18 oktober 2014

Kurd miletekî dilovan e

Piştî îşxala Mûsilê bi kurdan û xiristiyan ra bi sedan jî filistînî hatine Kurdistanê û Hewlêrê. Hukûmeta Kurdistanê ew di kampan da bi cî kirine û li wan dinêrin.
Û ereb jî bajarên kurdan îşxal dikin, serê kurdan jêdikin, tecawizî jin û keçên kurdan dikin û wan wek xenîmeta herbê difroşin.
A ev jî ferqa me û ereba ye.
Kurdan li Mûsilê û gelek derên din bi kurd, ereb, suryanî, asûrî û ermeniyan ra tirkmen jî ji wahşeta Daîşê xelas kirin.
Lê îro hukûmeta AKPê derî li ser kurdan girtiye, nahêle kurd alîkariya hev bikin, li hêviye ye ku Daîşê zora kurdan bibe û li Kobanê qetlîamekê çêke.
Tirk li bajaran kurdên ku êrîşên Daîşê protesto dikn lînc dikin.
A ev jî ferqa me tirka ye
Nemirovatiya tirk û ereban bêguman dibê me jî ji însaniyetê dûr nexe, me jî wek ereb û tirkan, Xwedê neke, neke faşîst û cinawir. Kurd miletekî medenî û bi rahm e, dilovan e. Zulmê li kesî nake, tim destê alîkariyê dirêjî însanan dike.
Dibê em ji vê humanîzma xwe, ji vê însaniyeta xwe tu carî dûr nekevin.
Lê li alî din dibê em neyarên xwe jî baş nas bikin. Ev trajediya hat serê me dibê hinekî hişê me bîne serê me. Dibê em kurd bi çavê bira li hev binêrin, neyartiya hev nekin, di rojên teng da ji me bêtir kes ne dostê me ye.

XXX
Dewleta meriv tunebe meriv di ber nigan dihere, di bin nigên miletên xwedî dewlet da wek kêzikan dipilexe.
Wek nuha kurd dipelixin.
Heger em naxwzin tim wiha di bin nigên ereb, tirk û farisên xwedî dewlet da wek kêzik û bihukan bipelixin, dibê em kurd jî miheqeq bibibn xwedî dewlet.
Ev jî bi yekîtiyê mimkûn e.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE