27 september 2014

Xwepêşandana li dijî Daîşê û ji bo piştgiriya Kobanê ez xeyalşikestî kirim.


Xwepêşandana li dij terora terorîstên Daîşê û ji bo piştgiriya Kobanê ez xeyalşikestî kirim. Ez dibêjim herî zêde em 100 kes ya hebûn ya tunebûn.
Min hêvî dikir ku di rojeke wiha da ewê bi hezaran kurd werin û terora Daîş li hemberî miletê kurd dide meşandin mahkûm bikin. Lê mixabin zêde kes nehatibû. Hema em kurdên ne bi PKKê ra bi kêrî tiştekî nayên û weselam.
Ji peyvê ra kes di ser me ra tuneye, lê gava tê kar kes li meydanê xuya nake. Heger meşeke li dijî PKKê bûya ez bawer dikim ewê pirtir însan bihata.
Ez zanim gelek dost û heval ewê ji vê peyva min gelkî aciz bibin lê xem nake. Fikrê meriv di heqê Kantonan û bûyerên Kobanê da çi dibe jî dibê meriv êrîşên neya mahkûm bike, li hember bêdeng nebîne.
Bi dehhezaran însan ev du hefte ne malên xwe terikandine, bi şev û roj li ser sînor nobetê digrin, hin însan di xwe ra nabînin du sê saetên xwe bidin meşeke li dijî êrîşên Daîşê.
Ez spasî hemû nas, dost û hevalên hatibûn xwepêşandanê dikim.
Serketin ya Kobanê ye, ya gelê me ye. Tirkiye û çeteyên wê çi bikin jî ewê nikanibin Kobanê û gelê Kurdistana rojava teslîm bigrin…

XXX
Ji bo piştgiriya Kobanê û protestokirina terora qatilên Daîşê Federasyona Komeleyên Kurdistanê îro li Stockholmê meşekê çê dike. Ez, xanim û Rojen li ser rê ne, dikin herin meşê. Dilême li Kobanê ye, dibê em Kobanê bi tenê nehêlin...

XXX
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, di seyaheteke xwe ya derve ya dema serokwezîrtiyê da gotibû:
”Li fezayê jî Kurdistanekê çê bikin ezê li dij derkevim…”
Erdoganê ku qebûl nake kurd li fezayê, li asîmanan jî Kurdistanê çê bikin, helbet nahêle li erdê jî Kurdistan çê bibe.
A ji bo ku Kurdistan li ber pozê Erdogan çê nebe qatilên Daîşê dajo ser kurdan.
Erdogan herçiqas got ewê her babet piştgiriyê bidin koalîsyona li dijî Daîşê, lê vir e, di praktîkê da ewê dîsa alîkariya xwe bidomînin. Ewê dîsa çeteyan perwerde û tedawî bikin. Ewê dîsa tank û topan ji ceteyên xwe ra bişînin.
Erdogan û Davutoglu ewê vê piştgirya xwe ya bi Daîşê ra bidomînin ji bo ku li ruyê erdê Kurdistan çênebe.
Lê hin kurd hîn jî vê siayseta Erdogan û Davutoglu fêm nakin, ya jï naxwazin fêm bikin.

XXX
Dijayetiya di nabêna Salih Muslim û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî da çi bin, çiqasî mezin bin jî dibê birêz Mesûd Barzanî tavilê guh bide vê hawara SalihMuslim û ya kurdên Kobanê û bi lez çi ji destan tê dibê bike. Dibê ji hêzên koalîsyonê tavilê mudaxeleya asîmanî bixwaze.
Hemû hêz, hemû kurd dibê herin gazî û hawara Kobanê. Dibê em Kobanê di nava qatilan da bi tenê nehêlin
Nabe 40 milyon kurd li Kobaê li qetlîamekê temaşe bikin....


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE