyeke bêxwedî jî tunebe tu bikojî
wê demê belkî xwediyek û welatek ji te ra lzim be
ji bo ku tu kûçiktiya xwe bijî
///Ferîd Xan



18 november 2014

PAKê bi navê xwe dewlet bizand

PAKê(Partiya azadiya Kurdistanê) bi serlêdana(mureceeta)xwe dewleta tirk qutifand, gêjomêjo kir. Dewlet ji tirsa wan, ji tirsa navê Kurdistanê qulik bi qulik xwe vedişêre, û wan jî wek bazan dane ser pişta dewletê. 
Dewlet ketiye hundur û derî li ser xwe radaye, PAKê jî wek cendermeyan xwe daye ber derî û nahêle dewlet bireve.
Lê îhtîmal heye ku dewletê xwe ji pacê berdabe jêr. Bi teknîka îro reva ji pacê pir hêsa ye.
Weleh ku wiha here mahcirên me ji tirsa navê Kurdistanê ewê bi çol û çepelan kevin, ewê ne Kurdistanê tenê, belkî Tirkiyê jî terk bikin û vegerin cî û warên bav û kalên xwe yê berê.
De ser xêrê be, wa ye destpêkê baş dest pê kir, înşelah dawî jî baş biqede...
Navê Kurdistanê bivik e, pizot e, gurê manco ye, rebenan newêrin lê binêrin, newêrin bigrin devên xwe, newêrin bigrin destên xwe, ewê dilê wan raweste. Kurdistan marê anakonda ye, ewê bibêje luppp û dewleta tirk daqultîne...
Loma jê ditirsin û wek mişkan xwe vedişêrin...

2014-11-17

XXX

Dibê em li Prof. Kadrî Yildirim xwedî derkevin
Îro polîsan avêtin ser Zanîngeha Artukluyê (Mêrdînê)û bi îdîeya lêpirsîna gendeliyê(bertîlê)70 kes girtin bin çavan. Yên girtî kî ne ez nizanim.
Lê tê gotin ku di nava girtiyan da alîkarê Rektor Prof. Kadrî Yildirim jî heye. 
Bi îdîayeke wiha binçavkirina Prof. Kadrî Yildirim, bêbextî û bêşerefiyeke mezin e. 
Diyar e hukûmet ji şêl, fikir û xebetên mamoste Kadrî Yildirim pir nerehet e û loma jî dixwaze Mamoste Kadrî Yildirim û ekîba wî û mamosteyên Artukliyê yên kurdperwer tasfiye bike.
Ji ber ku li Zanîngeha Artukluyê mamoste Kadrî Yildirim û gelek mamosteyên hêja hene û heta nuha gelek xebatên akademîk yên pir hêja kirine.
Dibê hemû ronakbîr, nivîskar, akademîsyen û partiyên kurd li mamoste Kadrî Yildirim xwedî derkevin û wî bi tenê nehêlin, piştgiriya xwe nîşan bidin.
Ez bi xwe bawer nakim mamoste Kadrî Yildirim têkiliya wî bi îhaleyan, bi sextekariyê û bi bertîlê hebe.
Hukûmet dixwaze bi vê îthamê navê Kadrî Yildirim pîs bike û lekeyekê bîne ser navê wî û mamosteyên kurd yên din.
Yên di gendeliyê geriyane û bi milyonan bertîl girtine şîrînê ber dilê serokwezîr û serokkomar in û dewletê îdare dikin. Piraniya parlamenter û wezîrên hukûmetê heta qirikê di gendeliyê geriya ne.


XXX
Îşev kêfa min hinekî li cî ye. Min nuha alîkariyeke biçûk bi doktorên dikin herin Surûcê ra kir. Vê alîkariya madî ya biçûk ûjdanê min hinekî rehet kir….

Ereb Qutiya Pandora ne


Min qet bawer nedikir ku ewê ji nava ereban û îslamê bi dehhezaran celad û qesabên însên derkevin. Ne yek, ne dudu, ne deh, ne sed, tevgerek, partiyek, bi dehhezaran, belkî bi sedhezaran însan mirovên celad in.
Daîşê do vîdeoyeke wahşetê ya nuh belav kir. Destên bi dehan însanî li pişt wan girêdane û li pişt her yekî celadekî kêra wî di dest da ye û piştî emrekî hemû celad kêrên xwe davêjin ji hustiyên kesên dîl da û wek pez hemûyan serjêdikin.
Xwîna meriv dicemide, gurrûzî digre bedena meriv.
Û ev wahşehta xwe jî girtine vîdeoyê û li cîhanê belav kirine.
Meriv fêm nake dinya îslamê, alimên îslamê çima li hemberî vê wahşetê qiyametê ranakin, çima li her welatê misilman bi milyonan însan danakevin kolanan û vê wahşetê mahûm nakin.
Bêdengiya, pasîfiya alimên îslamê û miletên misilman meriv matmayî dihêle. Bi dîtina min alim û bawermendên îslamê bi vê beêdengiya xwe bi qasî celadên Daîşê sûcdar in.
Celadên Daîşê bi vê îdeolojî û wehşeta xwe nîşan dan ku îslam mughatacî referomeke esasî ye. Îslama di sedsala 21ê da rê bide wahşteke bi vî rengî dibê were reformkirin. Dînek çawa dikane rê bide wahşeteke wiha ? Li hemberî wahşeteke wiha qiyametê raneke?
Li gorî lêkolîna hin pisporan ji Tirkiyê bi kêmanî hezar kes di nva van celadên Daîşê da hene û ji van jî 500 hebên wan kurdên dîndar in, mensûbên tevgerên îslamî ne. Zêdetir jî nêzî Huda-Parê ne. Meriv nikane bawer bike. Aqilê meriv disekine.
Daîş tevgereke îslamî ye lê ereb e, yanî partiyeke ereb e. Ereb miletekî wahş e, ji medeniyetê pir dûr e, hov e, bêûjdan û bêmerhmet e. Ereb ”Qutiya Pandora” ne, piraniya xerabiyên dinyayê ji wan derketiye, ji wan belav bûye.
Gava ji nava miletekî tevgereke celadan, qesabên însên derkeve ew milet pir hov e, ji medeniyetê, însaniyetê qet para xwe negirtiye.
Ne Hz. Muhamed tenê, dixwaze bira her 25 Pêxember jî ereb bin, ne Quran tenê, dixwaze bira herçar Kitêbên Semavî jî bi erebî hatibin nivîsîn ereb miletekî barbar e û neyarê medeniyetê û însaniyetê ye. Heger ne wiha bûya Daîş û bi dehan tevgerên wek Daîşê ji nav dernediket.

17 november 2014

Ez ji xoratan hez dikim

Di orta salên 1970î da dema ez xort bûm li Wêranşarê ez bi piranî diçûm qahwa çambazan, qahwa gundiyan. Hevalên min yên gundî pir bûn. Kêfa min ji wan ra dihat. Min şelwer li xwe dikir û şewqe dida serê xwe û li şirîta dengbêjan guhdarî dikir. Ez ji bajariyekî bêtir dişibiyam gundiyan.
Lê nuha jî ez ji cimat û sohbeta xortan hez dikim, sohbeta bi kalên wek min ra bîna min teng dike. Ne ez tiştekî ji wan fêr dibim û ne jî ew ji min. Ne gotinên min dikeve serê wan û ne jî yên wan dikeve serê min.
Loma jî gava diçim welêt hevalên min xort in, xort tên dora min û ez diçim ba xortan. Dixwazim di cimata xortan da û di nava xortan da bim. Ez ji sohbeta xortan hez dikim. Xort dixwazin fêr bibin, wek kal û pîran aqil nafroşin.
Xort merivên bêhesab, dobre û cesûr in, xwedî fikir û ne oportunîst in, wek kal û pîran ne bizok in, ji mirinê natirsin
Ez ji xortan hez dikim. Kêfa min ji xortên cesûr, xortên dîn, xortên netebitî, xêrtên nerehet ra pir tê…
Ez çend rismên xwe yên xortaniyê, dema ku ez xortekî kal bûm û diçûm cimata kalan…

XXX
Însan teyrekî bêbask e,
Heyran bi rastî jî însan teyrekî bêbask e, roja îniyê van çaxan li Stenbolê li dikanan min alvêr dikir, di telaşa rêwîtyê da bûm û nuha jî li Stockholmê, li ciyê kar di nava horiyên swêdî da me, peqlawê li wan belav dikim û ji wan ra qala rêwîtiya xwe dikim. Hûn dikanin bibêjin xwe bi wan şîrîn dikim.
Tew hinek ”îmzeyê” ji min dixwazin. Ji ber ku nivîskarek ji nava wan derketiye ji min bêtir kêfa wan tê. Ev jî xusûsiyetekeî swêdiyan e, bi serketina meriv pir kêfxweş dibin.
Tiştê min ji vê dinya derewîn fêm kir hertişt derew e, tenê mirin rast e, çûyin heye û veger tuneye. Yanî ne wek meriv here Stenbolê û piştî hefteyekê paşda vegere.
Hefteyekê min çi dît, çi xwar hemû bû derew, nuha hertişt dîsa vegeriya wezna berê, ez dîsa li ”Fosrsakringskaşan”ê di nava swêdiyan virde û wêda baz didim û pê ra jî li rojên borî difikirim…



Tirk heta nuha elimîbûn devê BDPê û HDPê

Tirk heta nuha elimîbûn devê BDPê û HDPê, efendim em serxwebûnê, veqetandinê û dewletê naxwazin.
Nuha gava tirk dibînin ku PAK(Partiya Azadiya Kürdistanê /Kurdistan Özgürlük Partisi)Kurdistanê jî û dewletê jî dixwaze matmayî dimînin û dibêjin lawo ev ji ku derket?
Ez bawer dikim tirk ewê hîn gelkî şaşomaşo bibin. Ji ber ku heta nuha tiştên dihat xwestin ne li gorî realîteya kurdan û Kurdistanê bû.
Lê helbet herkes ne mecbûr e wek PAKê ji bo kurdan serxwebûnê û mafê dewletbûnê bixwze, hinekê federasyonê û hinekê jî otonomiyê bixwazin.
Û hinek jî hene bûne zilamên dewletê û AKPê û tew tiştekî jî naxwazin. Tiştê dixwazin kursiyeke qirêt û berdewamiya bindestiya miletê kurd e.
Hêdî hêdî ji gel ra alternatîf zêde dibin, ev jî tiştekî baş e.
Ez ji nuha da PAKê ra serketinê dixwazim.

XXX


Krîstof Kolombo û heneka Erdogan
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan gotiye, ”Parzemîna(qit’e)Emerîkayê berî Krîstof Kolombo misilmanan kişif kiriye.”
Îspanyolî, bi vê beyana Erdogan gelkî aciz bûne û Erdogan dawetî îspatê kirine, gotine fermo vê îdîeya xwe îspat bike.
Ewrûpiyan hîn Erdogan nas nekirine, digotin belkî meriekî cidî ye. Lê hêdî hêdî nas dikin.
Erdogan siyastmedarekî rojhilatî ye, wek rojavayiyan ne cidî ye. Loma jî tiştê bêbingeh pir rehet dikane bibêje.
Erdogan dinyayê Tirkiye dizane, loma jî carnan di civînên navnetewî da wek ku li Tirkiyê be û yên li wî guhdarî dikin jî tirk in wek ”mêrxasekî kasimpaşayî” xwe berdide, çi tê devê wî dibêje.
Lê ji ber ku yên lê guhdarî dikin ne tirk in matmayî dibînin, nikanin fêm bikin bê serokkomarek çawa dikane tiştên hewqasî bê bingeh û berradayî bibêje.
Li Tirkiyê îdîayên vala, bêbingeh, fort, derew normal e, ne her kes be jî piraniya însanan dikin.
Ji ber ku herkes bi rehetî fortên wiha didin xwe loma jî kes bi fortên wiha matmayî namîne, herkes dibêje ”de Erdogan , dîsa fortek daye xwe, dîsa ba ji ber guhê xwe berdaye û gotineke ji xwe ra kiriye. Ne hewce ye meriv bigre cidîyetê û li ser bisekine.
Lê ewrûpî fêrî ”henekên” wiha nebûne, loma jî gerlkî cidî digrin…
Halbûkî Erdogan e û wek gelek caran dîsa bayek ji ber guhê xwe berdaye. Loma jî dibê meriv cidî negre û zêde guh nedê…

16 november 2014

Ez bûme wek dizê têkeve nava bîstanê zebeşan,

Min ji Fûara Kitêban ya Stenbolê bi xwe ra çend kitêb anîn. Bêyî wan çend dost û hevalên wek Mehmet S. Kaya, Memê Mala Hine, Îbrahîm Seydo Aydogan jî kitêbên xwe ji min ra îmze kirin. Nuha ez bûme wek dizê têkeve nava bîstanê zebeşan, nizanim rahîjim kîjanê, ji kîjanê dest pê bikim.
Heta nuha min tiştekî Memê Mala Hine nexwendiye. Ya din jî şiîre û ne qalind e, yanî tam li gorî rewşa min e, loma jî min nêt lê xera kiriye. Ez bawer dikim ezê îro ji wê dest pê bikim. Ji bo ku ji min ra bibe antramaneke sivikik ya destpêkê.
Swêdî dema ji tahtîlê vedigerin, dibêjin ”landa mjukt.” Yanî merivê hêdî û nermik dakeve, hêdî dest bi kar bike, xwe nexe stresê. Ez bawer dikim ezê jî îro wisa bikim. Ezê jî ”landa mjukt” bikim.
Hin karên min yên ketine ser hev hene. Xanimê barek posta hatiye daniye ber min, berî hertiştî ez mecbûr im vî karê daye ber min biqedînim û tekmîla xwe bidimê, bibêjim hertişt temam e. Piştî wê ezê dest bi xwendinê bikim.
De hela ka ez binêrim Xwedê çawa dike…

XXX
Ez xeberên dinya magazîn zêde taqîb nakim, wextamin tuneye. Nuha xeberek bi ber çavê min ket, Denîz Sekî ya dengbêj girtine. Min xeber hemû nexwend, min bi lez piçekî bala xwe dayê. Li gorî xeberê ji sûcê narkotîkê li Denîz Sekî dihat gerandin, îro girtine. Ewê 6 salan hefsê rakeve.
Ez nizanim Denîz Sekî xanim kî ye, ji çi miletî ye. Lê ji ber ku hewqasî bi pê diketin û dawiya dawî ew girtin, ez dibêjim ev keçik KURD e, dikane, kurdeke elewî be. Tu zanîneke min tuneye, hema wer nuqutî dilê min, ez ketim şikê. Ji ber ku pir bi dû ketin.
Ez dibêjim heger Denîz Sekî arnawit, boşnak, çeçen ya jî laz bûya ewê hewqasî bi pey neketana.
Bi qenaeta min hemû kurd, fikir û baweriya wan çi dibe bira bibe, ji bo dewletê neyar in, dewlet bi çavê neyar li hemû kurdan dinêre. Dixwaze bira kurdayetiyê bike ya neke, dixwaze bira bibêje ez kurd im ya jî nebêje ez kurd im, ji bo dewletê qet ferq nake; rojakê dikane bibêje ez kurd im, rojekê dikane tamara kurdayetiyê pê bigre. Yanî kurdê îro dûrî kurda ye, merivê dinyake din e, erebesk e, filan û bîvan e ne muhîm e, netîce kurd e.
Loma jî hemû kurd ji bo dewleta tirk neyar û tahlûkeyeke potansiyel in. Ev, îdeolojî û refleksa dewleta tirk ya li heberî kurda ye. Hemû kurd, heta kurdên bi heft qalib sabûn xwe ji kurdayetiyê şuştine jî dibê vê refleksa dewleta tirk bizanibin. Dewlet secereya me tu carî nade aliyekî…

XXX
Xwedê neke rojekê facebookê û twitterê li min yasax bikin ez nizanim ezê çi bikim. Wê demê ezê ne kanibim tirk, faris û ereban û ne jî kurdên korfahm nerehet bikim.
Înşelah ezê tu carî wê rojê nebînim...



XXX
Ev hefteyeke haya me ji hev nîne. Ez îro hatim malika xwe. Ezê dîsa carnan şûjinê di dijmin ra û derziyê jî kurdan ra kim.
Û bi taybetî jî di kurdên çep ra. Heta ez sax bim ez kurdên evîndarên Tirkiyê û tirkî rehet nahêlim.

PARVE BIKE