20 oktober 2014

Tirk xwe biçirînin jî Kurdistanê çê bibe

Ji bo çênebûna Kurdistanê di destê tirkan da bêyî, zulmê, terorê û kuştinê tu tiştekî din tuneye.
Û ji xwe ji roja Tirkiyê ava bûye û virda ye ew viya dikin.
Lê her ku wan zulma xwe zêde kiriye, her ku em kuştine, her ku bi me ra pûştî û bêbextî kirine, tim ew li zirarê derketine.
Ev zulma wan di dema dirêj da bi kêrî me hatiye, em bêtir şiyar kirine, em gîhandine hev û hinekî din jî nêzî azadî û serxwebûnê kiriye.
Bala xwe bidinê li Kobanê jî xerabiya wan ji wan ra ma.
Netîceya pûştiya li Kobanê bi me ra kirin, kurd wek ferdên yek miletî beziyan alîkariyahev.
Hêzên kurd yekîtiya xwe çêkirin.
Emerîka û gelek dewletên Ewrûpî bûn mitefikên me.
Emerîka, Nato û Yekîtiya Ewrûpayê careke din dîtin ku bawerî bi Tirkiyê nabe.
Yanî erê tirk bi vê siyaseta xwe ya hov û antî-kurd zirareke mezin didin me, lê belê di dema dûr dirêj da ew li zirarê û em li karê derdikevin.
Heger ne ev siyaseta dijminane ya hukûmeta AKPê bûya kurd di warê his û siyasî da hewqasî ji Tirkiyê dûr nediketin û hewqasî nedibûn alîgirên Kurdistaneke serbixwe û dewleta kurd.

XXX


Çeteyên Daîşê,
kincên wan reş,
riya wan reş,
ala wan reş,
dilê wan reş,
dixwazin însaniyetê ji sedsala 21ê,
ji ronahiyê bibin tarîtiyê, dinyake reş,
bibin serdema navîn ya wahşet û hovîtiyê.
Gerîlla û pêşmergeyên kurd li hemberî vê hêza reş
û mitefikên wê yên telaqreş
ji bo dinyake azad,
ji bo ronahiyê,
ji bo însaniyetê,
edaletê,
wekheviyê û demokrasiyê şer dikin.
Ronahî ewê zora tarîtiyê,
azadî û demokrasî ewê zora teokrasiyê bibe

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE