06 oktober 2014

Qîmeta zarokên Kobanê bi qasî dareke Meydana Taksîmê jî tuneye !

Qîmeta zarokên Kobanê bi qasî dareke Meydana Taksîmê jî tuneye !
Ka giregir, alim, artîst, hunermend û întellektuelên tirk li ku ne?
Çima naçin ji bo zarokên Kobanê jî li Kobanê nakevin grewe birçîbûnê?
Ka ew kurdên ji min ra digotin em ferqê naxin nabêna gelan, zulm li ku hebe em li dij derdikevin?
Şervanên Taksîmî, enternasyonalîstên kêmaqil, çima hûn naçin li Kobanê, li Surûcê jî li dijî ZULMÊ dernakevin.
Ya li Kobanê dibe û him jî li ber çavên bi hezaran temaşevan ji zulmê wêdetir e, QETLÎAM e!
Ev du hefte ne bi hezaran kurd pir û perîşan, bîçare li ser sînoran in.
Çima hûn û bi hezaran ronakbîr, hunermend, edîbên tirk naçin li Surûcê, li Kobanê jî çalakiyan li dar anxin?
Ma giringî û qîmeta zarokên Kobanê bi qasî çend darên Meydana Taksîmê jî tuneye?

XXX
Bi qasî ku ez dibînim kêmaqil, nezan û ehmeqên me kurdan ji yên hemû milatan zêdetir in.
Heger ne wiha bûya dibê nuha yek kurd jî di anva AKPê û partiyên din yên tirk da, bi rast, çep û îslamêstên tirk ra nema. Lê hene û him jî serî dilşînin.
Bi dîtina min dibê ji nuha û pêda meriv hevalbendiya wa nya bi dijmin ra bide ruyê wan, ji wan ra bike serhevde, bibêje hûn jî bi qasî Erdogan û Davutoglu û Arinçê şelaf mesûl in.
Ji ber ku ne ev piştgirî û hevalbendiya wa nya bi AKPê ra be Erdogan û Davutoglu nikanin vê zulmê li kurdan bikin, Arinçê şelaf nikane hewqasî qerfë xwe bi kurdan bike.
Herin ser parlamenter û wezîrên AKPê, herin ser hevalên hukûmetê, wan riswa bikin…



XXX
Li gorî xebera rojnameya Times ya Îngilîz, Tirkiyê 180 endamên Daîşê di bin navê ”tekasa” bi 49 hemwelatiyên tirk da teslîmî Daîşê kirine.
Helbet tiştê hukûmeta AKPê dana Daîşê ne ev 180 çete û qatil tenê ne.
Ev, qotê çiyayê bûzê ye, wan gelek tiştên din jî, tiştên ku dibê li hemberî kurdan bikar bînin dane Daîşê.
Û ev 180 kes jî bi îhtîmaleke pir mezin bi şertê ku ewê li hemberî kurdan şer bikin berdane.
Ev 180 qatil nuha li Kobanê û li derên din li hemberî kurdan şer dikin.
Erdogan, Davutoglu, serokê MITê Hakan Fîdan û serokerkan Necdet Ozel li hemberî kurdan û gelê Sûriyê gelek sûcên mezin kirine. Ev sûcên vê ekîbê kirine dikevin katagoriya sûcên li dijî însaniyetê.
Loma jî dibê kurd riyekê bibînin û li Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewrûpayê li vê ekîba destbxwîn gilî bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE