22 oktober 2014

Dîsa eynî gotinên vala

Dîsa eynî çîrok, dîsa eynî gotinên vala. Ocalan îcar jî gotiye, ”Piştî 15ê cotmehê proses gihîştiye qonaxeke nuh”(!)
Ne nexweş bûma ezê têr bikeniyama. Ev du roj in ez bi bapêşê ketime, halê min tuneye, gewriya min zuha bûye, nikanim baş bikenim…!
Ezbenî ma ev çendik û çend car in ”proses digihîje qonaxeke nuh”?
Û ya muhîm jî ne Ocalan, hukûmet çi dibêje ?
Ma Ocalan dike mafê kurdan bide?
Ma Ocalan devlet e?
Her hefte diherin fikrên wî digrin.
Ji Davutoglu bipirsin, bira Davutoglu bibêje “proses gihîştiye kîjan qonaxê”?
Ji Erdogan bibiprsin.
Û van "qonaxên nuh" jî ji gel ra eşkere bikin.
Ev komedî êdî pir dirêj bû, ji komediîtiyê derket bû trajedî.
Dibê PKK vê komediyê biqedîne û li gorî îmkan û şertên xwe siyasetekê bimeşîne. Ew wek PKK bi dewlet û hukûmetê ra rûne. Ocalan ji ortê derxe, bes e...!
Yê di nava şer û bûyeran da ye PKK ye. Dîlekî di destê neyar da nikane rê nîşanî PKKê, HDPê û KCKê bide, stratejî û taktîkên wan tayin bike.
Kurdistan, tevgera kurd ya netewî li bende serok û rêberiyeke azad e...

XXX
Piştî mehekê kurdan bi balafira Emerîka hinek çek û derman gîhandin gel û şervanên Kobanê.
Kêfa hemû kurdan ji vê yekê ra hat, her kurdî got bijî yekîtiya kurdan.
Lê hin fesad û gelacên medyayê û yên medya sosyal tavilê ketin dewrê û dest bi fêsadiyê kirin.
Efendim çek ne hukûmeta herêma Kurdistanê, YNKê şandiye
Na ne YNKê, PDKê û hukûmeta Kurdistanê şandiye.
YNKê ev çek ji ku anîn?
Û nizanim çi û çi…
Birayê delal kê şandibe ferq nake, mala wan ava. Bi qasî ku xuya ye çek ji teref YNKê ve hatine şandin.
Îcar çima YNK ew tiştekî din e.
Belkî wiha hatiye hesabê kurdan, loma jî YNKê şandiye.
Di medyayê da hin kes dixwazin vê alîkariya bi Kobanê ra bikin sebebê şerekî nabêna YNK û PDKê.
Ev şaş e, dibê meriv wek kurd di demeke wiha da li ser navê rojnamegeriyê weşaneke kurdan bîne hemberî hev, dilê wan ji hev bihêle neke.
Ev babet weşan xizmetê ji yekîtiya kurdan ra nake, kurdan tîne hemberî hev. Loma jî ev ne rojnamevaniyeke bi mesûliyet e.

XXX


Parlamentoya Kurdistana Federe di rûniştina xwe ya îro da biryareke dîrokî da. Parlamentoya Kurdistanê, li ser banga serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, di civîna xwe ya îro da bi yek dengî biryar da ku Kurdistana Federe hêzek pîşmerge bişîne hawara kurdên Kobanê.
Ez biryarê pîroz dikim. Kurd sînoran radikin û dibin yek milet. Kurdistana serbixwe nêz e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE