27 oktober 2014

Çepên tirk neyarên yekîtiya miletê kurd in

Bi baweriya min çep û komunîstên tirk yên di nava PKKê da bi piranî neyarên miletê kurd in. Qismekî wan jî ne çep mep in, merivên dewletê ne, ji bo ku provakatoriyê di nava medya PKKê da ne. 
Ji bo ku kurd yekîtiya xwe çênekin û Kurdistan çênebe di nava komel, dezgeh û medya PKKê da wezîfedar in.
Ez vê netîceyê ji kirin û gotinên wan yên li ser kurdan û ji neyartiya wan ya li hemberî yektîya kurdan derdixim.
Lê em ferz bikin ku ev ne rast e, em ferz bikin ku hemû çep û elewiyên komunîst û tirk bi rastî jî dostên miletê kurd û dilsozên Kurdistasnê ne.
Baş eev yek ewê çi feydeyê bide me, çi bi xwe ra bîne?
Gelo ev çend unsûrên çep dikanin çi feydeyê bigihînin têkoşîna me ya ji bo azadî û serxwebûnê?
Çimkî berî hertiştî ew çep û komunîs in, antî emperyalîst û antî Emerîkan in. Antî emperyalîzm, antî Emerîkanî sebebê hebûna wan e.
Ma tevgera kurd ya netewî bi siyaseteke antî emperyalîst, antî Emerîkan û antî Ewrûpa mimkûn e ku bi ser keve, yanî zora Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê bibe?
Ma tiştekî wiha mimkûn e?
Baweriya bi serketina siyaseteke wiha xeyal e, heftêûheft bavê me jî rabe di vê serdemê da bi îdeolojiyeke sosyalîst û bi hevalbendiya bi Demir Kuçukaydin û Dogan Durgun û kesên wekî wan ra û bi siyaseteke antî Emerîkan û antî emperyalîstiyê em çi bikin jî nikanin ji bindestiyê xelas bibin.
Ji bo ku em kanibin welatê xwe ji bin îşxalê derxin û gelê xwe azad bikin, dibê em piştgiriya Emerîkayê, Ewrûpayê û ya dewletên mezinbigrin.
Bêyî dostî û piştgiriya Emerîka û dewletên mezin heryekî me bergendî Rustemê Zal be jî têrê nake, me nabe azadiyê.
Çar dewlet, nêzî sê milyon hêzên çekdar û 200 milyon însanên li dijî azadî û serxwebûna me hene.
Dibê em hinekî biaqil bin û siyaseteke aqilane bidin ber xwe. Macaraperestiyê nekin.
Em mecbûr in bi Emerîka û Rojhilat ra li riyên hevkariyê û tifaqê bigerin. Bêyî alîkariya van dewletan, bi neyartiya van dewletan em nikanin zora neayrên xwe bibin.
Dibê em ne li dijî Rûsya û Çînê bin jî.
Esas bêyî herçar dewletên welatê me îşxal kirine heqê me tuneye em li dijî tu dewltê bin.
Em miletekî bindest in û muhtacî alîakriyê ne, kî alîkariya me bike mala wan ava be.
Tiştê ji bo me herî şaş û xetrer siyaseteke çep û hevalbendiya çend dewşirmeyên sosyalîst û komunîstên tirk e.
Dibê em kurd û PKK dev ji hevalbendiya van macareperest û sûtmûtên çep yên tirk berdin û ji xwe ra li qezenckirin û zêdekirina dosatan bigerin. Dostên kanibin feydeyekê bigihînin me.
Neyartiya Emerîka, Îsraîl û Ewrûpayê ya jî ya weletakî din ne karê me ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE