07 oktober 2014

Erdogan zorê nebîne ewê gavê paşda navêje

Erdogan bi ken û kêfxweşî gotiye ”Koban ket, li ber ketinê ye”. Bêguman Erdogan bi ruh û can dixwaze Koban zû bikeve. Û ji bo ku Koban zû bikeve çi destê wî tê dike, qefle bi qefle qatil û çeteyan rê dike ser kurdan.

Loma jî diyar e baweriya wî bi serketina keriyê qatil û çeteyên wî temam e. Lê ev kêf ewê di qirika wî da bibe girêk.

Heger bi berxwedana kurdan ra Yekîtiya Ewrûpayê, piştgiriyeke navnetewî jî ji Kobanê û kurdan ra çênebe, Erdogan û ekîba xwe dikanin gelkî pêşda herin û gelek kesî bikujin.

Erdogan merivekî him pir tahlûke ye û him jî gelkî neyarê miletê kurd e. Ji bo ku li Kurdistana rojava û li Kurdistana bakur tevgera kurd ya netewî têk bibe dikane gelek dînîtiyan bike. Loma jî piştgiriya navnetewî ji me kurdan pir û pir muhîm e.

Beyana wezîrê karûbarê derve yê Fransayê pir muhîm e, hêvî dikim ku Fransa bi lez dest bi alîkariya xwe bike.

Plana ketina Kobanê û qetlîma kurdan ewê li ser Erdogan û Davutoglu buha rûne.
PYDê êrîşî kesî nekirye. Ew welatê xwe, bajarê xwe li hemberî çete û qatilan Tirkiyê diparêze. Dema meriv marûzî êrîşê bû dibê meriv xwe biparêze. Loma jî her kesê xwedî ûjdan dibê li dijî van qatilên dewleta tirk derkeve.

Ji bo ku kurd ji AKPê û hukûmetê îstîfa bikin dibê xebat were kirin, dibê kurd ji hemû parlamenter û wezîran îstîfayê bixwazin, ji bo vê ykê zorê bidin wan...



Dost, û "birayên" me yên di nava HDPê da dibê îro herin hawara kurdan, dibê îro dostayî û "biratiya" xwe nîsan bidin.

Dibê îro bi hezaran hunermend, intellektuel û siyasetmedarên tirk li Surûcê û Kobanê bûna...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE