18 oktober 2014

Heger em naxwazin wiha tim di bin nigên tirk, ereb û farisan da wek kêzikan bipelixin dibê em jî bibin xwedî dewlet


Weleh heger serok û hêzên kurdan yên Kurdistana bakur, başû û rojava bi hev nekevin û di nava xwe da tifaqek netewî çêkin, em azad bûne û Kurdistan jî çûbûye. Bi kêmanî dîtina wan rojan nêz e.
Şertên der û hundur, dem, dîrok û dewletên dikanin bibin mitefikên me jî ji me yekîtiyeke netewî dixwazin.

Lê heger em ykîtiyê çênekin û ji bo vê meselê ya jî wê meselê, ji bo çend nûneran li hev nekin çû ji me da.
Wê demê ne hêza me yek bi yek têra serketinê dike û ne jî Emerîka, Yekîtiya Ewrûpa û dinya alîkariya me dike.
Ev yek pir vekirî ye.
Ez bawer dikim hemû serok û siyasetmedar vê rastiyê dibînin û dizanin. Dizanin, ji ber ku ew bi xwe di nav da ne, Emerîka viya ji wan dixwaze.
Piştî ku em bindest man hêza vê partiyê ya jî wê partiyê xurt bûye ewê çi be, hema bira hemû nûner yên wê bin.
Heger kêm nûnerî û yekîtî ewê mutefikan jime ra çê bike, ewê me azad bike, me bibe zaferê dibê meriv qebûl bike.
Ya muhîm qezenckirin e, bi kîjan hawî, bi kîjan rêxistinê, bi çend nûneran ev qet ne muhîm e.
Ma rûniştina Emerîka bi Salih Muslim ra qey tiştekî biçûk ?
Dibê em vê îmkanê, vê fersendê ji dest xwe bernedin û pir û pir qîmeta wê bizanibin.
Heger Salih Muslim û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ne li hev bûna, hukûmeta Kurdistana Federe piştgirî neda PYDê hevdîtineke wiha mimkûn nedibû ?
Yanî heger hevdîna Salih Muslim bi Emerîka ra mumkûn bûye ev bi xêra yekîtiyê ye, bi saya hewildanên serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.
Heger ev nîvdewleta me li başûr tunebûya kesî nikanîbû telefonî Qesra Spî bikira û ji Obama alîkariyê bixwesta.
Emerîka hewqasî guh nedida gotinên Barzanî, Barzanî nikanîbû biba nabêçî jî. Yanî ev giranî xêra hebûna statuya kurdên başûr e. Xelk li gel wan muamela dewletê dike.
PKK û PYD çiqasî xurt bin jî nikanin telefonî Qesra Spî bikin, nikanin dîrek bi Emerîka ya jî bi Fransa û Îngilistanê ra têkevin têkiliyê.
Ji ber ku li başûr statuyeke kurdan heye, kurd li wir nêv dewlet in loma kurd dikanin hin têkiliyan deynin.
Tahl be jî, ne xweş be jî, bêedaletî be jî sîstema dinyayê wiha dixebite, dibê statuyeke meriv hebe.
Loma jî me hemû kurdan nuha baş fêm kir ku dewletbûn çiqasî muhîm e, dewleta meriv tunebe meriv di ber nigan dihere, di bin nigên miletên xwedî dewlet da dipilexe.
Ji ber vê yekê jî dibê kurd êdî siyasetmedar û serokên dewletê ji kurdan ra naxwazin wek siyasetmedar û serokên xwe qebûl nekin. Kesên wiha protesto bikin, li wan guhdarî nekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE