20 oktober 2014

Spas Obama !

Artêşa Amerîkayê bi beyaneke nivîskî diyar kir ku wan bi balafirê hin sîleh, cebilxane û derman gîhandine şervanên YPG-ê û YPJ-ê yên li Kobanê li hemberî çeteyên Daîşê şer dikin.
Yanî korîdora Tirkiyê venedikir Emerîka ji hewa vekir.
Heyra bi Xwedê Emerîka mêr e, ji kesî natirse. Gava bixwaze çêyiyê jî xerabiyê jî dike.
Nuha xurê girtiye canê Erdogan û Davutoglu. Rebenan newêrin Emerîka tehdîd jî bikin.
Lê di van rojên teng da vê çêyiya Emerîka Emerîkayê emê tu carî ji bîr nekin.
Di beyanê tê diyarkirin ku çek ji aliyê Herêma Kurdistana Federal ve hatine şandin.
Min nuha gelkî dixwest li Erdogan, Davutoglu û Hakan Fîdanê xwefiroş û guhdarî bikira.
Îşê kurdan berbî başiyê ve diçe, hêvî dikim em vê fersendê baş bi kar bînin.
Bi xwedê li vê dinyayê bêyî Emerîka kes nikane ji heqê tirkan derkeve. Ez hêvîdikim Obama baş li wan were xezebê..
Spas Emerîka,spas Obama, em spasdarê we ne

XXX
Ji bo alîkariya serok Barzanî, hukûmeta Kurdistana başûr û Emerîkayê ya bi Kobanê ra hezar carî spas.
Bijî yekîtiya hêzên kurd, bijî hevkariya bi Emerîka û hêzên koalîsyonê ra.
Bimre qeleşî û bêbextiya tirkan!

XXX
Serokkomarê Tirkiyê yê zirzop di dema vegera xwe ya ji Afganîstanê, di balafirê da gotiye:
” PYD nuha ji bo me wek PKKê ye, ew jî rêxistineke terorîst e. Loma jî em him piştgiriya Emerîka û Natoyê şaş dibînin û him jî ne mimkûn e ku em daxwaza alîkariyê qebûl bikin.”
Heta nuha PKK terorîst bû, nuha wa ye PYD jî bû terorîst. Esas li gorî Erdogan, bêyî kesên bêxîret, xwefiroş û hevalbendên dewletê hemû kurd û rêxistinên kurd terorîst in.
Ne hewceye meriv zêde dirêj bike, hema heger ji me we ra dibê em vî Erdoganî li van gotinên wî poşman bikin.
A hîn jî yek parlamenter û wezîrekî ”kurd” ji AKPê îstîfa nake.

XXX


Rojnamevanê kurd Merwan Îsmaîl ji ser sînorê Kobanê got, ”weleh çavê gelê Kobanê li höviya du tiştan e, li asîmanan li balafirên Emerîka û li başûrê Kurdistanê li yekîtiya kurda ye…
Ne çavê gelê Kobanê tenê, çavê hemû kurdan gav û saetê li balafirên Emerîka û li banga yekîtiya kurda ye..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE