23 oktober 2014

Pişta me jî û kesê me jî em xwe bi xwe ne

Min tim gotiye û nuha jî dibêjim, dibê em kêmasî û şaşiyên hev bibêjin, rexeneyên xwe bikin, lê belê dijminatiya hevûdu nekin.
Di roja teng da yê were alîkariya me, yê destê biratiyê dirêjî me bike dîsa kurd in, dîsa hukûmeta Kurdistanê ye. Dîwarê herî saxlem yê ku em kanibin hertim pişta xwe bispirinê dîsa ew der e. Ji bo hemûn kurdan, ji wê çeperê baştir û saxlemtir tu çepereke me ya din tuneyeeee!
Helbet ji bo wan jî em û kurdên din wisa ne.
Lê gelek kurdên saf û nezan û yên ”çep” û "komunîst" xwe aciz dikirin, digotin ne wiha ye, ji birêz Mesûd Barzanî ra gotinên bêdeb dikirin, ew bi hevalbendiya Tirkiyê û bi neyartiya PKKê îtham dikirin.
Lê dîrokê nîşanî me hemû kurdan da dijminatiya hev kirin şaşiya herî mezin e, em çiqasî ne li hev bin, wek hev nefikirin û di nabêna me da gelşên siyasî û îdeolojîk hebin jî lê di rojên giran da dîsa em yên hev in, dîsa ji her kesî bêtir em dost û birayên hev in.
Dibê em vê rastiyê tu carî ji bîr nekin.

XXX
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan gotiye, alîkariya ji Kobanê ra ya ji hewa wek Tirkiyê em li dij bûn, lê Emerîka guh neda me û bi serê xwe kir.
Ê viya her kes dizane, ji xwe heger hûn ne li dij bûna Emerîka mecbûrî riya zahmet nedibû. Ji ber ku Tirkiyê rê neda şandina alîkariyê loma jî Emerîka serî li vê riya bi rîsk da.
Êdî her kurdî fêm kiriye li vê dinayyê neyarê miletê kurd yê herî mezin û tahlûke tirk in, Tirkiye ye.
Hûn bibêjin nebêjin em bi viya dizanin, ji ber ku hûn neyar in...

XXX
Çavê me hemû kurdan ronî be, partiyên Kurdistana rojava li hev kirin. Ev peyman wek peymana Duhokê ewê derbasî dîrokê bibe. Di vê netîceyê da ked û rola serokê Kurdistanê Mesûd Barzanîpir mezin e. Ez wî û hemû kesên keda wan di vê hevkariyê da heye pîroz dikim.
Heger ev hevkarî û yekîtiya PDKê û PKKê û PYDê berdewam be ewê qedere kurdan biguherîne…



XXX
Dema kurd alîkariya hev nekin, ne qûl û ne jî Xwedê alîkariya wan dike. Miletê hêza xwe kir yek û yekîtiya xwe ava kir zû dereng bi ser dikeve. Bi hêviya em êdî vê rastiyê bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE