26 oktober 2014

Bi agahiyên kurdan aqil didin kurdan


Nagahan Alçi xanima AKPyî, bi agahiyên kurdan dane wê, bi dilşadeyeke mezin gotiye netirsin kurd nabin yek, belovacî wê ji hev diqetin, ji hev digerin.
Di demên wiha bi teşxele da tirk dikevin panîkê, dixwazin rewşa kurdan ji hundur da bizanibin. Gelo kurd ewê yekîtiya xwe çê bikin ya na?
Aqilê kurdan hebe bersîva pirsên wiha nadin û nabin tercuman û înformatorên tirkan yên belaş.
Tirk pir meraq dikin bira kurdî fêr bibin, medya kurdî bişopînin, herin bigerin, wek rojnamevanên xelkê herin bigerin û dû ra analîzên xwe bikin.
Ne ku li buroyên gem, li pişt masê xwe pik bikin û dû ra jî telefonî kurdekî bikin û jê ra bibêjin, ”De hela ka bibêje di cepha kurdan da çi heye, çi tuneye? Rewşa Barzanî, PDKê û PKKê, PYD û YNKê çi ye? Tu dibêjî kurd ewê bikanibin yekîtiya xwe çêkin ya na?”
Û piştî topkirina van agahiyan, di telewîzyon û rojnameyan da wek pisporên kurdan aqil bifroşin kurdan û tirkan…

XXX


Min îslamîtên tirk baş taqîb nedikir. Ji îşxala Şengalê û Kobanê virda ye hindik be jî ez wan taqîb dikim, bala xwe didim beyan û dîtinên wan yên derbarê kurdan da.
Bawer bikin îslamîstên tirk ji faşîstên MHPê faşîstir, xerabtir û zalimtir in.
Yanî ji bo me kurdan di nabêna AKPê, MHPê, Partiya Kumunist, Partiya Karkir(Dogu Perînçek)Ozgur-Derê, Partiya Saadetê û partî û rêxistinên din da tu ferq tuneye, hemû jî dilxwaz û şervanên Daîşê ne.
Hemû jî gav û saetê dua dikin da ku Daîş bi ser keve û li Kobanê û Kurdistana rojava hemû kurdan qetil bike. Û bi vî rengî ewê jî wek dîndar, faşîst, sosyalîst û komunîstên tirk ji çend milyon kurdî xelas bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE