27 oktober 2014

Medya PKKê hêlîna çepên tirk e

Medya PKK hêlîna çepên tirk û elewiyên komunîst yên ku ji kurdayetiyê fersah fersah dûr in.
Van kesên çep, maoîst, marksîst-lenînîst medya PKKê di her fersendê da wek wasite û platformeke li dijî kurdan, li dijî hevkarî û yekîtiya kurdan bi kar tînin.
Ji van kesan gelekên wan di bin maskeya çepîtiyê da ajantiya dewletê dikin.
Dil dixwest ku PKK êdî xwe ji van unsûrên çep, kemalîst û antî kurd xelas bike, lê belhazir hîn nekiriye.
Hemû kurdên welatparêz û miletperwer dibê li hemberî fîtne û neyartiya van unsûrên tirk û dijminên kurdan bêdeng nemînin.
Bi sedan, bi hezaran kurd, kurdên PKKyî û yên dilsozên PKKê dibê van kurmên bi zirar rezîl û riswa bikin. Fêsadî û neyartiya wan ya li hemberî kurdan, ya li hemberî yekîtiya kurdan tim deş îfre bike.
Li hemberî her nivîseke wan, dibê bi hezaran rexne were kirin û ji PKKê jî were xwestin dibê ew nava mala xwe ji van unsûrên bi zirar paqij bike.

XXX


Erdogan ji bo ku Kobanê ji destê kurdan derxe û bide Daîşê gelek dek û dolaban digerîne.
Nuha jî qala şandina 1300 çekdarên Artêşa Sûriya Azad(ASA/OSO) dike. Ji Emerîkayê ra dibêje were em ji dêlî pêşmergeyan çekdarên ASAyê bişînin Kobanê.
Û li aliyê din jî dibêje PYD jî wek PKKê terorîst e, ji bo me tu ferqeke wan tuneye. Û loma jî dibê Emerîka alîkariyê bi PYDê neke.
Û nuha jî dibêje bira 1300 çekdarên ASAyê herin Kobanê. Yanî derdê Erdogan ne alîkarî ye, xerabî ye.
Esas li ortê tu hêzeke ASAyê jî belhazir tuneye, çend hêzên biçûk hene ew jî hinek li Kobanê bi kurdan ra ne û yên din jî belav bûne, ya jî bi Daîşê ra ne.
Bi îhtîmaleke mezin tiştê Erdogan difikire, di bin navê ASAyê da şandina merivên Daîşê ne.
Erdogan dixwaze 1300 çete bi riya legal bişîne Kobanê û wek Hespa Turûvayê, Kobanê ji hundir da, bi xayintî îşxal bike.
Yanî ew 1300 kesên Erdogan pêşniyar dike çeteyên Daîşê ne, Erdogan dixwaze wan bişîne ser kurdan.
Ma li eniya wan dinivîse ew çi ne?
Dibê haya kurdan ji vê fêbaziya Erdogan hebe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE