12 oktober 2014

Erdogan kurdan bi qetlîamê tehdîd dike


Li Çewlikê(Bîngolê) pûlisan çar kurd qetil kirin. Derbarê vê qetlîamê da serokkomarê Tirkiyê Erdogan gotiye:
”Li Bîngolê çawa bedelek dan, ewê dîsa bedelekî giran bidin. Komara Tirkiyê ne dewleteka ku hustuyê xwe li ber 3-5 serseriyên kolana xwar bike. Em neviyên ecdadên gotine riya were kurkirin gurrtir tê. Dibê viya bizanibin.”

Ev gotin tehdîda qetlîamekê ye, emrê kuştina kurda ye. Wek serokkomar parastiya qetlîamê ye.
Ji xwe sê roj berê li Trabzonê ji pûlisan ra got, ”êdî ev îş bi mertalan nabe, çi hewce be dibê were kirin.”
Ew beyana Erdogan emrê kuştina kurdan bû. Û pûlis û çeteyên wî jî li Çewlik û Entabê ev emrên wî bi cî anîn, li her bajarekî çar kurd kuştin.
Bîst sî(20-30) milyon kurd li Tirkiye rûbirûyî qetlîameke pir mezin in. Tiştê anîn serê ermeniyan dikanin bînin serê kurdan jî.
Ev gotinên Erdogan îşaret û îspata mezinayiya vê tehlûkê ye. Siyasetmedar û huqûqnasên kurd dibê tavilê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê û hemû dezgehên navnetewî ji van gotinên Erdogan, ji vê tahlûkeyê agahdar bikin.
Kurd li Tirkiyê di bin tahlûkeya qetlîameke pir mezin da ne û berpirsiyarê vê jî Erdogan, Davutoglu û hukûmeta AKPê ye.
Dibê kurd van gotinên Erdogan tavilê wergerînin îngilîzî, fransî, almanî, îspanî û îtalî û bişînin ji parlamenterên Paramenteyoya Ewrûpayê ra û ji wan alîkariyê û tedbîrê bixwazin. Hemû dezgehên navnetewî,
siyasetmedar, nivîsakr û ronakbîrên ewrûpî yên bi bandor ji vê tehdîda dewleta tirk agahdar bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE