05 oktober 2014

72 milet li hemberî me bûne yek

Çete û qatilên 72 miletan di bin ala reş ya îslamê da li hemberî me kurdan bûne yek û dest bi cîhadê kirine, bi şûr metalên xwe, bi tank û topên xwe wek zebaniyan, wek keriyên gurên har zûrezûre wan e û êrîşî gund û bajarên me dikin, dixwazin me kurdan, ji ber ku em kurd in ji ruyê dinyayê biqelînin, serên me hemûyan jêkin…

Heger piçek aqilê me hebe, kurdên ji 72 bavan da dijminên hev jî dibê êdî dev ji vê dijminaytiyên xwe berdin û refên xwe bikin û herin gazî û hawara hev.

72 milet neyarê me ye bes e, qenekê em dev ji neyartiya hev berdin.
Ji bo hov û qatilên îslamî kurdên baş û xerab tuneye. Çimkî ji bo wan qetla hemû kurdan helal e…
Lê hin kurd hîn jî havalên van qatilan e, hîn jî li hemberî van qatilan bêdeng in.

Hin kurd hîn jî hevalbendên Erdogan û AKPê ne, hîn jî li hemberî wan dengê xwe nakin.
Ev kurd jî bi qasî van qatilan, bi qasî Erdogan û Davutoglu sûcdar in…



XXX
Îro li ser sînor wek herkesê li wir, min bêçaretiyeke pir mezin his kir. Xwedê kesî bêxwedî nehêle !!!”
///Serhat Erdem
Hestên kurdekî li ser sînorê nabêna Surûcê û Kobanê piştî êrîşên leşker û pûlisên tirk û belavkirina milet.
Xwedê kesî bêxwedî û bêdewlet nehêle !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE