03 oktober 2014

Ey "Dinya Îslam" ya hov cejna we ne pîroz be !

Ey dinya îslam, cejna we ne pîroz be. Înşelah ewê aynê me ji we ra nemîne û tûşî bela û felaketên mezin bibin…
Destê we hemûyan di xwîna me kurdan geriya ye. Hûn ji zebaniyan jî xerabtir in.
Hûn bêûjdan, bêmerhet û ne însan in, hûn civateke hov in, ji medenîyet û însaniyetê bêpar in.
Ne qatilên Daîşê tenê, miletê tirk, ereb û faris, hûn jî bi qasî van hovan mesûl in, qatilên me ne. Ev hovên serê me jê dikin zarokên we ne.
Me hûn baş nas kirin.
Wek milet em rûbirûyî qetlîamake pir mezin in, li seranserê Kurdistanê neyarên me bi hovîtiyeke pir mezin êrîşî me dikin, me qetil dikin.
Sûcê qetla me kurdbûna me ye, ji ber ku em kurd hatine dinyayê ereb, tirk û faris zulmê li me dikin, bajar û gundên me talan dikin, me dikujin. Mafê jiyanê nadin me…
Lê ew çi bikin jî emê zora hemûyan bibin, emê Kurdistanê ava bikin. Emê azad bibin…
Bila cêjna hemû gerîla û pêşmergeyên di sengerê da ne û ji bo kurd û Kurdistanê şer dikin û xwîna xwe dirjînin pîroz be!
Bila cêjna hemû kurdên bi xîret û bi namûs pîroz be!
Serketin ya miletê kurd e!
Bijî kurd û Kurdistan!
Bijî pêşmerge û gerîla
Bijî yekîtiya miletê kurd!

XXX


Hin kes li Kobanê di nava kurdan da li sûcdaran digerin, dixwazin berpirsiyariya trajediya Kobanê têxin hustuyê PYDê.
Ev tespîteke ji çewt e. Qatilê Kobanê Tirkiye ye.
Li kobanê ne PYD, tifaqekeke netewî jî hebûya, hemû partî û hêzên kurd jî bi PYDê ra bûna ferq nedikir, netîce ewê dîsa ev bûya, Daîşê ewê dîsa êrîşî Kobanê bikira.
Ji ber ku Tirkiye li pişt êrîşê, ev êrîş bi plan û emrê Tirkiyê dibe. Tirkiye dixwaze rê li ber Kurdistaneke mezin bigre. Tirkiye dûr û dirêj difikire.
Çima em viya nabînin?
Tirkiye ne tenê li dijî PYDê û PKkê ye, Tirkiye li dijî seshilateke kurd e, dij e ku kurd li Kurdistana rojava bibin xwedî statuyeke siyasî, li dij e kurd welatê xwe rizgar bikin.
Koban di destê kîjan hêza kurd da bûya jî ji bo Tirkiyê û Daîşê û hêzên li pişt wan qet ferq nedikir. Ya muhîm li Kurdistana rojava kurd azad nebin, nebin xwedî desthilat. Dibê em vê yekê bibînin û fêm bikin. Neyarê me yê herî xedar û herî bi hêz Tirkiye, ew nahêle em li besekî Kurdistanê Azad bibin, ji bo em Azad nebin her xerabiyê dike.
Ma Tirkiyê li Kurdistana başûr li hemberî PDKê û YNKê jî eynî siyaset nemeşand?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE