08 oktober 2014

Tirk li bende ketina Kobanê kevzikî bûn !

Gelê tirk, medya tirk, rêxistinên tirk, dezgeh û çapeniya tirk welhasil welatek, civatek çawa dikane hewqasî bibe neyarê miletekî wek kurdan mezlûm tiştekî pirr ecêb û pir balkêş e! Aqilê meriv nagre..
Ji roja êrîşa qatil û çeteyên Daîşê dest bi êrîşa ser Kobanê kirine û virda ye hukûmet, siyasetmedarên tirk, gelê tirk û bi taybetî jî medya tirk ji bo ku serketina çeteyan û şikestina kurdan pîroz bikin bi bêsebriyeke mezin li bende ketina Kobanê ne.
Ji destpêka êrîşê da ye ji bo ku moralê kurdan xera bikin derbarê şer da viran dikin, xeberên vir belav dikin, dezînformasyonê didin bîrûraya giştî.

Hîn Daîş bi kîlometreyan dûrî Kobanê bûn, lê wan dîsa jî digot, Koban li ber ketinê ye, ya îro dikeve, ya sibe dikeve. Yanî ji bo ketina Kobanê xeberên vir belav dikirin.
Nuha jî ji bo ku kurd dev ji şerîhildanê berdin, ji bo ku kurd xwe sist bikin, ji bo ku kurd piştgiriya xwe sist bikin û herkes here li mala xwe rûne di medya sosyal da dereweke din belav dikin, dibêjin Daîş vekişiya, Daîş şikest, Daîşê dev ji êrîşî berda û gelek dezînformasyonên din.
Ev ev tişt hemû ji alî dewletê ve, bi destê kesên profesyonele bi plan û bi organîze tê kirin.
Kesên di medya sosyal da van derewan belav dikin ajan û zilamên dewletê yên profesyonel in.
Karê wan belavkirna dezînformasiyonê ye.
Caawa ku yên li Kobanê li hemberî gelê kurd şer dikin ne tenê çend çeqel û çuqûl, pêxwas, lûmpen û afyonkêş in, yên li pişt wan, yên wan sewq û îdare dikin hemû zabit û generalên tirk û ereb in. Hemû qatilên navnetewî yên kirikirî ne. Şer, herb karê wan e, hemû pisporên şer in, karê wan teror û kuştin e.
Yên di medya tirk da li ser Kobanê û liberxwedan kurdan dinivîsin, xeberan belav dikin jî ne rojnamevanên nor mal in, bi piranî ajanên profesyonel in, karê wan di demên wiha da belavkirina dezînformasyonê ye.
Van zilam û ajanên dewletê ya jî hin xêrnexwzên kurdan dikanin di bin navê vî alî ya jî wî alî da, di bin navê PKKê û Hudaparê da, di bin navê dilxwaz û hevalê vî alî ya jî wî alî da gelek fêsadî geleciyan bikin û kurdan bi hev bidin kuştin.
Loma jî dibê meriv zû bi zû ji xeberên medya tirk, yên medya sosyal bawer neke û wan xeberan bi xwe jî belav neke.
Dibê meriv di vî warî da jî bi qasî gerîlayekî şiyar be û tim li ser hemdê xwe be, nexape û nebe sebebê xapandinê.
Li alî din, hin kesên din jî dikanin gelek çalakî û provaksyonên din bikin, ji bo ku têxin hustuyê kurdan, ji bo ku kurdan pê bera hev bidin, ji bo ku kurdan li ber çavê gel reş bikin.
Yanî dewleta tirk ji bo ku vê miqawemeta gelê kurd bişkîne û Kobanê bi rehetî, bêyî teqûreq bixîne ji gelek aliyan da êrîşî tîne ser kurdan. Loma jî dibê siyasetmedarên kurd, rêber û rîsipiyên miletê kurd, întellektuelên kurd tim şiyar bin û gel û civatê ji van lîstikên dewletê, Erdogan û Davutoglu agahdar bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE