03 oktober 2014

Mexlûqatê herî pîs, herî rezîl însan e!


Hedefa tezkereya îro hukûmeta AKPê bi 298 rayan ji meclîsê derbas kir, wek tezkereyên berê dîsa kurd in, dîsa PKK û PYD ye.
Davutoglu û berdevkên hukûmetê çi demagojiyê dikin bira bikin, ev tezkere jî ji bo kurdan hat amdekirin, haziriya îşxala qismekî axa Kurdistana rojava û amadeyiya şerekî li hemberî kurda ye.
Heger piçek ûjdan, xurûr û hestên kurdayetiyê bi wan
parlamenter û wezîrên kurd ra hebe dibê ji îro pêda di nava AKPê da nemînin, tavilê îstîfa bikin.
Ji ber ku hukûmetê bi vê tezkereyê biryara şerekî li hemberî gelê wan, li hemberî xweşik, bira û xizmên wan girt.
Wek kurd çawa meriv dikane hewqasî bêxîret be, ji bo kursiyeke rezîl bibe hevalê neyarê gelê xwe?
Lê ez bawer nakim yek jî îstîfa bike. Çimkî berê jî nekirine.
Ez dibêjim bira îstîfa li wir bibîne miheqeq hemû parlamenter û wezîrên kurd dengê erê jî dan tezkereyê.
Li dinyayê mexlûqatê herî pîs, herî rezîl însan e. Heger ne wisa bûya dibê îro yek kurd jî di nava AKPê da nema..

XXX
”Hêza kurdan heye, xurûr, şeref û şehîdên kurdan hene. Tenê kêmasiyeke kurdan heye, ew jî Kurdistan e. Kurdistan hebûya Roboskî çênedibû.”
///Salahedîn Temirtaş
Ne Roboskî tenê, Kurdistana kurdan hebûya qetlîamên Şengalê û Kobanê jî çênedibûn.
Ez li Kobanê hîn jî li bende mûcîzeyekê me, min hîn jî hêviya xwe ya serketinê wenda nekiriye.
Ez hîn jî naxwzim, nikanim ketina Kobanê bifikirim, qebûl bikim…
Kurdino, serokên kurdan, hukûmeta Kurdistanê, pêşmergeyên miletê kurd nehêlin Koban bikeve, nehêlên celad zarokên we, xweşik û birayên xwe şerjê bikin…

XXX
Ocalan dîsa hin gotinên pelapûçî kirine. Efendim “di hevdîtinan da biryara muzakeriyan derketiye û lihevkirin çêbûye…”
Êdî şerm e, dibê PKK qebûl neke dewleta tirk hewqasî jî bi PKKê û bi kurdan bilîze, henekê xwe bi me bike.
Ezbenî li ortê tu “muzakere” û tu jahr tuneye, xapandin û henekpêkirin heye.
Muzakereya Davutoglu ya rastîn tezkereya wî ye, plana îşxala Kurdistana rojava ye, siyaseta wî ya Kobanê û piştgiriya wî ya Daîşê ye.
PKK vê yekê baş dibîne.
Loma jî dibê PKK êdî dawiyê li vê lîstikê bîne û hew guh bide lîstik û xapandinên Erdogan û Ocalan.--


2014-10-02

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE