16 oktober 2014

Desthilanîn fereca xêrê ye.

Desthilanîn fereca xêrê ye.
Bi rastî jî wisa ye.
Li Kobanê desthilanîn û liberxwedana çend keç û xortên kurd ji gelê xwe ra destaneke nemir nivîsandin, nav û dengê kurdan li dinyayê bi başî û qehremanî belav kirin, bi vê liberxwedana xwe sempatiya dinyayê qezenc kirin.
Vê liberxwedanê gelek tişt û îmkanên ne di hesêb da bi xwe ra anî.
Liberxwedana Kobanê bêyî tirkan(ew pê merezarîbûn) hema hema ji hemû dinyayê teqdîr û sempatiyeke mezin girt.
Heger ne ev liberxwedana mezin û bêhempa bûya ev netîce û bûyerên em nuha pir pê kêfxweş in ewê nehatana meydanê. Emerîka, Fransa, Îngilistan, Almanya û gelek welatên din ewê nebûna mitefiqên me, bi başî qala kurdan nekirana.
Kurdên başûr di mesela dost û dijminên xwe da ewê nebûna xwediyê vê tecrûbeya zêrîn.
Durûtî û hevalbendiya Tirkiyê û hukûmeta AKPê bi Daîşê ra ji alî Emerîka û Ewrûpa ve bi vî rengî ewê nehata nasîn.
Ewê nebûna xwedî hewqas çekên nuh û bi elzemiya çekên giran nehesiyana.
PDK, PKK, PYD û hêzên Kurdistana rojava ewê wiha bi hêsayî nehatana ba hev û yekîtiya xwe îlan nkirina. Ewê biryara avakirina ordiyek kurd nedana.
Yanî bi kurtî, heger şêr û şepalên Kobanê jî wek leşkerên Îraqê li Mûsilê reviyan, ew jî bê desthilanîn bireviyana îro wek milet emê di rewş û di nuxteyeke gelkî xerabtir da bûne.
Liberxwedana Kobanê deriyekî nuh ji me ra vekir, tecrûbeyên giranbuha û hin îmkanên mezin da me, bi hêviya em qedrê van îmkanan bizanibin…

XXX
Kurd ji zûda li bende vê mizgînê bûn !
Hêzên kurd di bin serokatiya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî da li Duhokê ji yekîtiya netwî ra gotin erê û biryara ordiyeke mişterek dan. Biryar ew e ku tavilê dest bi vê ordiya kurd ya netewî were kirin.
Ev gava îro li Duhokê hat avêtin gaveke dîrokî ye, xewn û xeyala miletê kurd ya salan e.
Îro hemû neyarên me, bi taybetî jî tirk di şînê da ne, ji bo wan îro rojeke herî reş e.
Salih Muslim gotiye, ”Ji bo kurdan yekîtî şert e!”
Ezbenî şert jî gotine, yekîtî ji bo kurdan mesela man û nemanê ye. Heger di vê dema dîrokî da ku him şertên me û him jî cîhan ji me yekîtiyê dixwaze, em yekîtiya xwe çênekin, weleh bîleh çû ji me da, em careke din hew dikanin fersendeke wiha bi dest xin.
Heger gerîlla û pêşmerge neçûna hawara hev, li hemberî neyar hêzên xwe nekirina yek, ne dinyayayê(Emerîka û hêzên koalîsyon)alîkariya me dikir û ne jî me dikanîbû çeteyên Daîşê li Şengalê û Kobanê têk bibira.
Yanî ji bo serketinê şertê pêşî yekîtî ye, yekîtiya me tunebe em nikanin bigihîjin azadiya xwe…
Bijî yekîtiya kurdan!



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE