09 oktober 2014

Heta em Tirkiyê têk nebin halê me ewê tim ev hal be


Kobanê û hin qezencên kurdan yên Kurdistana rojava tiştek nîşanî me kurdan da, heta kurd li Tirkiyê azad nebin, heta pişta dewleta tirk neyê şikandin ji kurdan ra li tu beşekî Kurdistanê rehetî tuneye.
Ev çend car in ez viya dibêjim. Li hemû beşên Kurdistanê azadiay kurdan girêdayî têkbirina dewleta tirk e. Heta ku li Tirkiyê kurd bindest bin Tirkiyê tim wiha me bipelçiqîne û me qetil bike, bide qetilkirin.
Tirkiyê do eynî siyaseta neyartiyê li hemberî kurdên başûr meşand. Li wir jî bi salan di her warî da êrîş bir ser kurdan, bi salan Kurdistan bombebaran kir, ereb û tirkmen bera bedan kurdan da û ji bo ku kurd li welatê xwe nebin xwedî desthilat çi ji destê Tirkiyê hat kir.
Ev jî ne bes bû, bi darê zorê hêzeke xwe ya leşkerî jî li Kurdistana başûr bicî kir û ew hêz hîn jî li wir e.
Tirkiye îro jî eynî tiştî li Kurdistana rojava dike. Îcar li vir dixwaze kurd azad nebin, kurd li welatê xwe nebin xwedî hukim.
Ji bo dewleta tirk qet ferq nake, li ku dibe bila bibe, dibê kurd azad nebin û Kurdistan çê nebe.
Loma jî dibê kurdên herçar perçeyên Kurdistanê baş fêm bikin ku ji bo hemû kurdan neyarê herî herî tahlûke, herî êrîşkar Tirkiye ye.
Ji ber ku Tirkiye li her beşê Kurdistanê wek hêza herî êrîşkar derdikeve hemberî kurdan, nahêle kurd li tu beşekî Kurdistanê azad bibin, loma dibê kurd jî li hemberî vê hêza herî tahlûke hêzên xwe bikin yek û siyaseteke mişterek bimeşînin.
Hêzên herçar perçeyên Kurdistanê dibê li hemberî Tirkiyê di cepheyeke netewî da werin ba hev û li hemberî Tirkiyê xwedî siyaseteke giştî, netewî bin.
Siyasetmedar, ronakbîr, partî, her babet rêxistinên ji herçar perçeyên Kurdistanê dibê hêzên xwe li hemebrî vê dewleta çete, qatil û xwînxwar bikin.
Tirkiye ji hemû kurdan ra dibêje, teslîm bibin û ji xwe ra xelas bibin. Heger hûn teslîm nebin, li herderê ezê tim li hustuyê we siwar bim û we bukijim.
Heger em dixwazin ji bin vê zulmê xelas bibin û welatê xwe rizgar bikin berî herkesî dibê em Tirkiyê hel bikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE