25 oktober 2014

Xwedê me kurdan ji dostên wiha mahrûm bike!


Di nava tevgera legal, dezgeh û medya nêzî PKKê da mixabin gelek kesên çep, kemalîst û nîjadperestên tirk hene. Bêyî PKKê û Apo, ew ne ji kurdên din hez dikin û ne jî tu derdekî wan ê yekîtiya netewî heye. Derdê wan komunîzim û antî emparyalîzm e. Û ya din jî bêyî PKK hemû hêzên din pês in, meletperwerên paşdamayî ne.
Û ji xwe ew neyarên neteweperweriya kurd in.
Li gorî wan karê kurdan û PKKê yê esasî dibê li Îranê, Îraqê, Sûriyê û Tirkiyê şoreşeke sosyalîst çêkin û yekîtiya gelan pêk bînin…
Ew carnan pesnê Apo didin, lê di esasê xwe da ew li dijî azadbûna kurdan û çêbûna Kurdistanê ne.
Di nava medya û tevgera PKKê da wezîfeya wan ya esasî tim fêsadî û xerakirina tifaqa kurdan e. Tim êrîşî kurdên din, partiyên din û bi taybetî jî êrîşî PDKê û Barzanî dikin. Ji br ku li Kurdistana başûr hêza miletpewer ya herî mezin û li hemerî wan asteng PDK û Mesûd Barzanî ye.
Lomajî di her fersendê da êrîşî Mesûd Barzanî dikin, Barzanî li ber çavên PKKyiyan reş dikin.
Ew vê karê xwe yê bêyom di bin maskeya dostaniya PKKê û Apo da dikin. Kurdan tim li ber çavê hev reş dikin.
Mesela, Sirr Sureya Onderê xwedêgiravî gelkî dostê kurda ye, di vê dema ku hewcedariya kurdan bi tifaqê heye, ji bo banga Mesûd Barzanî û biryara parlamentoya Kurdistanê ya alîkariya bi Kobanê ra gotiye, ”Dixwazin bi vê teşebusê ser eyba xendekên Barzanî dan kolan bigrin.”
Ji dêlî ku kêfxweş bibe û bibêje, weleh biyareke pir baş e, di rojên wiha teng da dibê kurd bibezin alîkariya hev.
Lê Onder wek tirkekî li dijî tifaqa kurdan û li dijî miletperwerên kurd lekeyekê dixe ser vê alîkariya kurdên başûr û fêsadiyê dike, kurdên PKK li dijî kurdên başûr û Mesûd Barzanî pîj dike.
Helbet ev ne gotinên dostan e, yekî dost û paqij di rojeke wiha da van gotinan nabêje, vê alîkariya kurdên başûr li ber çavê kurdên bakur wiha reş nake. Û ev kes jî bi rayên kurdan bû parlamenterê kurdan.
Xwedê me kurdan ji dostên wiha mahrûm bike, amîn !
Mixabin kesên wiha di nava tevgera PKKê da hîn jî xwedî kursî gotin in…

XXX


Îro roja hevkariyê ye
Her kurdê miletperwer dibê îro neyartiya PDKê û Barzanî û ya PKKê û PYDê neke û kesên neyartiya van hêz û partiyan dikin jî xweş nebîne.
Ev yek nayê wê maneyê li ser van partiyan tu fikir, dîtin û rexneyên meriv tuneye.
Na ev tiştekî din e.
Îro em, PKK, PDK, KCK, YNK, PYD, PAK, Hak-Par yanî kurd wek milet di eniya şer da ne, di eniya şer da meriv nakeve gewriya hev, meriv bi hev nakeve, meriv bi neyarê xwe ra şer dike.
Guh nedin vitevita fesad û gelacên bêkêr. Neyar bi artêşa xwe ya hov ketiye welatê me, serê me jê dikin, tecawizî namûmsa me dikin.
Heger piçek xîret bi me ra hebe emê dev ji neyartiya hev berdin û bi hev ra li ber xwe bidin, şerê neyarê xwe xwe bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE