11 oktober 2014

Banga min li hemû alim û dîndarên kurd, werin em dîn biguherînin !


Tam ev 27 roj in bajarê Kobanê di bin hesargeha bi hezaran çete, qatil, gurûheke devbixwîn da ye.
Ji çarhawêlê dinyayê bi hezaran çeteyên îslamîst di bin aleke reş ya îslamê da bi tank û topan, êrîşî ser Kobanê, ser kurdan dikin, dixwazin Kobanê bigrin û gelê wê jî qetil bikin.
Ev gurûhên îslamîst bi navê Îslamê, bi tekbîrên ”Alahûekber !”, li Şengalê, li Kobanê, li herdera Kurdistanê êrîşê kurdên mezlûm dikin, wan dikujin, tecawizî keç û jinên kurd dikin. Jinên me difroşin.
Ev 27 roj in misilmanên Tikriye, Sûriye, Îraqê, Îranê û dinya Îslamî li vê wahşetê temaşe dikin.
Kurdan êrîşî kesî nekiriye, welatê kesî dagir nekirine, tecawizî namûsa kesî nekirine, çima ev êrîş, çima ez zul û hovîtî?
Çima dîndar û musilmanên tirk, ereb û faris, musilmanên dinyayê li hemberî van qatilan ranabin ser piyan û nayên gazî û hawara kurdan?
Ev çi dîn e ku dihêle însan zulmeke wiha li ”birayên xwe yên dînî” bike?
Ev çi dîndarî û misilmantiye ku li hemberî neheqî û zulmeke wiha barbar bêdeng dimîne û naçe alîkariya miletekî bêsûc û mezlûm!
Ev çi pêxember e ku dihêle ferdên umeta wî li ser navê Îslamê zulmeke wiha nedîtî li însanan, miletekî misilman bike?
Ev çawa pêxmber e ku tiliya xwe di çavê van zaliman ra nake û naçe hawara mezlûman, hawara zarokên kurdan?
Kurdan heta nuha ji ereb, faris û tirkan bêtir xizmeta dînê Îslamê kirine, bi sedan alimên kurd dînê Îslamê ji Afrîkayê bigre heta Asyayê, heta bi Endonezyayê belav kirine.
Selahedînê kurd Qudis bi şûrê xwe ji Xaçparêzan girt û diyarî ereban û dinya Îslamê kir.
Lê dîsa jî tirk û erebên dîndar, yên bawermend bi tekbîrên ”Alahûekber” êrîşî me dikin, zulmê li me dikin, me dikujin û li ber çavên me tecawizî jin û qîzên me dikin !
Miletên misilman, alim û dîndarên misilman çima li hemberî vê zulma li me dibe dengê xwe nakin?
Çima serokê Diyaneta Tirkiyê, li gel ku kurd e bi beyanekê li dijî vê wahşeta Daîşê dernakeve, wê mahkûm nake, naçe alîkariya birayên xwe yên misilman?
Çima alimên dinya Îslamî ev 27 roj in li hemberî vê wahşeta Daîşî bêdeng in, tiştekî nakin`
Çima wiha dikin?
Sûcê me çi ye?
Tu sûcekî me tuneye.
Me tu xerabî bi kesî nekiriye.
Sûcê me kurdbûna me ye, ji ber ku em kurd in vê zulmê li me dikin.
Ji ber ku em kurd in, dibêjin gerek hûn li vê dinyayê nejîn!
Daîş ne hêzeke îslamî ya bi serê xwe ye, bi serê xwe êrîşî Kobanê nake.
Daîş hêzeke mişterek ya Tirkiyê, Sûriyê û Îraqê ye, bi emir, organîze û alîkariya van hersê dewletan êrîşî me dike. Belkî heta dereceyekê tiliya Îranê jî tê da hebe.
Heger tiliya Sûriyê tê tuneba ewê midaxele bikira, ewê alîkarî bida kurdna.
Xwedêgiravî Daîş li dijî rejîma Esde e, lê em dibînin li Sûriyê tenê êrîşî kurdan dike, dixwaze hemû bajrên kurdan têxe bindestê xwe.
Bi dîtina min ew îslamiyeta ku misilmanên tirk, ereb, faris û heta yên dinyayê li heberî me bike yek, bike neyarê me, bihêle bajarên me îşxal bikin, serê me jêkin,
tecawizî namûsa me bikin, dibê em wî dînî êdî nehebînin, ji wî dînî derekvin.
Vê îslamiyetê ne tenê îslamîstên tirk, ereb û faris û yên dinyayê, bi sedhezaran yên kurdî kirine dijminê qewmê xwe, ew jî nuha di nava çeteyên ereb, tirk da êrîşî qewmê xwe dikin, bi van çeladan ra tecawizî keç û jinên kurdan dikin.
Yanî ev bi her hawî ji bo me kurdan bûye wasiteya bindestî û qirkirina me, bûye afyona însanên me jî bi neyarên xwe xwişk ûbûrayên xwe bikujin û li tecawizkirina wan temaşe bikin.
Dînekî wiha dibê meriv nehewîne, bi miletên mensûbî vî dînî ra dibê meriv îbadetê neke, neçe heman mizgeft û derên miqedes.
Banga min li hemû dîndar û alimên kurd ev e, werin em wek milet dîn biguherînin.
Wek alim û dîndarên kurd li sernavê miletê xwe ji dinya Îslamê ra bibêjin, madem hûn wek miletên misilman vê zulmê li me dikin, em ji Îslamiyetê derdikevin, emê ji xwe ra dînekî din, dînekî ku mensûb û bawermendên wî me neyar nebînin, me nekujin, teciwizî namûsa me nekin bibînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE