22 oktober 2014

Davutoglu secereya pêşmergeyan ji hukûmeta Kurdistanê xwestiye

Davutoglu secereya pêşmergeyên ewê herin Kobanê ji hukûmeta Kurdistanê xwestiye!
Li gorî xeberên di medya sosyal da belav dibin, rast derew baş nizanim, lê tê gotin Tirkiyê lîsteya pêşmergeyên ewê herin Kobanê ji hukûmeta Kurdistanê xwestiye.
Ez bawer dikim ne lîsteya navan tenê, miheqeq navê bavê wan, navê diya wan, navên kalik û pîrikên wan, risimên wan yanî kunye û secereya hemûyan jî xwestine.
Ji tirkan tê, ji ber nexweş in, neyarê miletê kurd in, hebûna xwe bi tunenekirina kurdan ve girê dane.
Neyartî û tirsa ji kurdan û çêbûna Kurdistanê tirk kirine paranoyak, şev û roj tirsa çêbûna Kurdistanê di dilê wan da ye. Piraniya wan ji vê tirsê ji însaniyetê dûr ketine, ji mêraniyê da ketine.
Heta Kurdistan çê nebe tirk nabin însan, ji vê psîkozê dernakevin, tirsa Kurdistanê ewê tim di dilê wan dabe.
Nîjadperest û faşîstên her miletî hene, lê yê tirkan heta bi sosyalîst û komunîstên wan jî bûne faşîst. Yên ne faşîst, hebikekî medenî û însan pir kêm in. Ji bo civatekê, miletekî ev felaket e.
Sosyalîstên wan, komunîstên wan, dîndar û demokratên wan ji bo ku kurdan dikujin û li dijî Kurdistanê ne, piştgiriya gurûheke wek ya hovên Daîşê dikin.
Ev felaketeke pir mezin e. Lê ji bo tirkan ne mesele ye, ya muhîm Daîşê rojê çend kurdan dikujin. Û hindik be jî hêviya qirkirinan kuran didin hukûmetê û tirkan.
Ji ber ku hukûmet ji bo alîkariya bi Kobanê ra korîdorekê venake, ji bo ku hukûemt li dijî kurdan û Kurdistanê, Bahçeliyê faşîs jî û Dogu Perînçekê sosyalîst û nizanim kîjan muftî û alimê dînî jî piştgiriyê dide Erdogan, mişterekiya hemûyan neyartiya hukûmetê ya kurda ye…
Loma jî çêbûna Kurdistanê bi qasî me kurdan, ewê feydeyê bigihîne tirkan jî, ewê wan ji vê paranoya kurdan xelas bike û bike însanên normal…

XXX
Dermanê nexweşiya min pir rehet bûye
Ev sê roj in ez dîsa bi bapêşê ketime(harsimî bûme). Di nava hewqas şer û teşxele da, di nava vê fermanê da min fedî dikir qala bapêşa xwe bikim.
Tiştekî pir xerîb e, hersal di vê mehê da û heta sere salê bi kêmanî ez du caran bi vê bapêşa pîs dikevim.
Îsal li pey hev hat, di destpêka vê mehêda ez du heftan perîşan bûm, dû ra derbas bû.
Lê piştî 3-4 rojan dîsa li min vegeriya.
Min îro li ciyê kar derdê xwe ji tuxtora me ra got. Tuxtor xanimê got, agirê te heye? Min got na. Got wê demê tu tiştekî tu bikî tuneye, zêde tiştê rohn, avê, çayê vexwe. Tu kanî VISKIYÊ jî vexwe. Ew jî baş e. Lê dibê ya baş be, bi kêmanî dibê Chivas Regal 12 Years be…
Min got tuxtor, ku min zanîbûya derman Viski ye, Chivas Regal 12 e, ev sê roj in min hewqas êş nedikişand. Dolab tije ye, minê hema şûşeyek bi ser xwe da kira û ji vê bapêşa pês xelas bikira.
Lê soz, ez ç er herim mal, ezê bi lez çend duble Chivas Regal bi ser xwe da kim. Hema bira derman ev be ezbenî…
Xanim keniya, got zêde pêşda neç e ji bo ku tu sibe kanibî werî kar…
Law bi Xwedê tuxtorên van swêdiyan jî biaqil in, riya rast û rehet bi ber meriv dixin. Ne derzî, ne derman, here were çend duble Chivas Regal…
Xêra Xwedê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE