11 oktober 2014

AKP êrîşa ser Kobanê wek şerekî nabêna du hêzên terorîst da dibîne

Cîgirê serokê AKPê Yasîn Aktay, di roportaja xwe ya di BBC-î da gotiye, ” Çima Kabanî ji bo dinyayê bû meseleyeke muhîm? Bi rastî ez vê fêm nakim. Tiştên li Kobanê diqewimin ne trajediyeke, şerekî di nabêna du hêzên terorîst da ye…”
Ev dîtina cîgirê serokê AKPê(partiya li ser hukim) jî nîşanî me dide ku AKP û hukûmet bi çi çavî li êrîşên Daîşê dinêre. Ne Yasîn Aktay tenê, AKP û hukûmet jî, Davutoglu û Erdogan e jî wih adifikirin. Ev, dîtina wan ya mişteek e.
Heger ne wiha bûya cîgirekî serokê AKPê nikanîbû hewqasî vekirî qerfê xwe bi trajediya miletê kurd ya li Kobanê bikira.
Însan ancax dikane hewqasî bêexlaq, hewqasî zalim û bêûjdan be.
Bi hezaran çete û qatil bi tank û topan êrîşî ser bajarekî, ser miletekî mezlûm dikin, wan dikujin, tecawizî namûsa wan dikin. Û cîgirê partiya li ser hukum jî dibêje , çima dinya xwe tevî vê meselê dike, ev şerekî nabêna du hêzên terorîst e.
Di nabêna xwediyê van gotinan qatilekî Daîşê da tu ferq tuneye, ew jî Daîşekî saha siyasî ye.
Em kurd nikanin van zaliman, van hovan bikin însan, bikin dostên xwe. Ev vekirî ye.
Lê dibê em hemû kurd baş bizanibin ku ne Yasîn Aktay tenê, AKP jî, hukûmet û Davutoglu û Erdogan e jî wiha difikirin. Ji xwe heger wiha nefikiriyana, dîtina wan jî ne ev bûya Yasîn Akteyê ev gotin nedikirin.

2014-10-10
XXX
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, wek ku meriv dipa, dîsa bi gotin û uslûbeke pir ne xweş, pir bêmistewa êrîşî kurdan kiriye û gotiye ”ew siyaseta xwe li gorî tevgterên terorîst û sûtalên kolanan tayin nakin…”
Yanî mêrik guh nade daxwazên kurdan û di demek nêz da jî ewê dev ji vê siyaseta xwe ya antî-kurd bernede. Ev vekirî ye, dibê kurd li gorî wê xwe amade bikin.
Bi dîtina min dibê kurd hustuyê xwe li ber zirtên Erdogan xwar nekin, tiştekî wiha ewê wî aşûnî û zêdetir har bike.
Dibê Erdogan û zilamên wî bibînin ku zor, teror meselê hel nake, belavocî wê kurdan bêtir radîkal dike.
2014-10-10

XXX


Siyasetmedar li pey gel mane, nikanin pêsengiya serîhildana gel bikin.
PKK, KCK û HDP di zûtirîn wextê da dibê ji bin emrê Ocalan xelas bibin û serokatiya gelê xwe û vê tevgera dîrokî bikin. Ocalan di destê dewletê da êsîr e, îradeya tevgera miletekî nabe di destê merivekî hefsî da be.
Dibê PKK, kes û serokên azad, yên di nava gel da pêsengiya gel bikin û derkevin hemberî dewletê. Serîhildanek bê lîder û rêberên xwedî kapasîte û azad nikane bigihïje armanca xwe....
2014-10-10

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE