24 oktober 2014

Tifaqa kurdan maskeya gelekan dadixe


Demir Kuçukaydin, kumunîstekî tirk e, demakê wî jî di medya PKKê da aqil dida kurdan.
Kuçukaydin jî wek her çep û nîjadperestê tirk, ew jî hewil dide bi wî aqilê xwe yê sivik zirarekê bide kurdan, fêsadiyekê bike. Belkî çend kurdên nezan bixapîne.
Ji bo ku kurd li hev nekin, yekîtiya xwe çênekin û nebin xwedî dewlet, ew jî vala nasekine.
Vî zirtebozî, di nivîsaxwe ya da wî da wek marekî bi kurdan vedaye, yekîtiya kurdan ya li Duhokê ji xwe ra kiriye hedef, ev tifaqa kurdan ya dîrokî ”wek têkçûna PKKê û firotina Kurdistana rojava ji emeperyalîzmê bi nav kiriye.”
Demir Kuçukaydin, li ser yekîtiya kurdan ya li Duhokê gotiye,
”Belê, Kobanê li Duhokê ket. Ne tenê Koban, rojava jî ket. Ev ketin, ev têkçûn, zafera milîyetçîtiya paşverû û qebe(îptîdaî) ye.”
Li gorî vî neyarê kurdan yê sonxwarî yê çep, PKKê bi vê yekîtiyê xwe him di warê rêxistinî û him jî di warê îdeolojîk da xwe qedand. Dibê PKKê guh neda Barzanî û dev ji şerê antî emperyalîzmê û antî-emerîkaniyê bernda.
Lê Kuçukaydin li gel vê neyartiya xwe, di ber ra jî hinek aqil daye PKKê, gotiye xwe ji Barzanî, ji Emerîka, yekîtiya netewî û daxwaza dewletê dûr xe, ev yek ewê te wek partî biqedîne.
Tirk dibêjin, karwan dihere û kûçik direye, helbet qîmeta vî zirtebozî li ba kurdan bi qasî dînekî kuçan jî tuneye.
Meriv hêvî dike ku kesên wiha êdî li ber deriyê PKKê jî nemînin û neyarên wiha li ser xwe xwedî neke.
Dibê PKK medya xwe ji nîjadperest û neyarên wiha paqij bike. Vana ne dost, neyarên qewmê me ne. Li ser sifra me, bi perên me, di medya me da neyartiya me dikin, bi me dikenin…

XXX
Ji her bersîveke wî jîrî û kurdperwerî difûre...
Min nuha di malpera ANFê da hevpeyvîna bi serokê PYDê Salih Muslim ra xwend.
Gelkî kêfa min ji bersîvên wî ra hat. Siyasetmedarekî bi kapasîte û xwedî dîtineke netewî. Ji her bersîveke wî jîrî û kurdperwerî difûre. Neyarê xwe yê herê xedar Tirk pir baş nas kiriye, haya wî ji fêsad û gelacên kurdan jî tê ra xwe heye. Muslim gotiye, guh nedin fesadên medyayê …
Xwezî li Kurdistana bakur jî serokekî HDPê yê wiha kurd, wiha netwÎ hebûya.
Salih Muslim gotiye, ”Rejîm tirk di şêla xwe da israr dike. Hîn jî alîkariya çeteyan dike. Hîn do ji Axçeqelê 70 kes tevî Daîşê bûn û çûn li Kobanê şer bikin. Dibê hêzên navnetewî zextê bidin ser Tirkiyê, ji ber vê şêla wê Tirkiyê şermezar bikin. Ji Tirkiyê di ser Til Ebyed ra her roj tevlêbûn heye. Dîsa malzemeyên leşkerî her roj digihînin wan. Bênabên teqwiye dikin. Loma jî êrîş dom dikin…”
Yanî meriv dikane bibêje Daîş artêşa Tirkiyê ya bi dizî ye. Li ser navê Tirkiyê û bi emrë Erdogan li hemberî kurdan şer dike.



XXX
Her cara ez navê şehîdên Kobanê û Şengalê dibînim dilê min dişewite, kîn û nefreta min ya li hemberî Erdogan û dewleta tirk digihîje asîmanan.
Heta nuha bi sedan keç û xortên kurd li Kobanê şehîd ketin. Rojê navên çend şehîdan eşkere dikin.
Qatilên van keç û xortên kurd yên dereca yekê Erdoga, Davutoglu û Hakan Fîdan in. Çeteyên Daîşê piyon û celadên Erdogan û ekïba wî ne. Dibê him dê û bavên şehîdan û him jï miletê kurd vê yekê baş bizanibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE