29 oktober 2014

Li dinyayê dostên me zêde dibin

Ewrûpa û Emerîkiyê, elît û entellektuelên ewrûpiyan heta nuha tu carî sempatiyeke di vê derecê da li hemberî kurdan nîşan nedane. Ev cara pêşî ye ewrûpî kurdan nêzî xwe, nêzî nirx, norm û têgihîştin û hêjayiyên xwe dibînin.
Kurdan medenî û demokrat û neyarên me jî paşdamayî û hov dibînin.
Neyarên me bi îdeolojî û hovîtiyên xwe tirsê û xofê, em jî bi liberxwedan û toleransa xwe aramiyê baweriyê, xweşbîniyê didin mirovên ewrûpî.
Şerê Kobanê, liberxwedana keç û xortên kurd mil bi mil ev his di dilê ewrûpiyan da xurt kir.
Medya cîhanê bi sempatiyeke pir mezin qala liberxwedana şervanên kurd dike.
Ji bo pêşeroja miletekî hestên ewrûpiyan, hest û dîtinên mirovên civata herî pêşketî muhîm e.

XXX
Kurdê bi dîtina van rojan dilşa nebe, dilê bi dîtina konvoya pêşmergeyan di riya Kobanê da ji kêfa dîn û har nebe bira têkeve binê erdê çêtir e. Çûna pêşmergeyan ya Kobanê nîşan dide ku kurd yek milet e û Kurdistan jî yek welat e.
Milet, şert û dîrok kurdan mecbûrî yekîtiyê, mecbûrî çêkirina Kurdistanê dike.
Siyasetmedarê viya neparêze ewê biqede.

XXX


Ji Şerê Cîhanê yê Yekem û virda ye ev cara pêşî ye kurd bi rengekî eşkere, bi çek û cebilxaneyên xwe ve ji beşekî Kurdistanê diçin beşekî Kurdistanê din, ji bo ku alîkariya kurdên di şerda ne bikin.
Medya tirk xebera çûna pêşmergeyan ya Kobanê li gorî xwe didin, risman diweşînin.
Telewîzyonên tirk, malperên tirk çûna pêşmergeyan wek bûyereke mezin belav dikin.
Di dema derbasbûna pêşmergeyan da ji Silopiyê kurdekî dilşadiya xwe ji Rûdawê ra bi van gotitinên jêr aniye zimên:
” Şêrên Mistefa Barzanî tên hewara şêrên Abdullah Ocalan. Îro çar parçe Kurdistan bû yek, loma jî îro rojeke dîrokî ye !''
Lê malpera ANFê hîn jî çûna hêzên pêşmerge nekiriye xeber, hîn jî ne xwendevanên xwe yên kurdî û tirkî ji vê bûyera dîrokî agahdar nekiriye.
Aqilê meriv nagire, meriv nizane çi navî li vê sansorê ke!
Hêze diçe dijmin be jî wek medya meriv dibêje weleh vaye dijmin ji filan derê bi rê ket û diçe filan derê. Yanî xebera çûna wan dide.
Dibê hemû kurd hesabê vê bêdengiyê, vê sansora ser çûna hêzên pêşmerege malpera ANFê bipirsin?
Dema berpirsiyar û rêberên meriv çepên tirk bin ewê wiha be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE