14 oktober 2014

Gerek kurd miheqeq heyfa namûsa xwe ji Daîşê bigrin


Daîşê di kovara xwe ya bi navê ”Dabiq” ya bi zimanê îngilîzî da revandin û firotina keç û jinên kurdên êzdî qebû kiriye û gotiye ew “Sebaye” yanî xenîmeta şer e. Û gotina ev yek li gorî dînê Îslamê jî şerî ye, di dema pêxmber da jî misilmanan wiha kirine.
Ez çaxa van rêzan dinivîsim ez ji hêrsan wek hêlkanê dihejim û çavên min tûşên klaviyeyê rindikî nabîne.
Dibê hukûmeta Kurdistanê, pêşmerge û gerîlayên kurd di bin vê heqareta li miletê kurd hatiye kirin nemînin û miheqeq heyfa wê bigrin û her çeteyên girtin nekujin, wan li qazoxan xin, dara di wan ve kin.
Û miletê kurd bi rastî dibê êdî vê Îslama barbar, hov, derî însaniyetê red bikin…

XXX
Partiyên Kurdistana başûr yek bi yek ji Emerîka sîleh û alîkariya xwestine.
Hûn dizanin Emerîka ji wan ra çi gotiye?
Emerîka gotiye, herin berê cepheyeke xwe çêkin û dû ra werin. Dema we hêzên xwe kirin yek, werin ezê sîlehan jî bidim we û alîkariya we jî bikim. Heta hûn tifaqa xwe çênikin ez şeşderbekê, fîşekekê jî nadim we…
Bê henek, bi rastî jî mesele kêm zêde wiha ye.
Bi navê Xwedê ancax êrîşên tirk û ereban me bike milet û zora Emerîka tifaqa me çêke.
Ne êrîşên Daîşê bûya em nediçûn hawara hev, me hêzên xwe nedikirin yek.
Nuha jî belkî bi xêra zixtên Emerîka partî û hêzên Kurdistana rojava li hemberî Daîşê cepheyekê ava bikin…
Ya na em xwe bi xwe, bi rehetî dev ji neyartiya hev bernadin

XXX
Antî emperyalîstî û antî emerîkanî ne karê me rebenên kurda ye
Çepîtî, hevalbendiya çepên tirk ji karê bêtir zirarê dide me. Îdeolojiya çep kurdên Kurdistana bakur dike antî-Emerîkan û antî-Ewrûpî.
Ji ber ku em bindest in, mezlûm û bi heq in û tirk jî neheq in kes nabe mitefikê me, piştgiriyê nade têkoşîna me ya azadiyê. Di warê îdeolojîk da dibê em ne li dijî Rijhilat bin.
Dibê em bi îdeolojiya xwe, bi siyaseta xwe neyartiya Emerîka û Rojhilat nekin, baweriyê bidin wan.
Emerîka û Rojhilat emperyalîst in qet ne derdê min e, ez wek kurd îro muhtacî alîkariyê wan im. Li hemberî van zaliman kî alîkariya min bike mala wan ava.
Guhertina siyaseta Emerîka, adilkirina Emerîka û Rojhilat ji xwe ne karê min e.
Li dinyayê tu dewleteke pur û pak, adil û heqzan tuneye, her dewlet bi qasî dikane emperyalîst û bêûjdan e.
Loma jî dibê kurd bi qasî Îslamê, dibê xwe ji dîtinên çep û çepên tirk jî dûr bixin. Çepîtî, îdeolojiya çep barê me giran û bindestiya me dirêj dike…
Em miletekî bindest in dibê demokrasiyê, wekheviyê, edaletê, plûralîzmê, azadiyê biparêzin, dijminatiya emperyalîstan, dêwan û hûtan ne karê me kurda ye…
Dibê em hemû dijayetiyên xwe yên îdeolojîk û rêxistinî bidin aliyekî û hêzên xwe bikin yek û bi hev ra doza azadiya gelê xwebikin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE