25 oktober 2014

Erdogan hîn jî li dû ketina Kobanê ye

Nuha jî tê gotin ewê 130 çekdarên Artêşa Sûrîya Azad(ASA)herin Kobanê. Û Tirkiye jî piştgiriya şandina vê hêzê dike.
Ez nizanim ev ji ku derket? Ev 40 roj in kurd li Kobanê şerekî man û nemanê dikin ASAyê rojekê negot ezê herim alîkariya Kobanê. Îro ev ”camêrî û xêrxwazî”(!) ji ku derket?
Ez bi xwe bi şik li vê meselê dinrim.
Gelo YPG çi difikire, derbarê çûna vê hêza ASA de YPG çi dibêje?
Ya helbet şêla Emerîka jî muhîm e, gelo Emerîka çi dibêje?
Ya muhîm ew e. Gelo YPG û aliyê kurd baweriya xwe bi vê hêzê tînin?
Ji ber ku pêşniyar ya Tirkiyê ye û Erdogan bi israr dixwaze ASA hêzeke xwe bişîne Kobanê.
Ez xwe bi şik û tirs lê pêşniyarê dinêrim. Çimkî pêşniyar ya Tirkiyê û hêza biçe ereb e. Loma jî sebebê em kurd bi şik û bi tirs li vê meselê binêrin pir in.
Ez dibêjim madem pêşniyar ya Tirkyê û Erdogan e, wê demê sedîsed pîlaneke Erdogan li hemberî kurdan heye.
Dikane wiha be, tiştê nikanîbû bi destê Daîşê bi dest xe, dixwaze îcar bi riya ASAyê biceribîne, îcar jî ASAyêbera bedena kurda bide.
Ez bi xwe ji tu tiştekî Tirkiyê bawer nakim, her rengê ”alîkarî” û tevlêbûna wan, ez wek nêteke xerab û kemînekê dibînim.
Tirk hingiv bidin min û destên xwe li Quranê xin bibêjin ev hingiv e, ezê dîsa bibêjim na jahr e û nexwim.
Yanî Erdogan û Davutoglu çi bibêjin ezji wan û ji dewleta wan bawer nakim.
Salih Muslim merivekî biaqil e, tirkan baş nas dike,hêvî dikim neyê lîstikê û nekeve kemîna tirkan.
Û ASA bi xwe jî ne dîwarekî saxlem e, piraniya serok kadirên wê nîjadperesên ereb in û neyarên kurdan e, heger fersend têkeve destê wan ji Erdogan bêbxtir û zalimtir in.
Tirkiyê, hukûmeta AKPê, Erdogan û Davutoglu dev ji siyaseta xwe ya tunekirina kurdan bernedane, ew hîn jî li dû xeyala xistina kantonên kurdan û têkbirina PYDê ne.
Siyasetmedarê, kurdê viya nebîne kor e, kêmaqil e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE