15 oktober 2014

Îro ji me ra ne neyartiya hev, hevkarî û tifaq lazim e

Ji ber ku PDK, PYD û PKK dijayetiyên xwe yên îdeolojîk û siyasî didin aliyekî û li hemberî djminên xwe yên xedar hewil didin yekîtiyekê, tifaqekê çêkin hin kurd gelkî aciz in. 
Serokê Kurdistana Federe birêz Mesûd Barzanî, bi bibangekê hemû hêzên Kurdistana rojava li Kurdistanê civand. Ji bo ku di rojên pêş da li Kurdistana Sûriyê di nabêna kurdan da tifaqek, cepheye netewî çêbibe. Belkî jî di nabêna pêşmerge û gerîlayên kurd da jî hêzeke hevbeş were avakirin. Yanî ji bo vê yekê xebatekê dest pê kiriye.
Lê hin kurdên çavên wan bêyî neyartiya PKKê û PYDê tiştekî din nabîne ji vê hewildana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gelkî aciz in û loma jî bi rengekî pir întensîv êrîşî vê hewildana hevkarî û tifaqeke bi PKKê û PYDê ra dikin.
Di demeke wiha dîrokî da jî ji Daîşê û Tirkiyê bêtir, wext û enerjiya xwe didin dijminatiya PKKê û PYDê, gav û saetê xerabiyên wan rêz dikin.
Ji bo ku di nabêna hêzên kurd da tifaqek çê nebe şelafiyên nemayî ji PDKê û serokê Kurdisanê birêz Mesûd Barzanî ra dikin.
Lê Xwedê kir ku serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, guh nade van fêsadan, van kesên nezan û asoya wan biçûk, van kesên ku gelş û dijminatiyên xwe yên şexsî, îdeolojîk û siyasî di ser berjewendiyên kurd û Kurdistanê ra digrin.
Îro, ji bo serketinê tifaqeke netewî ji herdemê bêtir muhîm û lazim e.
Loma jî parastina yekîtî û tefaqeke netewî ji bo me kurdan şert e. Yên li dijî hevkarî û tifaqê bi PKK û PYDê ra derdikvin sebeb û argumentên wan çi dibe bila bibe, şaş in, neheq in.
Di demeke wiha dîrokî û kirîtîk da ku tirk û ereb dikin kurdan bixwin, ne rast e meriv li herçar beşên Kurdistanê hêza herî mezin, herî xurt, herî çekdar wek neyar bibîne û ji nyeyaran bêtir êrîşî wê bike. Ev ne tu aqil e.
Helbet şaşiyên PKKê û PYD pir in. Lê dibê ev nebe sebeb ku merivê heta û heta neyartiya van hêzan bike.
PDKê û YNKê ji jî gelek hevûdu êşandin. PKKê û PDKê jî gelkî şerê hev kirin û bi sedan îndan ji ehv kuştin. Lê PDK dîsa jî wek van kesan dijminatiya PKKê û YNKê ebedî nabîne. Ji ber ku PDK ne li dû neyartiyeke hizbî yadîrokî ye, ew siyaseteke netewî dimeşîne. Tam baweriyê bi PKKê û PYDê neyne jî dîsa jî bi wan ra tifaqê red nake, bi wan ra li îmkanên tifaqekê digere.
Yanî serokê Kurdistanê wek van kesan nabêje PKK û PYD dijmin in, em bi wan ra tu gavê navêjin.
Lê wek min li jor jî got, Xwedê kir ku hêza wan û giraniya gotina wan li ba seokê Kurdistanê û PDKê tuneye û lomajî guh nadin dîtinên wan yên xerabkir û ne netewî.
Hêvî dikim ku di rojên pêş da ew jî hêdî hêdî dev ji vê kîn û nefreta xwe ya bi zirar û xerabkir berdin û hîn sakin û bi aqilekî selîm li bûyeran binêrin, dev ji hestên xwe yên neyartiyê berdin û berjewendiyên gelê xwe bidin pêş.
2014-10-14

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE